Nivîskar Nasuh Sevînîkê ku di Panêla Melayê Cizîrî ya ku ji teref Kovara Banga Heq ve hat tertîpkirin de axivî weha got, “Rêya tesîskirina ewlehî, hizûr, pêşveçûn û serfirazîyê bi kaos, herb, pevçûn, înkar û asîmîlasyonê nabe; encax bi xwedîderketina îlîm, îrfan, mîras, dîrok û koka xwe û parastina nirxên însanî mimkin e.”
Kovara Banga Heq, li navçeya Cizîra Şirnexê bi mijara “Stêrka Asîmanên ‘Işq û Îrfanê: Melayê Cizîrî” panêlek tertîp kir.
Ji panêlê re ji çar alîyê Kurdistanê gelek kes beşdarî bûn, Nivîskarê Banga Heq Nasuh Sevînîk jî beşdarî panêlê bûn û axavtinek kir.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û axavtinên silavdayînê hatin kirin.
Sevînîk, di serê axavtina xwe de ji Kovara Banga Heq re sipas kir.
Temamê metna axavtina Sevînîk bi vî rengî ye:
Bernameya Bîranîna Melayê Cizîrî
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Dil yek e dê ’işq-i yek bit ’aşiqan yek yar-i bes
Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-i bes
Min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê ’işq
Lew di ’işqê da ko best ihram û yek zunnar-i bes
“Ji ezel heq bi melê daye ji ‘işqê qedehek /
Ta ebed mest û xerabin ji mayê vê qedehê.”
Mêvanên bi qedr û qiymet, dostên muhterem ên ehlê ilm û irfanê û hemşehrîyên min ên ezîz!
Îro em tev li vê derê hatine cem hev da ku em wan mezinên xwe yên ku ji nava bajarê me yê qedîm Cizîra Botan derketine û bi berhem û xebatên xwe feyde dane mîrasa çandî ya cîhanê û ew pêşve birne bi rehmet û minnet yad bikin.
Lewra ji bo bêedebî nebe min bi beytên Mela dest bi axaftina xwe kir.
Melayê Cizîrî; ‘alimik li tefsîr, hedîs, fiqih, mentiq, felsefe û astronomîyê de gelek kûr e. Lê di warê ‘eşqa Îlahî û tesewwufê de qewwasê behra ‘emîq e. Ustadê me Bedîuzzeman Saîdê Kurdî ‘Eşqê weha te’rîf dike: “’Eşq, mehebbetek dijwar e. Wextê berê xwe dide yarek fanî, ya xwedîyê xwe di ezab û elemê de dihêle yan jî ji ber ku ew yarê fanî ne layîqî wê muhebbeta dijwar e, li pey yarê ebedi dikeve. Bi vî şiklî ev ‘eşqa mecazî tebdîlî ‘eşqa heqîqî, yanî ‘eşqa Îlahî dibe” Melayê Cizîrî bi şê’r û helbestên xwe vê ‘eşqê bi her rengî ji mere pêşkêş dike. Pê mifta hikmet û ‘irfanê derîyê esrarê ‘eşqa îlahî ji mere vedike. Ew ne tenê ustadê gotinê ye, di heman demê de ustadê me’na jî ye
Dostên ezîz û dilovan!
Em bes bajarekî temsîl nakin, di heman demê de em beldeyeke wêlê temsîl dikin ku ew belde di bin sîya Çiyayê Cûdî de ye û warê Hz. Nûh e. Ev warê ku em niha li ser dijîn ew ware ku piştî tofanê bûye wargeha beşerîyetê û însanetî ji nû ve îhya û şînbûye û carekdi hikmet û ilim û ‘irfan xwe nîşan da û belav bûye. Ha eve rûhê Cîzîr û Mezopotamyayê. Navê vî rûhî; rûhê ji bo İnsanîyetê umîdvarî û ji nû ve Şînbûn e.
Li ser van axan; Ebul Îz el-Cizîrî mezin bûye ku ew mucîdê zanista sîbernetîk û robotîkê ye. Wî nîşanî me da û hînî me kir ger ilim feyde bide encax wê demê dibe xwedîyê qedr û qiymeta ku heq dike.
Birayên Îbnûl Esîr li ser van axan hatin dinyayê û li van deran mezin bûn ku wan di warê ilmên dîrok, edebîyat û hedîsê de ji dinyayê re bûn fener û ronahî. Ew vê heqîqetê tînin bîra me: “Ew milletên ku heqîqetên wan nayên qeydkirin bê hafiza dimînin û ew kesên bê hafiza jî bi demê re tune û winda dibin.
Dîsa li ser van axan Şêx Seyda, Seyyîd Qadrî û Seyyîd Elîyê Findikî bi hikmet û tesewwûfê bi ilm û şê’rên xwe eşq û heqîqet bi beytan neqş kirine û rêya îrfanê li ber me vekirine.
Dîsa alim û arifên wekî Şêx Muhammed Nûrullah û Şêx Muhammed Zekî li ser van axan hatin dinyayê. Wan ilmên fennî û ilmên dînî anîn ba hev û him bûn ehlê hareketê û him jî bûn ehlê ilmê.
Heyata wan vê yekê ders dide me: Dema ku bawerî, eqil û ilim dibe yek millet û welat îhya dibe û medenîyet pêşve diçe.
Cemaata hazir, mêvanên bi qedr û qiymet!
Ev şexsîyetên ku navên wan li vê derê hatin zikirkirin û gelek kesayetên din ên mîna wan bes heqîqetekê nîşanî me didin:
Rêya tesîskirina ewlehî, hizûr, pêşveçûn û serkeftinê ne bi kaos, pevçûn, înkar û asîmîlasyonê ye. Rêya tesîskirina van heqîqetan; encax bi ilm û ‘îrfan, xwediderketina mîras û tarîx û koka xwe û parastina nirxên xwe yên Însanî ne. Em tev dibînin û şahid in dema ku em wek millet kengê ji van heqîqetan dûr dikevin çi tê serê me û em çiqas zehmetîyê dikişînin.
Di van rojan de behsa projeyên çareserîyê tê kirin. Lêbelê em dizanin ku çareserîya rastî û heqîqî eve ku: Avakirin û lêkirina nîzamek li ser bingeha sulh û biratîyê, li ser esasê heqq û ‘edaletê, teminkirina heq û hiqûqê însanî di sîstemek adil de ye. Ha ev ew heqîqete ku; eşqa Melayê Cizîrî, hafiza û ilmê biraderên Îbnûl Esîr û îrfana Şêx Nûrullah nîşanî me dide.
Dostên bi qedr û qiymet!
Em warisên cesûr û xîretkêşê welat û milletê xwe ne! em mecbûr in ku li mîrasa Hz. Nûh, li bereketa Çiyayê Cûdî û li hikmetên alim û arifên xwe xweyîtîyê bikin. Lewra em dikarin encax bi vê mîrasê pêşîya xwe bibînin û bi gavên sexlem ber bi îstîqbalê ve bimeşin. Bi vê sefîneyê necatê bigihîjin sahilê selametê.
Gelek mamoste, xoce, alim, akademîsyen û dostên me yên bi qedr û qiymet ku li vê derê hazirin! Ez dixwazim weke mîhmandar li ser navê birayên xwe yên Cizîrî ji we hemîyan re yek bi yek silav û spas û hurmetên xwe teqdîm bikim. Hûn bi hatina xwe ya li vê derê we ev bername muşerref kir. Hûn umîd û quwwetin ji bo millet û welatê me!
Rebbê alemê yekîtî û tifaqa me daîm bike û rêya me bi hikmet û ilmê ronî bike.
Her daîm di nav xêr û xweşîyê de pîrûz û serbilind û serfirazbin
Silav û rêz û hurmet û muhabbet ji bo we hemîyan.
Wesselamualeykum werehmetullah.