Kovara Banga Heq, li navçeya Cizîra Şirnexê bi şîara “Stêrka Asîmanên ‘Işq û Îrfanê: Melayê Cizîrî” panelek tertîp kir.
Ji çar alîyê Kurdistanê gelek kesên akademîsyen, alim û her wisa Parlamenterên HUDA PARê Serkan Ramanli û Şahzade Demîr jî beşdarî panêlê bûn.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û axavtinên silavdayînê hatin kirin.
Ramanli, di serê axavtina xwe de ji Kovara Banga Heq re sipas kir.
Ramanli weha got, “Gelî Bira! Her wek seydayê me Mele Mizgîn jî got ku hêj zaroktîya min zimanê min bi min şêrîn bû bi wesîleya wî. Xwedê wî ji serê me kêm neke. Îro em pir bi mûşerref in ku em li cem hev in, em li gel wî ne, bi îzna Xwedê em ê jê jî hê bi deh salan îstîfade bikin. Her wek seydayê me jî got, pêşîvanê me, rêzanê me, alimê me van zatên mezin ku îro em bûne mêvanê wan bi sedsalan ‘Işq û evîn û hîkmet û îbadetê bi me dane naskirin û hezkirin. Helbet ji ber ku şiîrên wan, nivîsên wan û xebatên wan tabiîbûn, haya me ji zimanê me heye.”
Ramanli destnîşan kir û got, “Her çiqas em di muhafezekirina zimanê xwe de em ne zêde bixîret bin jî îro ew stûn û qaîdene ji me re.”
Ramanli di dawîya axavtina xwe de weha got, “Kengî me pala xwe da wan, ew ê pişta me neyê xwarê. Îro em di rewşek wiha de ne ku şer û pev.ûn, xwîn û kuştin bûye qedera me. De ka werin vê carê em jî goh bidin van seydayên xwe, Melayê Cizîrî û van zatên mezin. Em jî wek wan bibine saqîyê ava jîn û heyatê. Em bibine saqîyê şerbeta muhabbet û ‘Işqê. Em berê xwe ji pevçûn û şer dagerînin. Em destê xwe ji xwîn û kuştinê vekişînin. Înşaallah van zatên mezin hem bibîranîna me ku bi îman û îxlasa me hem jî çand û hûnera me wê rêya me ronî bikin. Bi van hîssîyatan ez Banga Heq pîroz dikim. Xwedê ji birayên me razî be û fealîyeatên wiha înşaallah berdewam bibi. Û em ji van mezinên xwe û seydayên xwe têr bibin. Emanetê Xwedê bin.”