ŞEKALFIROŞ
Di ser kîmyasala Seddam re nêzîkî deh sal derbas bibû. Li Helebçe, Şekalfroşek, malên ku nû anîbû dukana xwe li ser pêşangehê rêz dikir. Zarokek jî wî temaşe dikir.
Zilam, wexta ku şekalên herî xweşik xiste pêşiya pêşangehê, zarok xwe bêtir nêzîk kir. Zarok bi qeysik bû, bi zor û zehmet dimeşiya.
Wexta ku zarok ji xiyalên kûr hişyar bû û kete rê, mêrik ji dikanê firiya derve û ba kir:
— Bozo!... tu şekal nakirî? Modelên îsal gelekî xweşikin.
Zarok lê vegeriya:
— “Birastî gelekî xweşikin!”... Bi tebesum wiha dewam kir. “Lê çîpek min ji hebûna min de kêm e.”
— “Li gor min tu mesele nîne!”... û dewam kir. “Di vê dinyê ti kes bi çare çar ji kêmasiyan ne dûr e! Hinek destên wan kêmin, hinek çîpên wan, hinek aqilê wan û hinek jî îmana wan...”
Zarok dengê xwe nekir. Zilam jî gotina xwe dewam kir:
— “Ji bedêla îmana me kêm bûna xweziya çîpên me kêm bûna.”
Zarok, hişê wî tewlî hev bi bû. Vê carê nêzîkî zilam bû û got:
— “Min fam nekir! Çima bira wisa be?”
— “Pir rihet!” got, zilam. “Eger îmana me tine be, em naçine biheştê. Lê çîpên me tine bin tiştek nabe. Ji xwe li dinya din hemû kêmasî ewê temam bibin. Bi ser de ewê mirovên seqet ji yên saxlem bêtir mukafat bibînin.”
Zarokê biçûk carek din tebesum kir. Ew êşên ku heta wê rojê kişandibû di dilê wî de sivik bi bûn.
Mêrik, pêşangeh nîşan da û got:
— “Şekala ku te lê nihêrt, ewê li te bê! Tu dixwazî biceribînî?”
Zarok, serê xwe hejand û got:
— “Li ser 150 wereqe dinivîse. Pêkan tune ez bikirim!”
— “Ezê demsala buhaşkestinê ji te re hinekî bi pêş ve bînim. Wê çaxê ewê fiyet dakeve 100 wereqî. Jixwe tê ferekî bikirî, ew jî tê 50 wereqî.”
Zarok hinekî fikirî û got:
— Fera dinê ji tiştekî re nabe. Ti kes ewê nekir e. Tê çi bikî pê?
Zilam biken got:
— “Te çiqasî li xwe derd kir. Ezê wê ferê jî bifroşim zarokekî piyê wî yê rastê tunebe. Ji xwe tu jî zanî li herêma me zarokên seqet gelekin.”
Ev tişt kete serê zarokê biçûk. Zilam gotina xwe dewam kir:
— “Ji xwe tu xwendekarî ne wisa?”
Zarok ji nişkave got:
— “Belê ez xwendekarim. Ez diçim pola duduyan. Hindik maye derbasî pola sisêyan bibim.”
Zilam got:
— “Haa îja temam bû. 25 wereqe jî jiber ku tu xwendekarî ezê daxim. Dimîne 25 wereqe. Ew jî bêşa bazariyê ye. Ez wî jî ji te nastînim. Di vê rewşê de şekal şekal a te ye. Min firot û çû...”
Şekalfiroş di navbeyna nêrînên zarok ê şaşwaz de kete dikanê. Refikên hundir bi modelên ku zarok ecibandibû tije bûn. Lê zilam şekala ku di pêşangehê de bû derxist. Bire xiste piyê zarok. Şekala kevn a ku ji piyê zarok derxist jî nîşanî wî da û got:
— “Karê firotina min qediya! Tu jî vê şekala xwe bifiroşî min ezê kêfxweş bibim.”
Zarok bi zimanek kekekirî;
— “Ma tu henekên xwe bi min dikî? Hew maye binê wê qul bibe. Şekalek herî kevn e ewê çi pere bike?”
Zilam:
— “Birako tu çiqas cahil mayî! Ha ya te ji tiştên kevnar tineye qey? Tiştê kevnar çiqas kevn be ewqas biqîmet e. Ji ber vê, şekala te li gor min 70-80 wereqe ewê bike.”
Zarokê biçûk, ecêpmayî ma. Weke ku di xewnê de be. Xewneke herî xweş... Di hemandemê de zilam, hinek wereqeyên kaxiz xiste kulma wî.
Zarok hinekî çav li wereqeyên di kulma xwe de gerand û 30 wereqe derxist û da zilam û got:
— “Li gor min 50 wereqe bes e... ji xwe te demsala buhaşkestinê bi pêşve anî bû...”
Zilam wî neşikand û pere girt. Ji kêfa dikir ku bifire. Wê rojê hemû şekalên xwe bifirotana jî ewqas kêf nedikir. Rabû rûyê zarok jî maçkir.