Pirsgirêka Kurd çî ye?
Bersiv; tiştekî ku sed sal e tê zanîn ev e: Gelên ku “hebûn û jîyana wî, dîrok û zimanê wî, war û welatê wî; bi destê biratîyê hatîye înkarkirin.” Navê wî; Pirsgirêka Kurd an Meseleya Kurdistan e. Ev însan Kurd e, ev welat Kurdistan e, ev ziman jî Kurdî ye. Gelê Kurd ji bo heqq û hiqûqên xwe yên qedîm neçûye ber derîyên Cihû an Nasranîyan. Daxwazîyên xwe ji birayên xwe yên Musliman re dibêje. Mesele ev e. Kul û birîn, cehalet û xeflet, yar û neyarî sedem temamî ev e.
Bo van daxwazîyan çi mû’amele bûye?
Me di serê gotina xwe de got. Gelê mehrûm û mezlûm Kurd; qezencên xwe yên Îslamî û însanî ji birayên xwe yên Musliman dixwaze. Eslê de’wê xwestin jî eyb e. Birayên Musliman, gerek heqên birayên xwe; bi xwestînê nîne, bê xwestin û bi destê xwe bidin birayên xwe. Bo qezencên xwe yên fitrî xwestin parsekî ye; ‘eyb û şermeke mezin e. Di dinyayê de jî ûsûl wisa ye.
Heqdayîn ji xwe tune ye, serda jî gilî û gazin heye, lome û lînç heye. Ji vanan wêdatir jî Kurd, bi tiştên nebaş tên sûcdarkirin. Mû’amele ji îtham û sûcdarkirinê jî derbaz dibe. Temamên qezencên Kurd û Kurdistanê redd û înkarî bûye, koçberîyên zordarî yên fermî diqewimîne. Komkujî û paqîjîya etnîk çêbûne. Ev helbet felaket in. Bi destên Yahûdî û Nasranîyan nebûne; bi destên Muslimanan bûne. Kulla kûr, êşa mezîn jî ev e.
Bûyerên ku hatine serê Kurdan; li gor Îslamîyetê gûnehên kebaîr in, zûlm in. Li gor temamên distûrên cîhanî yên meqbûl sûc û cirmên giran in, cinayet û komkujî ne. Ji alîyên medenîyetê de cehalet in, ji ‘esrê der tişt in, wehşîtî, hovî û cinawirî ne!.. “Evlad-ı Kervelayme. Bê gunayme! Ayvo! Zulumo! Cinayeto!''(Seyyîd Riza)
Pirsgiraka Kurd dibe sedame gelek Pirsgirêkan
Bo Tirkîya -neyê gotin jî- pirsgirêka herî mezîn pirsgirêka Kurd bi xwe ye. Dewra Şefên Millî bigirin heta îro meseleya wê dewleta ya ewwil Meseleya Kurd û Kurdistan e. Meseleyek wisan mezin û girîng e ku li nav welat û dervayê welat di her mewzûyê de ew behs dibe. Bo wî milyar dolar diçin, projeyên taybetî û kûr çêdibin. Di hevdîtinên navnetewî de Tirkîya bo wvê meseleyê tel’în dibe, tê şermezarkirin.
Rûreş û xwînmijek mîna Netenyahû ji Tirkîya û serokwezîr re dibêje: “We jî li ser Kurdan bêtir komkûjî kirîye.” Mîna van gotinan Ûriz, Emrîqa, Çîn û dewletên Yekîtîya Ewropa jî gotinan dikin. Helbet xwedîyê van gotinan ehlê vîcdan û edaletê nînin; lê hevdîtinên navnetewî de gotinên kin û dirêj re jî firsendê dibînin.
Heke em bi çavê îman, îz’an, wîcdan binêrin sedema neçarîya me, qîl û qal, mûnaqeşe, birakûjî û şerrên hindirîn… Sedem temamî ev pirsgirêk in. Ev baş tê dîtin. Gerek em êdî vê birînê bîbînin. Dema ku em nebînin nikarin derman jî bibînin.
Şefên millî ewilî di Lozanê de gotin; “Ti caran pirsgirêkek wisa tunî ne. Mebûsên Kurdistanê mewcûd in. Em hemû bira ne. Ev dewlet ji xwe yê Tirk û Kurdan e…” Piştre jî ewwil navê Kurdistanê qedexe bû.
Ji Kurdan re “Kurd” nehat gotin. Navê Kurdan êdî ev bû: “Welatîyên ku bi eslê xwe Kurd in.” Zimanê Kurdan me’lûm e; ji malbata Hînd-Ewropa ye. Ji wî re jî gotin “Ji zimanê Tirkî şaxek e. Navê Kurd jî ji jîyana sar û sermayeya zivîstanê zaye; ji “kart û kurt” e(!)…
Yanê gor hişê dewletê, heqîqetê de “bi navê Kurd nijadek, bİ navê Kurdî zimanek, bi navê Kurdistan jî welatek nebûye.” Wekî mamikên meyên zaroktîyê: *“Tiştek min heye tişt nîne! Ser kevirê xwûşt (şûtik-bel) nîne! Hêk dike mirîşk nîne! Bizan ev çî ye? Ev kûsî bû lê navê nijadek 70 milyon tû tiştek tune. An jî “…ser qûnê, paş çavan!” (Me zaroktîyê de lîstika pîklo/çav-girtik de digot). Bo kê nizanim lê ‘eyba mezin, fedîya giran (!) jî ev e!
Çi Tirk, çi Kurd, çi Ereb û Ecem… Gerek hêdî wê eşa giran, van kûl û derdên mezin, van şûxûl û projeyên kûr yên îstixbaratên emperyalîstan li axa vî milletê wefakar û yetîm bête dîtin!
Heqîqet, ev pirsgirêkek û webalek mezin e. Tenê pirsgirêka herêma me nîne. Tenê pirsgirêka Şerqa Navîn jî nîne. Bi cehalet, xeflet, hîssîyat û nîjadperestîya birayên me Kurdan ev pisrgirêka êdî “pirsgirêkek navnetewî” ye!
Nijadek merd, vefakar, cefakar, heqperest û Musliman… Dinê nasdike lê birayên wan ê Musliman; red, inkar û nasnekirinê re înad dike. Ev çi ecêbek û xefletek kûr e!...
Îro Xezze; hember Emrîka û Qereqola wî İsraîl serhildan e. Ev emperyaîstan a ber çavên me li ser Kurdan jî hesabên kûr dikin. Dewletên Musliman jî rêça wan de dıçin. Ferq ev e: Îstîxbaratên Sermîyana Sîyonîzmê hesabên xwe; êdî eşkera, bo mexdûrîyetên Kurd û Kurdîstanê behsa şefqet û edaleta xweyên derewîn dikin. Bi zordarî, bo terorîzmê Kurdan teçhîz dikin. Bo ku Şerqa Navîn de wan re hêsir, xwîn û birakûjî lazim e. Aletê sûc, gûneh û cinayetên wan jî gelê Kurd e. Bo ku ew; mexdûr in, mehkûm û bindest in… Dest ji Kurdan bernadin, ji Şerqa Navîn dernakevin.
Birayên Kurdan gerek van bûyeran bibînin. Kurdan, gerek muhtacê merhemet û ‘edaleta emperyalîstan nekin. Ev jî tenê bi gotinê nabe, îcraat ferz e! Musliman gerek pêş Emperyalîstan hiqûqên birayên xwe bibînin. Dîtin ne bes e gerek bibêjin, gotin jî ne bes e, gerek bi devê fermî bê î’tîraf kirin. Devê fermî jî ne bes e, gerek distûran de bête nivîsandin. Distûr jî ne bes e, îlla îcraat... Şerqa Navîn êdî jı barên giran re ne musaît e! Rewş nazik e û zemîn nazenîn e.
Barê giran çî ye?
Îro di meclîsê de meseleya Kurd û Kurdî her roj di rojevê de ye. Xortên ku bo sibeyên me, bo derdê me derman in îro dikujin û tên kuştin. Sedem; di serî de hişê fermî ye, xefleta me û mudaxeleya îstixbaratên emperyalîstan e. Bav û kalên van xortan; doh li Çeneqqele, Yemen, Hîcaz û çar alîyê Şerqa Navîn ji hev re pişt û penah bûn. Hev re kenîn, hev re girîn. Îro li ser erdê wehyê, li axa tewhîd û biratîyê… kê, kêjan bêbextan dest bi red û înkarîya biratîya qedîm kir? Kê tehcîra fermî derxist? Yên ku birakûjî û komkûjî kir kî bû? Kula Helebê têkeve mala wan xayîn û xizmetkarên kufr u zilma emperyalîstan!
Di mucadeleyên Herba ‘Umûmî de heft reng belkî jî heftê rengê millet bi hev re bûn. Her reng hebû lê red û înkarî tûcaran tune bû. Li ser vê biratîya heftê rengî her sal ji nû ve bihar dihat. Havîn dibû payîz, payîz jî dibû zivistan lê her zivîstan mizgîna bihara me bû.
Çi bû, çi qewimî?… Kê, çi wextê, çitor, çi kir nizam lê îro war û welatê me Muslimanan hemî demsal zivistan e. Em helbet Ehlê Tewhîdê ne. Li ser erda xîlafetê; ba dagirkerên zordar û emperyalîstan şerên mezin bûn. Ummet, zahîren xalib bû lê mûqtedîr û îqtidar nebûn. Li ser navê cimhûrîyetê dewlet ava, gel azad, serok ji me bûn;lê ji nişka ve her tişt, her der xerîb bû(!)
Wan jî mîna ehlê tewhîdê gotin; “Bijî îstiqlal û azadî…” Pişt re jî gotin; “Yek dewlet, yek millet, yek al, yek welat!” Em ehlê îman û îz’anê, bi van gotinan keyfxweş bûn. Bo ku em yek dewlet; biratî dizanin. Yek millet; milletê Îbrahîm (e.s.) dizanin. Yek al; ala Tewhîdê qebûl dikin. Yek welat; ji sînor û mûhafizan dûr temamê erda wehyê dizanin. Distûrên ku em dizanin yên Îslamî û medenî jî wisan dibêjin.
Peyvika “YEK” yên ku dewlet û distûrên wan dibêjin, ji yên Îslamî û medenî cudatir bûn. Di gotina yekî de “tewhîd û yekîtîya deng û rengên neteweyan hetta yên navnetewî” heye; yê Axalerên(!) me de “tefrîqe” mewcûd e. Gelên mehkûm, her daîm mehkûman xizmetkar e; neçar û sûcdar e.
Bi ziman; gel temamî wekhev in, bira ne lê yên “kêmên asê” yên xweyî îqtidar; zêdetir wekhevî(!) û birayên taybetî ne. Ji al û dewletê re xizmetkarî bo herkesî ye lê dewlet û al; li ser yek navê tê zanîn, di distûran de yek netew, xisûsen pîroz dibe, tê xelatkirin.
Şerqa Navîn, dewletên ku li ser merkeza axa wehyê ava bûne di temamîyan de me’na wateya “Yek” ev e. Ev jî; red û înkarîya gel û zimanan e. Red û înkarî, aşkera nebe jî asimîlasyoneke fermî yê qedîm berdewam e. Ev jî bo beqa ya ummetê, bo yekîtî û asayîşa Muslimanan felaketek mezin e.
Gelê Kurd û axa wî yên qedîm Kurdistan îro birîndarê van proje û distûran e. Birayên Kurdan yên Musliman, wê bar û birînê baş dizanin lê çareserî nagerîn û naxwazin. Îstixbaratên emperyalîstan jî, bar û birîna Kurd û Kurdistanê xweş dizanin. Li ser van kul û derdên bindestan pir hîkayatên rast û derew hevtînin. Bi van hekyat û fesanan, ji ‘emelên xwe yên nebaş re gelek malzeme derdixînin.
Çi derdixînîn?
Temamên operasyon û dagirkerîyên xwe li ser van bêdadî û mexdûrîyetên gelên bindest, bêkes û bêumîd dimeşînin. Şûxûlên îstixbaratên sîyonîst û emperyalîstan; li ser van birînan, li der dorên van gelan, taybetî jî dor Kurdan diqewimin. Li ser kul û keser û xwîna me dighîjin emelên xwe yên fesadî û şeqawetê. Terorîzmê belav dikin, bûyerên terorê diqewimînîn. Dawşandina terorîzmê, terorîst û şeqîyan axa me de dikin. Hasilî, dewletan ji gelan re, gelan jî ji dewletan re dikin dijmin. Yanê aqlê me belaya serê me ye. Dijmin ne hewce ye.(!)