Belê, salvegera qetlî’ama Helepçe car din mezlum û candanê wê êrîşê bi bîra me anî. Di sala 1988tan de di 16 Adarê de ew qetlî’am hat kirin û 35 sal di ser de derbas bû. Ne 35 sal, 100 sal bi ser de herin jî ew birîna Helepçe wê di qelbê me de ter û tezebe. Em heta li darê dunyayê sax û li heyat bin, em ê her bêjin ax Helepçe, wax Helepçe, dila dikî perçe perçe… Kafir Seddam gur û hirç e, te qetil kir wax Helepçe…
Di sala 2022yan de, di meha Cotmehê de Xweda kir nesîp ez car din çum Helepçe. 2-3 sal berê jî ez çubûm Helepçe. Di dilê min da ji berê de ew qetlî’amên li gellê Kurd hatine kirin bi rengê komkujîyê ku ne gotine zarok, jin, kalê extîyar, însanê bêrî, dane ber xwe û kuştine, çi li Kurdîstana Başur, an Bakur û her cîhên din, ez binvîsim, bikim kitêb, tarîx û paşeroja gellê Kurd ê mezlum pê bidim zanîn da ku neyar û dostê xwe nas bikin, da ku di avakirina pêşeroja xwe de cardin xeletîyê bi wî rengî nekin. Da ku neyarê bavan ne bin dostê lawan… Min bi çûyîna xwe ya dawî a Helepçe, di serîya bîst kesê şahidên roja giran re têkilî, mukabele û ruportaj kir. Ez hevî dikim ku di zemankî nêz de Xweda îmkan û serkeftî bide, li ser zimanê şahidê Helepçe kitêp kî balkêş çêbikim…
Gava ku Seddam wek gurê dev bi xwîn êrîş li Helepçe bi dar xist û jehrê bi ser wan de barand, wext nîvroj, çaxa xwarina rojê bû. Gelek kes li ser xwarina nîvro bûn û loqê nanê wan di gevrîya wan da asê bu û can dan. Însan heyirîbûn, li hev şaş bûbûn, ev bîhna sêv a, bîhna xiyar a, bîhna hêkê genî û xerabûyî ji kûder dihatin. Me’na wan çi bû. Ew bîhn li pozê wan dixist û bi şûn de çima nefes ne dihat ber wan û kezeba wan diqelişî. Kesî ti me’ne neda wê bêbextîyê û herkes ber bi jêrezemîn ê mal û xanîyê xwe ve bazda. Ew zarok û jin ên ku li ber derê xwe, di nav çarderîyê derê xwe de ketin, wek mirîşka ku ti serî jêkî û bipirpite, can dan. Ew zarokên bê gûneh li ber dilê dayîkê xwe, di hemêz û paşilê wan de bi tevî hev can dan. Her new’ê heywan û nebatat, bi zahirê hal le’net li Seddam û desthevalê wî, biştevan û sîlahşorê wî dikirin, ji ew roj û heta qiyametê…
Jehra Seddam ku barand, ne di rengekî, di tesîrekî wahid de bûn. Hinek ji wan bîhn û nefesa însan di çikand, kezebê wan bi hevde dianîn xarê, di cîh de wan difetisand, di xeniqand, ne dikirin lam û cîm, ti kelam li ber kelamê nedixistin. Zarok tenê dikotin “Dayê bîhna sêva tê” û xelas… Kismekî jehrê çermê canê însan di pêjand û dianî xar… Kismekî jî çavê însan di cîh de kor dikir, dema jehr tesîra xwe nîşan dida, dunya însan tarî dibû, kesî ber xwe nedidît ku bi alîkî de bireve. Însan bi hezrê dest û lep direvîn da ku ji xezeba Seddam xelas bibin, li cesedê însanan di’eliqîn û bi ketin û rabûnê ji wan dera dûr dibûn…
“Navê min Nesrîn ‘Ebdulqadîr ‘Ebdullah. Ez ji birîndarê Helepçe, tesîrdarê jehra bi jan im. Wê wextê ez 25 salî bûm. Jin û zewucandî bûm. Sê zarokê min ê kurîn hebûn. Biçukê wan 2 salî bû, evê navîn 4 salî bû, yên mezînê wan jî 6 salî bû. Ez û zarokê xwe li mala xwe diman. Firokê Seddam, berî ku jehra kîmyevî bi serê me de bibarîne li asîmanê Helepçe difirîyan û car carna bomba li serê me dibarandin. Belê bextê Seddam tinebû. Ew du, sê roj bû ku firokên Seddam li serserê me digerîyan. Em kesên ku li Helepçe bûn ji bû ku ji hev qewetê bigrin, li hev dicivîn. Ew şeva berî kîmye baranê ez û sê zarokê xwe çûn mala xalê dîya min, mala Hecî Kerîm. Li mala wî 50-60 kes li hev civîyabûn. Ew şev em li wûr man. Şeveqê bi tarîya sibê re ku ez rabûm min bala xwe dayê ku ez û her sê zarokê xwe bitenê li wûr mane. Yên din bi tevîhev ji wûr derketine û bi alîkîde çûne. Bi kûda çûne ez nizanim. Min her sê zarokê xwe girt û em çûn mala xwe. Ez û zarokê xwe birçî bûn, min li dolabê nihêrt tiştek têde tinebû. Heta nîvroj em li mala xwe birçî man. Min dest û rûyê zarokê xwe şuşt û em çûn mala cîranê xwe. Çîranê me daketibûn jêrezemîn a mala xwe. Em jî çûn ba wan. Me behsa birçîbûna xwe ji wan re kir. Hinek xwarin dan ber min û zarokên min. Me dest bi xarinê kir û Seddam li me jehrê barand. Her kes ket ‘etrîya canê xwe. Ez û zarokê xwe ji wê jêrezemîne derketin û çûn jêrezemîneke din.
Kîmye barana Seddam dewam dikir. Em di jêrezemin de bi halê xwe mabûn. Ti kesî ku li hewara me were û bi me re alîkarî bike tûnebû. Her kes digot; “nefsî, nefsî.” Heta mêrê min ‘Elî jî min û zarokê min li Helepçe hîştibû û çend roj berê çûbû. Ez bi hemlebûm. Ez û sê kurê xwe û bi halî xwe yên nesaxîyê em di jêrezemîn de man. Zarokê min digirîyan û xwe davêtin hemêza min. Nefesa wan diçikîya. Ji dev û pozê wan xwîn dihat. Di nav destê min de yek bi yek can dan. Paşê Nizam çewa şeveq li me da. Bi ronîya sibê re ez ji tesîra jehrê vereşîyam. Piştî ku ez bi xwe ve hatim min nihêrt ku bav û kur kî jî li ba me can dane. Dayîka wî sebîyî jî li cem me bû. Ew jinik nizanîbû ku çi bike. Mêrê wê û kurê wê miribûn. Geh diçû derve û geh dihat hundur. Belê carek din jî çû derve û îdî nehat cem me. Ez û ceseda tenê di wê jêrezemîn de man. Ez dibêm ku bela ez vereşîyabûm, jehrê min nekuşt. Min cesedê zarokê xwe hemêz kir û yek bi yek derxist derveyê jêrezemînê, hewşa malê. Li ber serê cesedê zarokê xwe ez 4 roja mam. Min dixwest ku ez cesedê wan bin ax bikim, da ku heywanê wehşî zirar nedin cesedê wan. ji wan heywanê wehşî, ê ku can dabûn jixwe can dabûn, ê din ji birçîna cesedê însana dixwarin. Belê min bi serê xwe nikarîbû wan bin ax bikim. Çavê min li însana bû ku bi alî min de werin û bi min re alîkarî bikin, da ku zarokê xwe bikim çalekî û ax bavem ser van. Min gav bi gav cesedê zarokê xwe dida ber dilê xwe, wek saxîya wan û hemêz dikir û bi wan de digrîyam. Canê wan nerm bû, bîhna wan xweş bû, xweyna wan wek miskê bîhn dida. Te digot qey ew sax in, nemirine.
