Daxwaza bawerîyê bi herkesî re heye, lê ji bo vê daxwazê xefik zahf in. Xwedîyê wê daxwazê bi xwe jî dibe ku xapînok be, dijminê te û xwe be.
Bawerî, bi xwestinê ve girêdayîye. Rastîya tişt, raman an jî hestan ne girîng e; hesil xwestina dil e. Lewra dibe ku dil ji rastîyê jî hez neke. Durîstîya exlaqê, ji dilekî ku ji berjewendîyên dinyayê re kar dike, ji dilekî ku daye pey hestên demborî re ne girîng e; lewra xwestina dil dikare her tiştî li gorî xwe biguhere an jî çawa bixwaze wisa dibîne.
Çiqas nîşan bên ber mirov jî xwestina mirov ji hebûn û agahîyên ber çavan bihêztir e. Xwestina derûnîyê ji daxwazên derve bihêztir in. Li derve tofan jî biqewime, derya bibe du şeq jî ji wan re weke sêhrê tê. Nexwestina dîtinê, hilbijartineke bahwerî ye. Lewra rastî li ber çavan e, lê ji bo nixumandina rastîyê derew, bêbextî û karên veşartinê divê. Ji bo ku li hemberî Rebbê ‘aleman deyndar dernekeve, naxwaze rastîyê bibîne. Xwe dixapîne, derdorê dixapîne, lê nikare xwediyê ezmûnê bixapîne.
Yê ku dibêjin: “Mirov ne azad in” an bi xwe nizanin, an derewan dikin. Di her bûyer û rewşê de kêmanî du rê şanî mirov dibin. Du bijark, du raman. Ev her du rê bi tevayî li dijî hev in. Êdî tu û wijdanê xwe dimînin. Êdî esil tu û dilê xwe ne. Hilbijartin û neqandin, îspata peyvên ku ji dev derketine û îspata hestên di dil de ne. Mirovên ku bextê xwe reş dikin, tevgerên xwe yên nebaş dixin sukra felekê. Xwe dikin qurbanê qedera ku ew ji xwe re li hev tînin. Ya rast ji bo ku naxwazin berpirsîyar bin, bêbextîyan dikin. Lê nexwazin jî wê herkes bedela tevgerên xwe bide. Lewra her tevger bi xwestinekê ve û bi îradeyekê ve girêdayî ye.
Kî bixwaze, dikare zû bawer bike. Kî nexwaze jî bawerîya wan ne mumkun e. Yê ku bixwaze ji bo bawerîya tiştekî dikare gelek sedeman bibîne, lê yê ku nexwaze bawer bike, dikare gelek ma’neyan bibîne. Lewra bawerî, birayê xwestinê ye.
Di têkilîyên aborîyê de jî daxwaza bahwerîyê pir girîng e. Kesê ku tê xapandin ji ber timaya xwe tê xapandin. Dema ku xapînok bijarkan dide ber an jî li ber çavê wî kesî danûstandina xwe xweş dike, ew kes dikare jê bawer neke, lê tima dibe û dixwaze bawer bike, lewma tê xapandin. Armanc û xeyalên mirovan di bijartinê de hertim li pêş in û dikin ku li gorî van armanc û xeyalan bijartin jî zû çêbibe.
Xwestinên dil, ku bêderfet bin jî ne girîng e, lewra dil ji bo bigihê armanca xwe dikare her tiştî bike. Piştî ku dil xwest û bawer kir, tiştekî bêderfet nîne. Ku “Dilê şivan bixwaze dikare ji nêrî şîr bidoşe.” Ev daxwaz li gorî hinekan baş, li gorî hinekan nebaş be jî ji dil re ne derd e, lewra daxwazîya wî, bihêz e. Heqîya ji wir distîne. Piştî ku dil xwe qani’ kir, perîşaniya ku dil têkevê hêç e. Dil bi xwe wisa xwestîye ku bawer bike, helbet wê encama wê jî qebûl bike. Lewma pêşîyên me gotine: “Bila dilê min bi dil be, bila tûrê kirasê mû li min be.”
Di xwestinê de hêvîyek heye. Ew hêvî bawerîya te ye ku tu jê berjewendîyekê bibînî. Lê gelek mirov ji bo ku bilez dixwazin bigihên berjewendîyan û bêtir ji tiştên ber çavan bawer dikin, biryarên çewt didin. Ev biryar ne li gorî piştî gorîstanê ne. Mirovên pirsiyar, biryara bawerîyê divê li gorî jiyana cawîdan bidin. