Destnimêja xwe girt, nimêja xwe ya nîvro eda kir û bala xwe da çiverêyên ku bi riya çiya ve hildikşiyan, di gelî û newalan ve derbas dibûn. Ji mêj ve hubbeke wê ya taybet bo çiya û tebîeta çiyayan hebû. Li nik wê çiya hem hêwirgeh, hem sitar, hem wesîla peydakirina rizq, hem bi gul û gîhayên xwe yê taybet hêlîna şîfa û selametê, hem bi berfa li ser xwe menbaa avên herikbar, serkanîya kaniyên sar bû.
Zozanên çiya bû ku pez lê diçêrand, xambelgîr lê digerand, xeyalen Dembilqiranê Siyabend li ser digerî û ji felekê re meydan dixwend, paşê gakuviyê ku wî serê wî bi destê xwe jê dikir ew dipekand, li kevirekî dixist û temmamê hêvîyên wî dişkestin. Nêçîrê li serê çiya nêçîrvanê xwe dikuşt.
Di derbarê çiya û zozanan de bi dehan sitranan li ser lêvên wê govend digirtin ku yek ji wan ev bû;
Were Zozan, Zozan Zozan…
Serê min û Zozana min xalî nabe ji daw û dozan
Bişewite zozanê gundê me îro bê xwedî ne
Di serî re çil û çar kanî
Di binî re mêrg û zevî ne…..
Dema berê xwe dida çiyayan ewil Keştiya Nûh yanî hêwirgeha ehlê îmanê dihate bîrê. Bi hezar salan berî nuha Hezretî Nûh teqrîben nehsed û pêncî sal di nav qewmê xwe de mabû, teblîğa Îslamê li wan kiribû lê mixabin qewmê wî ji bil tuğyan û kufrê bersîvekî dî nedabû wî. Nîhayet xwedê Te’ala emrê çêkirina keştiyekê li Nûh kir. Piştî ku Hezretî Nûh keştîya xwe ava kir; bi emrê Xwedê Te‘ala kêmkomeke însanên bawermend ê ku bi Nûh re mabûn digel hinek ruhberên li ser rûkê erdê xwe sipartin Keştiya Nûh. Paşê erd kelîya, asîman rijaya tofan rabû, keştî bi ser avê ket, bilind bû û çû li ser Çiyayê Cûdî rûnişt. Ji bil ehlê keştiyê temmamê ehlê tuğyanê di vê tofanê de ğerq bûn û çûn helakê.
Hema ğerqî xewn û xeyalan bû. Însan ax însan! Çiqas nankor, zalim, cahil û nezan bû însan. Bes Rebbê wî hewqas zêde bi merhemet û şefqet bû. Însan nankor bû digel nankoriya însan Rebbê wî her nîmetê xwe li dinyayê lê dibarand. Ferq nedixist nabeyna kafir û mu’mînan di bin siya sirrê navê xwe yê Rehman da derîyê rehmetê li însan vedikir bê meyl û ferq rizq jê re dişand.
Dinya têra jîna her kesî dihat bes hinek însanan zulm li însanên din dikirin, hetta zulm li temmamî kaînatê dikirin. Li ser rûkê erdê fesadî û tevlihevî derdixistin. Loma dinya tevlihev bûbû digel firehîya xwe têra însanan nedikir. Dijberîya li hember emrên Heq Te‘ala. Fuhşiyatên ‘imûmî, kufr û tuğyana li her derê cîhanê, qetlî’am, înkar, asîmîlasyon, heqxwarin, tevliheviya ‘alemê wek sebebên ğeybîyê hatina qiyametê li nik wê dixwîya. Lewra zulm, tuğyan û kufra însan ûmûmî û gerdûnî bû. Digel vê bêdengiya li hember zulm û tuğyanê jî gerdûnî bû. Ji bil kêmkesan kesî dengê xwe bilind nedikir. Kurt û Kurmancî her kes kerr û lal û kor bû li hember kufr û tuğyana gerdûnî. Hema di ber xwe de xwe bi xwe got:
-Eger vê carê tofan rabe wê hemû cîhanê bide ber xwe. Belkî stêrk ji asîman dakevin, kevir bi me de bibarin, çiya hilweşin û bimeşin, ba rabe, barana ğezebê bê, behr bikelijin û agir vereşin, cîhan sero bin bibe. Belkî axîna zarokên Bosna, Zencî û Sorikên Emerîqa, mezlûmên Fîlîpîn, Moro, Fîlîstîn, Efgan, Hema, Nagazakî, Hîroşîma, Helebçe û… hwd li ber perrê asîman bighê hev bibe xezeb û bibare. Wilo fikr û xeyalên xwe didomand lê nizanibû ku bayê felekê wê piçek din bi ser wê de jî bê, milê wê ê rastê bişkêne bi ser ê çepê de dagerîne û feryad û fîxana wê jî ber bi jor ve bikşîne bibe bigehîne nalîn û feryada wan mezlûmên ku şîna wan digirt û heyfa xwe bi wan dianî…
Di nav van xem û xeyalan de rabû nanê zarokên xwe ê nîvro hazir kir û dest bi haziriya zad û zewada wan a rêwîtîyê kir. Xwedê mala wan kesan xera bike ku di nav alema Îslmê de nexasim di nav gelê Kurd de sînorên wek sînorê hêlîna pîrpîrikê ava kiribûn û bi vî hawayî bi mayîn û têlan gel ji hev veqetandibûn. Hetta di nav hinek sînoran de malbatek kiribûn du qisim. Yek li ser xetê, yek li bin xetê, yek li jêrê çiya, yek li pişt çiya, yek li pêş çiya, bira ji bira veqetandibûn, bav ji kurr cûda kiribûn. Sed sal bû ku çîrokên fîrqetê ê wek Çîroka Bûka Ezo di nav gel de di şevbihêrkan de dihatin gotin. Ev çîrok yeko yek hatin bîra wê.
-Mala wan kesên koledar ava nebe ku ev sînorên dijwar xistin navbera me û birayên me yê ku me digel hev li yek zozanî pezê xwe diçêrand, teşîya xwe dirêsî û jiyana xwe didomand.
-Warê bav û kalên me, zozanên me, deşt û newalên me nuha li me bûne qedexe. Navê zarokên me bûne qaçaxçî û li ser pişta keran xettê derbas dikin. Ma dil sînor nas dike gelo? Kê ev sînor danîye? Warê kê ye ev der? Çima em di welatê xwe de, li ser axa xwe, li ser milkê bav û kalen xwe îro wek biyanîyan diçin û tên? Gelo xezalên ku li ber van newalan jîna xwe dodomînîn wê bi paseport biçin bên. Mala wan ne ava be ê ku van sînora di navbera me de danîn…
Ji alîkî ve zewadê zarwên xwe amade dikir da ku wan bişîne ser oğirê ji aliyê din ve teyiba xwe vekir û guhdêriya sitranên qedîm kir.
Lawko dîno
Çiya bilind e ez te nabînim
Gul sor bûne ez naqirpînim
Min sond xwariye piştî te li vê dinê
Bi ser te re ez kesî nahebînim
Her wiha ji alîkî ve stran didomiya ji alîyê din ve zewadê zarokên xwe amade kir. Lewra rêka wan asê bû, dê bi şev biçûna sînor derbas bikirina û bi şev bihatine. Ji lew zadekî qayîm digel çayeke germ bo wan lazim bû. Ji nanê kate bigre ta bastêq û kakilê gûzan zewadekî xurt bo zarokên xwe yê li ser rê amade kir, zewadê zarokên xwe xist heqîbê da ser pişta kerê û delalîkên ber dilê xwe digel hevalên wan şand Kurdistana Başûr ango şand qaçaxçîtîyê…
Qaçaxçîtî di nav wan de karek normal bû. Lewra ev sînor ji teref wan ve nehatibû xêzkirin û dilê wan jî sînor qebûl nedikir. Ew di nav xwe de li gorî dilê xwe bi awayake fitrî bo danûstanê diçûn nav eqrebayên xwe. Ji vir de tişt dibirin, li wir difirotin ji wir de jî digel neftê hinek tiştên dî dianîn li vir difirotin. Welat welatê wan, neft nefta wan bû. Ma mirov tu car bûye dizê mala xwe? Ji xwe sînor jî ne ji teref wan ve ji teref ve koledaran ve hatibû tayînkirin.
Dilê wê digel sed endîşeyan bi hêvî dikelijî. Bi tevî hev sî û çar heval ketibûn rê. Dê di çiverêyên gelî ve xwe li quntara çiyê bigirtina û derbasî wî alî welat bibûna. Wê li wir kel û perrên xwe bifrotina, pêdiviyên xwe peyda bikirina, bi qasî barê kerê nefta qaçax bidana pişta kera xwe û di heman rê ve derbasî vî alî welat bibana. Di vê rê de sitara wan çiya û şikeftên zinaran bû. Car caran rastî cinawiran dihatin, carna kevir ji ber piyê pezkûviyan difilitîn û bi ser wan de dihatin, carna jî talûka lêmîşt û aşîtê hebû. Loma dema ku rêwîyên wan diketin rê hetta ku vegerîna mal bi endîşe li benda wan diman.
Dibêjin dilê dayikan wek dile pepûka ye. Dema ku talûkeyek bi ser ewladên wan tê hîs dikin, dilê wan dike pirte pirt, hîssîyatek ‘ecêb li wan peyda dibe. Îroj jî rojek wisa bû. Hem dilê wê bîla sebeb dikelijî, hem jî qirtêlek xwîn dihat li ber qirika wê dialiqî, hema hêstir bixwe ji çavên wê dadiwerivîn û dilop bi dilop dadiketin xwarê, erd av didan.
Nîvê şevê bû, rabû dest bi nimêja ‘eşayê kir û secdeya xwe bi hêstirê çavan xemiland. Nizanibû ev huzna ber şînê, beşera ber mirinê yan jî mizgîna şahiyê ye gelo…?
Dema li ser milê çepê silava duyem da û ji nav limêjê derket ji nişka ve gurmîn bi asîman ket. Nizanibû çibû lê zaxek ji dilê wê qetiya, sankî damara pişta wê qet bû û pişta wê bi donzdeh cîha şikest. Ewil got qey birq e. Paşê gurmînek din, bi qederê çernd(çend) deqîqa gurmînek din. Êdî zanibû ku qiyamet li wan rabûye. Belkî xwedê mala fesad û şeytanan xera bike, oğira wan reş bigerîne, ûrt û ocağê wan kor bike. Rêwîyên wê digel hevalrêyên xwe li ber tavîya bombeyan bûn.
-Wax! Wax! Waaa…x! Mala me mirat bû. Xwedê ji wan razî nebe, zarokên me bombebaran dikin bê sûc û bê guneh. Hewaaa…r! Hewara meXwedê!
Xwîn vereşî, agir ji çavên wê barîn. Êdî nema hestir ji çavên wê dadiwerivîn. Hema dor da şair û û wek goyinan ket quntara çiyê. Ji alîkî ve şîn digerand, ji alîkî wek gêja nizanibû çi çibike…
Sî û sê gulên wê li ber bomberanê şewitîn, bûn tov û ketin axê. Êdî kîngê şîn dibin û van sînorên berradayî ji holê radikin xwedê dizane. Bila dê binale û şa’ir li quntara çiyê şîna Rosboskî bigerîne….
Carna Qaîm in çiya
Pişta xwe
Didim çiyayên asê
Digel teyr û tirûdan
Bo rizqê xwe
Lê diçêrim
Carna bê yewm in çiya
Ba û bahoz lê digrin
Gurê pişthêşîn
Delegura li dû
Û keftar û hirç
Wey lo, wey lo…
Çi bû çi qewimî
Mecbûren li quntarê
Xwe dispêr im
Şikeftên ber gelîya
Û gav bi gav
Çarbuhurran dijmêrim
Ezê rabim
Daw û delingên xwe hildim
Xwedayo!
Ey rezzaqê ‘alemê
Te çiya kirin sitûn
Û mihenga vê cîhanê
Geh kanî jê dizên
Dibin rehmet û diherrikin
Geh agir ji devê wan dibare
Lehîyên ji agir
Peyda dibin jê
Dibin xezeb
Û berê xwe didin dojehê
Carna stara Keştiya Nûh in çiya
Li ser dikelînin
Dan û danûkan
Rezzaq Xweda ye
Dibêjin mêvanên di keştiyê
Û dadikevin quntara çiyê
Xwedayo!
Ey rezzaqê ‘alemê
Çiyayek li ber min
Çiyayek li pişt min
Rê dûr
Rêwî sitûxwar û melûl
Dayê!
Bi xatirê te
Berê xwe didim çiyayek
Pişta xwe didim çiyayê din
Rê dûr
Rêwî sitûxwar û melûl
Dayê!
Bi xatirê te
Balafir li asîman in
Heywax
Hilweşî wa hildiweşe çiya
Ba û bahoz
Berf û baran
Xwîn û qetran
Ev çi tofan e
Ev çi îmtihan e
Lehîyek ji xwînê
Yek ji kînê peyda bû
Xwîn vedireşin çiya
Deste (Destê) me berjor e Îlahî
Perdê ji mabeynê rake
Dê têr bigrîm
Û daxwaznameya xwe bişînim
Îdî Tu û kerema xwe
Tu û xezeba xwe
Çi bêjim
Ya Reb! Çi bêjim
Lal bû li min zar û ziman
Nizanim derdê xwe çawa bêjim
Daxwazname dirêj e
Dê kurt bibirim
Kêm bibêjim
Xwîya ye li ba te her tişt
Tu agah û Besîr î
Aha Tûrê Sîna
Aha Rêzeçiyayên Efgan
Aha Agirî
Aha Çiyayê Dêrsîm
Û çiyayên Roboskî
Xwîn û xezeb
Digel nalîna Dêrsîm
Qetranên xwînê ji Agirî
Tevlî Firat û Dîcle bû
Wa şînê digerîne
Dûxanek ji gelîyên Efgan rabû
Digel feryada mezlûma
Ber bi jor ve hildikşê
Tûrê serê xwe dagerand
Wa xwîn vedireşe
Destê me berjor e Îlahî
Perdê ji mabeynê rake
Dê têr bigrîm
Têr binalim
Û daxwaznameya xwe bişînim
Îdî Tu û kerema xwe
Tu û xezeba xwe