Fatih ZANA
Te’m û lezet dafik in...
...şalûrê ji bulbul re got:
- “Neçe bibal vê xemlê de, ew dişibihe xapînokek xefik. Nebe xweşî te bikşîne bi alî xwe de. Her çiqas wek zadê kevneşopî xuya dibe lê tu dîsa bi bal û dêhn be. Carek dido sisê tê têwer bî, te hay ji xwe hebe.”
Bulbul got:
- “Çima tu min ji zewade sar dikî. Ew xwarina bav û kala ye. Hem her n'îmet ji bal Xweda hatîye şandin. Em wî jî nexwin ji birçîna emê bimrin.”
Kew li van gotinan guhdar bû. Bi awazek nerm û dilxweş daxilî suhbetê bû.
- “Çivîka reng û deng xweş şalûr dibêtî me hişyar bike, belê vê yekê jibîr dike. Gelek zêde bi şik û guman nêzîkayî dike. Hal ev e ku divê tu têkildanînê gelek dikî derd. Bi vî awayî li te nexweşî çêbûye hem vê nexweşînê bi sebeb te têgerîn û sîrayetî cinsên teyrikê din jî dibe. 'Alema teyrû-çûka ji jîyanê sar bibin hemî hijde hezar 'aleman dê bê firîn bimînin dîl û jar.”
Şalûr wek sitranbêjekî nihirî diber xwe de:
- Kengî hat jibîr kirin ku lezzet dafik e wê hingê per û bazkê me dê werin qeyd kirin. Ji teref seydvanan de yek bi yek emê qefesa zêrîn bikin war û xanî ji bo teyrik û çivîkên herî bi qîmet. PEŞÎMANÎ YA PAŞÎ BÊ FÊDE YE.
Kurteçîrok
Li hin deverê Meksîka ji bin 'erdê ava germ û ava sar li nêzîkî hevdû di çavkanîkan de dertê zemîn. Rojekê rehber geştyarekî di gerîne û liser van kanîya jinên ku cila dişon nîşan dide û dibêje:
- "Binêre li vê dera ha ev pîrek di ava germ de cilê xwe dişon û di ava sar de jî carî dikin."
Geştyar (tûrîst) li hember vê qewam a tebîî heyirî ma û hinek diltenikî pêre çê bû:
- "Çiqas jin û keçikê vê derê bi tali'û bext in, Xweda ji bona wan vê îmkanê xuluqandî ye ku ji tebî'etê îstîfade dikin."
Rehber got:
- "Ez ne divê qinyatê de me, ka tu here ji van pîreka pirs bike; şixwe ew dibêjin evê ku ava sar û germ liber hev daye çima sabûn jî ne şiyandî ye."
Çîrvanok
Simê zêrrîn
Wawîk, hesp û teyr ê baz dostê hev î sala bûn. Çîrok e ev, hemî tişt tê de çê dibin û ne bêjin ev çima wiha çê bû. Ji derve de dostanîyek zexm xwîya dikir. Weke sê birayê dildar bûn. Hesp bi cazîbe û meznantî ya xwe pesnê xwe dida. Wawîk xasûk bû, bi qurnasî ya xwe ji heq der diket û cihê xwe çê dikir. Teyr bi fedekarî û jêhatî bûna xwe dixwest cihê ku heq dike bibîne.
Bi rastî jî baz xebatkar bû. Çiqas dûr bûn hebûna ew difirîya xeber dibir û tanî, şînahî ya xweş nîşanî hespê dida, avzêka tesbît dikir, seyd a hesa û bi tam ji wawîk re digot û heta carna jê bixwe ji wawîk re heywan digirt û tanî dida ber. Weke kîroşk û teyrikê biçûk û sihorîkan. Belê tevî vî qasî jî hinek pesarî û ecêbî ji bala wî ne di revîyan. Jiber hurmet û rêzdarî ya wî ji meznantî ya hespê re hebû derdê xwe jê re ve ne dikir. Belê çend cara bi ser re behs kiribû ji wawîk re bes wawîk weke ku tişt tune ye bersiva wî da bû.
