Carekî ji caran rihmet li dê û bavê xwendevanan. Li daristanekî gakoviyek bi aramî, bêminetî diçêriya. Nişkêv de şêrekî birçî lê derdikeve û hêrişê dibe ser gakovî. Gakoviyê reben fitlan dide xwe, tewlebaz dike, direve, şêr jê nahewe. Şêrê çir ser dikute ser gakoviyê û devî bi devî digerrine. Hevraz û berwaran de diwestîne. Bi qudreta Xwedê zinarek derdikeve pêşiya gê. Axir bi fondekî şêrê zorbe û xurt bi qiloçên xwe li zinar asê dike. Şêr bê mefer dimîne. Dike nake ji qisqaca gakovî xilas nabe. Gakovî jî qasî îmana xwe dizane ku qiloçên xwe sist bike, şêr ê bifilite û zikê wî bidirrîne. Ji lewra bê lipat dimîne. Di dawiyê de her du jî ji birçînan dimirin.
Eva bû qiseta Rojhilata Navîn. Hember pirsgirêkan helwesta dewlet û miletên vê herêmê ji halê gakovî û şêr cudatir nîne. Lewra çiqas pirsgirêkên herêmê hene, hemû kujende ne. Hinde emrê min e, hê min nedîtiye ku li Rojhilata Navîn pirsgirêgek bi hêsanî çareser bûye. Bi rastî nayê bîra min ku pirsgirêgek çareser jî bûye. Ji ber vê yeke Rojhilata Navîn dafikeke kujende ye.
Yê ku ev dafika kujende daniye jî medeniyeta Ewropayê ye. Sînorên herêmê hemû, bi vî awayî Ewropiyan xêz kirine. Di nava hemû sînoran de jî pirsgirêkên bê çare, wan çandine. Di hêrêma Rojhilata Navîn de hemû dewlet û milet di vî bendî de hêviya mirina xwe ne.
Medeniyeta Ewropayê çima ev dafik ji bo Rojhilata Navîn daniye gelo? Bersiva vê sewalê dûr û dirêj e. Alîyekî ve jî kûr û bêbinî ye. Lewra ez bi kurtasî bêjim: Ewropiyan di serî de qada navxweyiya xwe paqij kirin, hewşa xwe gorî dilê xwe şikilandinê. Aboriya xwe pêş de birin, hêza xwe ya lêşkerî xurt kirin û bi saya teknolojiya xwe ya pêşketî berê xwe dane cihana mayîn. Çi kete ber wan, talan kirin, dizîn, şêlandin, mêtin û revandin, kuştin, bêser û berate kirin. Tovbirrînên nedîtî kirin. Reşikên belengaz ên Efriqayê ji xwe re kirin kole. Bi salan bi darê zorê di dezge û çolikên xwe de bi awayê nanoziko dane xebatê. Bu kurtasî li ser keda gelên jar ji xwe re di parzemîna xwe de bihûştek ava kirin û li kêfa xwe nêrîn.
Di darê dinê de tu medeniyet tunebû ku tama devê wan bihetikanda, ji xêncî medeniyeta Îslamê. Loma, sînorên ‘alema Îslamê, ango Rojhilata Navîn gorî daxwaza dilê xwe xêz kirin. Di hundurê hemû sînoran da jî pisgirêkên gelek xeternak bê çareserî hîştin. Lewra ku meriv li nexşeya Rojhilata Navîn dinêre, dibîne ku her sînorê di navbera du, sê yan çar dewletan da hetmen pirsgirêkên ateşîn hene û serê hemû dewletan û miletan bi van pirsgirêkan diêşe û di galegalê de ye. Hindîstan û Pakîstan bo pirsgirêka Keşmîrê; Îran, Tirkiya, îraq û Sûrî bo pirsgirêka Kurd; Cezayîr, Fas, Lîbya bo pirsgirêka Berberî bi derdên kujende ve mijûl in, tu rêyê nabînin, nikarin bibînin bo çareseriyê.
Ew dewlet dizanin ku gavên çareseriyê, dibe ku bibe sebebê perçebûnê. Lewra bi xofeke bêdawî, bi saweke lerzedar li pey tevdiran in. Lê ew miletên di nav sînoran de jî hewceyî jiyanê ne. Bi kurtasî mîna gakovî û şêrê di çîrokê de li ber hev sekinîne. Her du alî jî ber bi mirinek muheqeq ve titol dibin.
Medeniyeta Ewropayê difikire ku bi saya vê planê yê aramiya xwe, huzûr û rihetiya xwe bidomîne. Nexêr. Qaydeke gerdûnî heye. Meriv bîra yekî bikole, bixwe dikeve wê bîre. Ewropaya ku Rojhilata Navîn, alema Îslamê kiriye nava dafika pirsgirêkên kujende, bixwe jî bûye qurbaniyeke vê dafikê.
Îro medeniyeta Ewropayê hemû hêzên xwe, hemû enerjiya xwe, hemû teknolojiya xwe, hemû ilm û zanîsta xwe ji bona berpa mayîna vê dafikê xerc dike. Bi gotineke din, Rojhilata Navîn dimirîne lê bi xwe jî ber bi mirineke teqez titol dibe.
Tu bîra yekî bikolî, bivê nevê tê bikevî wê bîrê.