Kovara Banga Heq

Em wek Kovara Kelhaamed di sala 2008an de dest bi kovargerîya Kurdî kir û ji wê rojê vir ve di warê kovaregerîya Kurdî de em hewl didin di her qada Kurdî de feyde bidin edebîyat, çand û hunera Kurdî.

Him ji ber pêşnîyazên ku ji derve ve hatin kirin û him jî ji ber îstîşareya ku hat kirin kovara me di sala 2024an de biryar da ku navê xwe wek Kovara Banga Heq biguherîne.

Kovara me serê sê mehan carekê bi du zaravayên Kurdî weşanê dike. Di her hejmareke kovara me de nivîsên ku di warê çand, huner, edebîyat û hwd. hatine amadekirin cî digrin û ji bo zarokan di her hejmarê de beşeke taybet tê veqetandin.

Em bi ‘işq û kelecana roja ewil xebat û hewldanên xwe yên di warê xebat û xizmetên Kurdî de didomîninç