Ew 4 roj bûn ku ez li ber cesedê zarokê xwe bûm. Tu kes bi alî me de nehatibû. Li der û dora me tenê dengê ne’wîna pisîka dihat. Ez dibêjim ku ew pisîk jî di ber rih de bûn û wek min ji kezeba şewûtî dinalîyan. Roja 4an însanekî di dora 55 salî de hat ba me. Ji min re got; “tu çima bi leşkerê Îranê re neçuyî û li vir bitenê mayî. Min jê re got; “xalo bi min re alîkarî bike da ku ez cesedê zarokê xwe bin ax bikim, da ku kelb cesedê wan nexûn.” Ji min re got; “dev ji ceseda berde û ji van dera dûr bibe, here, da ku jehr te jî nekuştîye” Ew çax leşkerê Îran ê jî hatin ba me û min girtin birin. Min dest ji cesedê zarokê xwe nedikir. Belê min bi zor birin kirin ‘erebê. Ewan çiqa min dikirin ‘erebê, min xwe ji ‘erebê davêt û ber bi cesedê zarokê xwe bazdidam. Nihêrtin ku nikarin min bi wî hawayî bibin, derzîkî li min xistin û ez ji xwe ve çûm. Min çavê xwe li alîyê Îran ê vekir. Çesedê her sê kurê min jî man li wêder. Li Îran ê 25 roj şunda min hemla xwe danî û ji min re zarokekî kurîn çê bû. Belkî Xweda wî kurî di şûna wan sê kurê min da, bi lutfa xwe, wek teselî da min belê li ba min qet şûna wan sê ewladê min ne girt. Birîna wan di qelbê min da cîh girtibû, jana wê birînê qet kêm nedibû. Eql û mêjîyê min her tim li Helepçe, li wê jêrezemînê, li ber cesedê sê kurê min mabû û li wûr cemidîbû, hişk bûbû, çavê min tiştek nedidît û ji tiştekî min lezzet nedistend. Heyat û jîyana min wek robotê hesin, bê hîs û hîssîyat bû.
Ez li ser çûyîna zarokê xwe dîn û dîwane bûm. Min agirekî bi mêlîd pêxist û sê cara xwest ku xwe bavêm wî agirî ji ‘ezab û şewta li ser zarokê xwe xelas bibim. Belê bi min girtin û ne hîştin ku ez xwe bavêjim agir.
Li Îranê, sê meh şûnda min û mêrê xwe hev dît. Gava ku min mêrê xwe dît ew jî aware bûbû, destê wî şikestibû, ruyê wî hatibû, dirêj bûbû te digot qey ji mezel derketîye. Em 16 sal li Îran ê man. Paşê em bi şunde hatin Helepçe. Belê hê jî li dilê min giran tê kû ez herîm cîhê xanîyê me yên wêgavê û şuna cesedê zarokê xwe bibînim. Ez bi wî alî da naçim. Ez hê jî ji bin piskolojîya wê êrîşê û qetilkirina zarokê xwe derneketime…”
Belê di salvegera qetlî’ama Helepçe de di şûna ku em behsa qetlî’amê bikin, me gotinê da yek birîndar û şahidê wê rojê da ku tiştê bi çavê xwe dîtîye, qismekî wan ji me re bêje. Şahida me jin bû û “Taqane” bû. “Taqane” ew bûn ku ji malbate xwe bi tenê ji wê qetlî’amê filitîbûn. Yanê şahida me tenê sê kurê xwe qurban nedabû, dê û bav, xwuşk û birayên wê jî di wê qetlî’amê de çûbûn û ji malbata xwe ew bi tenê mabû ku bûbû “Taqane” ya malbata xwe. Ji qetlî’ama Helepçe 33 kesên “Taqane” heta anha hatine zanîn û keşifkirin. Ew 33 kes, ji malbata xwe bi tena serê xwe xelas bûne. Ji bo wan ne bav, ne dayîk, ne xwuşk û ne bira hene. Ji bo zarokên wan jî, ne kal, ne pîr, ne ap, ne xal, xaltî û met hene…