Ji çar alîyê Kurdistanê gelek alim, akademîsyen û mêvan beşdarî panelê bûn.
Piştî tîlaweta Quranê û xwendina qesîdeyan berî panelê Edîtorê Kovara Banga Heq Ebdussemed Yalçin axavtina vekirinê kir.
Temamê metna axavtina Edîtorê Kovara Banga Heq Ebdussemed Yalçin wilo ye:
Seyda yên me yên ku bi îrşad û kesayeta xwe Melayê Cizîrî bi bira me tînin û jiyana me ronî dikin,
Lêkolîner û akademîsyenên me yên ku li ser Melayê Cizîrî xebatên bi qîmet kirine û gotarên hêja teqdîm dikin û înşaallah wê bikin,
Zana û mamosteyên me yên ku Melayê Cizîrî nasdikin, didin naskirin,
Endamên medyayê
Û hemû mêvanên me yên peyrewên Melayê Cizîrî ku ji nêz û dûr hatine
Hûn tev bi xêr hatin, ser sera ser çava hatin.
Emê îro bi wesîla bernama bîranîna Melayê Cizîrî di xizmeta we mêvanên hêja de bin.
Tiştê ku îro me li vir, li Cizîrê gihandiye hev Melayê Cizîri ye. Çimkî ew, bê mubaleğe sultanê dila, sitêrka asîmanê dila ye. Bi kurtasî te’rîfa Melayê Cizîrî jî he ev e. Ji Bakûr û başûr, rojhilat û rojava însan xwe li Mela digrin, ber bi wî ve tên. Ne ji erda Kurdistanê tenê jî, ji hemû ‘alemê însan xwe lê digrin.
Mela li Cizîrê derket, xelkê Cizîrê heqê wan heye bi vî nî’metî îftîxar bikin, bes şaxên evîn û ‘irfana wî li hemî ‘alemê belavbûn.
Di vê dewra me de ku meşakilên jiyanê bi ser me de girtine; jiyana me ya komelayetî, aborî, siyasî, perwerdehî û herwekî dî ji irfan û ‘işqê dûr ketiye îhtiyaciya me bi Seydayê ‘işqê heye, bi seydayê ‘irfanê heye, bi seydayê dunya û axretê heye.
Ji ber vê yekê hemû sempozyum, panel, konferans û bernameyên ku li ser Mela çêdibin bi qîmet in. Me jî xwest em bernamekî çêkin ku xas û ‘am hêmû jê îstîfade bikin. Di gel melayên di mîhraban û ser mîmberan, di gel mamosteyên zanîngehan, akademîsyenên ser kursiyan, xelkê kuçe û bazaran jî pêwistiya wan bi naskirina Mela heye. Xelkê me çiqas Mela nasbikin emê hewqas di jiyana xwe de serkeftî û dilişad bin, wê hewqas pirsgirêkên me kêm bin û necahetên me zêde bin.
Sebebê ku me bernama xwe ne di salonê de li derve çêkir jî ev e. Me xwest ku her kes û bi asanî xwe bighînin bernama me, em jî bi asanî xwe bighînin wan û tev bi hev re Mela bi bîrbînin. Çimkî Mela xwe di medrese û mizgeftê de hesir nekiriye û ji xelkê, xwe tecrîd nekiriye; wek ava şêrîn herikiye, qern û zeman derbas kiriye, ferd bi ferd xwe gihandiye qelbê însanê xwe. Em çiqas Mela nas bikin, em çiqas Mela bidin naskirin û bi bîr bînin wê bi wî qasî guherînên erînî di jiyana me de çêbibin. Heger îro gilî û gazinên me yên cûr bi cûr zêdebûbin ez di wê baweriyê de me ku ev yek ji bîr neanîna Mela ye, ğeflet mayina me ye ji ‘işq û ‘irfana Mela. Bîranîna wî, îhya kirina ‘alema wi ya fikrî, îhya kirina tesewwur û ‘irfan û ‘işqa wî wê me bighîne dunya a wi. Dunya a wî ya ku xwen û xiyalên me pê dixemilin.
Bi van hizran me ev bername tertîb kir, me we mêvanên bi qîmet da’wetî Cizîra Mela kir. We jî teşrif kir, em muşerref kirin.
Ez zêde dirêj nakim, erbabên gotinê, xwedyê gotine hatine li vir hazirin, ezê gotinê ji wan re bihêlim.
Di vir de li ser navê malbata kovara BANGA HEQ û licneya ku barê bernamê hilgirtiye û vê keda hêja derxistiye, ez şukr û teqdîrên xwe teqdîmî yek bi yek we mêvanên bi qîmet dikim.
Silav û rehmet û bereketa Xweda li ser we hemiyan be.