Xerat, bi gavên nerm û hûrik li daristanê dimeşîya. Ji alîyekî ve li der û dorê xwe temaşe dikir, te digot qey li tiştekî digerîya. Carna jî li ber darekî disekinî, destê xwe li ser singa xwe girê dida, geh li vî alî geh li wî alî li darê dinihêrt. Di hişê xerat de çi hebû nayê zanîn, lê ji şeveqa Xwedê da li ser vî halê xwe di nav daristanê de wextê xwe derbas kiribû. Ev roja hefta bû ku xerat dihate daristanê û heta êvarê li darekî digerîya lê hê dareke bi dilê xwe nedîtibû.
Bû berê êvarê, hêdî hêdî tarî dikete erdê. Xerat, berê xwe da rêya malê, îro jî destvala mabû. Çend gavan avêt, piştra ji nişkava sekinî. Dengekî dihate guhî wî, guhê xwe tûj kir, bala xwe da dengê zelal. Erê, ev deng, dengê bilbilekî bû. Bilbil, ji nava dilê xwe dikir wîçe wîç. Xerat, bala xwe da milê rastê, erê, deng ji alî rastê dihat. Hêdî hêdî çend gavan avêt, di her gavî da dengê bilbil nêzîktir dibû. Xerat êdî yeqîn bû ku bilbil hezrê 3-4 gavan nêzî wî ye, serê xwe bilind kir. Bilbilê delal, bi tevê heybeta xwe li ser coqlîyê dareke gûzê danîbû. Berê bilbil jî li alîyê xerat bû. Herdûyan li nava çavê hevdû dinihêrte. Piştî qasekî wiha li hevdû temaşe kirin, bilbil xatira xwest, û firîya. Bi firîna bilbil re, tiştekî din bala xerat kişand; dara gûzê... Maşallah, çi dareke xweşik û bejin bilind bû. Dara gûzê dibiriqî, dibê qey bi ava zîvê şûştine. Ev serê heft rojaye ku xerat li dareke wiha digerîya. Kêfa wî hat, rûyê wî bişirî, şukrê Xweda kir. Lê belê êdî tarî baş ketibû erdê, divê lez bike jibo rêya xwe hinda neke. Dara gûzê nîşan kir û bi dilê rihet berê xwe da malê...
.................
Li Bexdayê xeratekî pir bi navûdeng hebû. Çi dar û textik hebin, dema bêne ber destê wî, ji wan dar û textikan tiştên xemle bi xemle çê dikir, ji alîyê karê xwe ve pir mahir bû. Şevekî welîyekî Xweda tê xewna wî û jê dixwaze ku jibo Qudsê mînberekê çê bike. Piştî ji xew şîyar dibe li ser xewna xwe hinekî difikire. Qudus di bin esareta xaçîyan de ye, tu hêvîya xelasbûna wê jî tuneye. Lewra çend dewletên Muslumanan hene lê di nav wan de jî bêtifaqîyeke mezin heye. Her karbidestekî, li dû menfa’eta xwe, bi yê din re tekoşîn dikin. Ev bêhêvî, şewqa xerat dişkîne. Çend roj di ser de derbas dibe, welîyê Xweda careke din tê xewna wî, jê re dibêje ‘Ka min ji te re gotibû ji bo Qudsê mînberekê çêke, te çima destpê nekir?’ Xerat ji xewa şîrîn şîyar dibe. Cara didîyan ku welî tê xewna wî, êdî qerara çêkirina mînberê dide û milê xwe hildide.
Xerat, heta niha gelek mînberan û alavên din çêkirîye, jibo wî şiklê daran ferq nedikir. Lê ku mînber jibo Qudsê bê çêkirin, divê dara herî baş û xweşiktir be. Bi ronîya sibê ra derdikeve rê û diçe daristanê.
....................
Xeratê binavûdeng, dikeve rê û diçe ba dara gûzê ya xweşik ku tespît kiribû jibo mînberê. Birreka xwe dide destê rastê û bi navê Xweda dest bi karê mînberê dike. Li kargehê ji alîyekî ve karê ku têne destê wî dike ji alîyê din jî mînberê çêdike. Piyê mînberê, derencê wê, nexşe û xemlê dora wê... her ku mînber radibe pîya tê ber çava, mişterîyê xerat lê şaş dimînin. Belê tevê karên xerat xweşikin lê belê ev car bi awayekî din li ser mînberê disekine. Xerat naxwaze tu qisûr û kêmasî tê de hebin.