Zeman derbas bû tengasî li baz çê bû û di wextek musa'id de dîsa ji wawîk re derdê xwe got. Her çiqas wawîk gotin liser ziman gerand û ser girt dîsa jî teyr ê me bibiryar bû, dixwest binê vê pisgirêkê derîne.
- “Birako ma em ne dost û yarê hev in? Ma di şuxl û xizmetê de eva dikeve ser min ez bêhtir nakim? Hetanî ez fedekarî û xwezîkarîyek zêde jî dikim. Belê dinhêrim ku nirx û qedrê min ne bi qasî hêja yê mine. Hetanî carna ez xwe xerîb dibînim ji vê civakê. Ka bêje birako sebebê vê dûrîngê çî ye? De ka bêje, deka bêje.”
Ewqas israr û bergerî kir ku ti xelasîya wawîk nema û li nîvê çavê baz nihêrî û bi dengekî kisixî got:
- Ezê ji te re qisetekê hîkayet bikim li min baş guhdarî bike: Keçikek hebû yeka bi rewş û gelek rind. Ji xortekî hes dikir û dixwest bi hev re bi zewicin. Belê zilamek dewlemend hebû ne hevkêşî keçikê bû jî li dor wê diçû dihat. Keçik jî heta karibû di bin de ji boy ji zengînî ya wî bixwe pêrre yarî dikir. Jinek mezin î gihayî li vê keçikê û tevgerê wê nihêrî û xwest şîreta lê bike ku wê ji vê nîyetê bizîvirîne.
- “Keça min tu di nav hesab kî xelet de yî, ev rê ya tu pê de diçî ne rast e. Tu çima wisa dikî.
Keçik diber xwe de kenîya:
- “Ez jî dizanim lê belê ez yekî dihebînim yekî jî dixwazim.”
Di pey re wawîk gotina xwe domand:
- “Ez çi bêjim tu xwedaî yî. Belê hesp ji min re pêş ve tir tê; rewş û endam a wî meznantî ye, perçem û bijîkên wî xêlî ne, zînê wî rizgarî û simê wî zêrrînin. Ne bihemd ez vê rewşê di meşînim bes bi min jî xweş tê. Ez nêztirê hespê bim ji min re jî xweş wezîyet e û rewş e. Ha ez naxwazim te jî bi tûmî bi terkinim.”
Wawîk dema wisa kelam serf kir diber xwe de kenîya. Feqet ji nezera baz ne filitî. Baz bi serfirazî ji wawîk re got:
- “Tu çi çeqelî, dunya bi dore. Hemî roj ji bo te nahilên. Dewran dê bizîvire hûn ê para tevgera xwe û 'edla Îlahî bibînin.
Dizê bivir...
...zilam li kurê cîranê xwe nihêrî û di dil de derbaskir: "Ev kurik çiqas dişibe dizekê bivir."
Lewra bivirê mêrik wunda bibû û ji kurê cîran şibhe dikir. Tevger û gotinên vî kurikî hemî ê dizekê bivirin. Ez wî dibînim timî dizê bivir tê ber çavê min.
Rojekî xwedyê bivir windayê xwe di qozîyek embara xwe de dît, kêfa wî hat. Belê cîran jî di bîr anî, go; "dibêtî ez naheq im." Paşê kurik dît û baş lê nihêrî, jixwe re got:
- Bi rastî ew qet naşibe dizek ê bivir.
(Gelêrî)
Qisset
Ji Mewlana hat pisîn ku Qitmîr ê Eshabul kef bi çi rengî bû?
Mewlana got: “Bi texmîna min ewê zer be, lewra me'dê 'aşiqan zer e.”
(Gelêrî)