Kovara Banga Heq, li navçeya Cizîra Şirnexê bi şîara “Stêrka Asîmanên ‘Işq û Îrfanê: Melayê Cizîrî” panelek tertîp kir.
Ji çar alîyê Kurdistanê gelek kesên akademîsyen, alim û siyasetmedar beşdarî panelê bûn.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û axavtinên silavdayînê hatin kirin.
Moderatitîya bernameya ji teref Prof. Dr. Nurullah Kurt ve hat lidarxistin û Prof. Dr. Nesîm Sonmez jî di panelê de derheqê “Peyama Însanîyet, Heqîqet û Yekîtîyê di şiîrên Melayê Cizîrî de” axavtinek pêşkêş kir.
Sonmez îfade kir ku Melayê Cizîrî, alimek mezin, şaîr, edîb û mutasawwufekî Kurdan e, got ku Ew, şehsîyetekî ku bi çanda Îslamê xwe perwerde kirîye ye.
“Ev rastîyekî ye ku fikrên wî di pêşveçûna medenîyeta însanîyetê de feydeya wî hebûye”
Sonmez destnîaşn kir ku Melayê Cizîrî di Edebîyata Klasîk a Kurdan de xwedî dîwanekî bitertîp e, “Dîwana wî di edebîyata Kurd a Klasîk de kitêbekî pêş hatîye qebûlkirin. Melayê Cizîrî di dîwana xwe de felsefeya Îslamê ji serî ve şîrove kirîye. Ev jî nav û dengê wî ji edebîyata klasîk jî pêşve birîye. Ev rastîyekî ye ku fikrên wî di pêşveçûna medenîyeta însanîyetê de feydeya wî hebûye. Di şiîrên Melayê Cizîrî de ji bo heqîqat, yekîtî û însanîyetê gelek peyam hatine dayîn. Bi van peyaman xwestîye ku ji civakê re bibe rêberekî.”
Sonmez peyamên Melayê Cizîrî yên ku di dîwana xwe de gotîye wek sernavî bi vê şeklê îfade kir:
“Vefakarî: Li gorî ferhengê maneya wî ev e ku xwedî li soza ku ji însanê re daye derdikeve. Berdewamkirina rêya ku dest pê kirîye ye. Însanek wefakar dema ku sozekî dabe, heger ji wî însanî re zerarekî jî were xwedî li wê soza xwe derdikeve. Însanê wefakar, însanê ku dostîtî û hezkirinê nîşan dide ye. Însanên wisa di dema zor û zehmetîyê de hevalên xwe terk nake û wan bîrva nake.
Bawerîya ji xwe re: Em vê tiştê dibêjin daîma însanên rojhilatê paşve mane û însanên rojavayê pêşve çûne. Feqet em dibînin ku Melayê Cizîrê van fikran rexne dike. Em dibînin ku Hafiz-î Şîrazî di edebîyata Farisan de gihaştîye lûtkeyek bilind. Melayê Cizîrî 250 sal berê rehmet kirîye. Ew însanekî ku bawerîya wî ji xwe re hebû û digot ku ew ê wî derbas bike. Digot ku ew ê ji Şîrazî jî xweşiktir şiîran bibêje. Dema ku meseleyek vedibe em Kurd dibêjin, ‘Em Kurd paşve mane.’ Na, tiştekî ewakî tineye. Mînakek ez bibêjim, rojnameya ewil a Kurdan di sala 1880an de li Qahîreyê dest bi weşanê kirîye. Lê belê di Dewleta Osmanî de kengî rojname hatîye weşandin û nivîsandin? Ew jî hema hema di heman dîrokê de dest pê kirine. Em dizanin ku Baba Tahîr Uryanê ku di Edebîyata Kurdan de şexsîyetekî herî mezin e di sedsala 11-12an de jîyaye û şiîran nivîsandîye. Dîwan-ê Lugat-î Tirk ku eserekî Tirkan e, jî hêj piştî eserên Baba Tahîr e. Divê em xwe paşve nebînin.
Zanebûna heqîyê: Weka ku Melayê Cizîrî dibêje; çi dibe bila bibe divê em neheqîyê li heqîyê nekin. Divê heqê Misilmanan be, yê Xristîyanan be, yê Cihûyîyan be gerek heqê wan neyê xwarin. Wek ku Melayê Cizîrî dibêje heger sûcdar be jî divê em wî gohdar bikin û xwe biparêze. Hakim û dozger bi şekleke azad biryara xwe dide. Weka ku Melayê Cizîrî dibêje heger te derheqê min de tiştekî bihîst, lêkolîna xwe bike û delîlên xwe bicivîne û were bi mehkeme bike.”