Rojekî camêrekî dewlemend û xwedan xêr, ji alîyê Şamê, rêya wî dikeve Bexdayê. Tê dibe mêvanê xerat. Dema tê kargeha xerat, çavê wî bi mînberê dikeve. Vî camêrî, bi çêkirina mizgeftan navdar e. Hema dixwaze temamê mal û milkê xwe li ser mizgeftan bide û mizgeftan îhya bike. Dixwaze vê mînbera xweşik û delal jî bive Şamê, li mizgefta herî mezin bi cîh bike. Vê daxwaza xwe ji xerat re dibêje:
- Hevalê min ê hêja. Destê te tu derdan nebîne. Maşellah te çiqas mînbereke xweşik çêkirîye. Ger ku misa’ade bikî, ez dixwazim vê mînbera te bikrim û bivim mizgefta Şamê ya herî navdar. Bihayê wê çiqas be jî, ezê 3 qatê wê bidim te.
Xerat, bersiva wî dide:
- Dostê minî qedirbilind, tu ji wê derê heta vira ser çava hatî û bûyî mêvanê min. Ger daxwaza tevê mal û milkê min, tiştê dikana min jî ji min bikî, ezê belaş bidim te. Lê vê mînbera hanê, bi tu qîmetî nadim. Lewra min wê, jibona Qudsê çêkirîye, ewê here Mescîdul Eqsa yê.
Dema vê bersivê dide, camêr lê heyîrî dimîne. Qudus di bin esareta xaçîyan de ye, tu îhtîmala xelasîya wê xuya nake. Li xerat difelite û dibêje:
- Birayê min, te di ber vê mînberê da ewqas tehde û ezîyet dîtîye, îro Qudus ne azad e, îhtîmala xelasîya wê jî xuya nake. Wê vê mînbera hêja li vê derê birize û beradayî here, ma ne heyfa wê ye.
Xerat:
- Birayê hêja, xelaskirin û azadkirina Qudsê ne karê min e. Karê min çêkirina mînberê bû. Û min bi meqseda Qudsê vê mînberê çêkirîye. Ji xeyrî Mescîdul Eqsa yê, vê mînberê naçe tu mizgeftê. A vaye li vê derê ye, çi gavê ‘egîdekî Qudsê rizgar kir, bila were mînbera wê jî bive û lê deyne.
...............
Roj didin dû hev, hefte û meh tên, sal di ser de diçin. Kî ku tê mînberê dibîne, xwe lê asê dike, ji xerat dixwaze lê xerat guh nade tu kesekî. Ev xeber, li çar alîyê welat bela dibe. Deng diçe ciwanekî bi navê Seleheddîn. Seleheddîn ê aşiqê Qudsê. Di wan salan de fermandarekî dewleta Zengîyan bû û ji alîyê Nûreddîn Zengî ve dihate perwerde kirin. Piştî wefata Nûreddînê Zengî, desthilatdarî ketibû destê Seleheddîn. Armanca Seleheddîn ya herî girîng, azadkirina Qudsê bû.
................
Rojekî berê êvarê, xeratê Bexdayê yê binavûdeng li kargeha xwe rûniştibû. Por û rûyê wî sipî bûye, di halê extîyarîyê da li kargehê dixebite. Li alîyekî jî li mînbera ku jibo Qudsê çêkiribû dinihêre. Di ser çêkirina mînberê da 40 sal derbas bûbû. Hê li cîyê xwe û li hêvîya Qudsê bû. Gelo wê ew roj bihatina û mînbera Qudsê, li mizgefta Eqsayê bihatina bicîh kirin. Dema di nav van xeyalan da hinda bû, ji nişkava derîyê wî lêket. Berê xwe da derî, fermandarê mezin, aşiqê Qudsê Seleheddînê Eyyûbî di nav derî de ber pê dihat. Çav lê giran bûbûn, baş dernexist ku ew kîye. Seleheddîn xwe da naskirin û jê pirsî:
- Ma xeratê binavûdeng tû yî?
- Belê ezim, keremkin!
- te ronî be Qudus ji bindestîya xaçîyan xelas bû. Ez hatime dû mînberê, Mînbera Qudsê.
Bi vê gotinê re, xerat ji kêf û kelecana xwe hinda dike, ziman lê lal dibe. Xwe dirêjî destê Seleheddîn dike, destê wî maçî dike, pêre jî sitêrkên çava wekî barana biharê ji çavê wî dibarin. Xwe li pîya nagire, çokê wî bêrih dikevin û dikeve xwarê. Seleheddîn pê digre, serê wî dide ser çok xwe.
Ew roj xebera wefata xerat, li çar alîyê Bexdayê bela dibe.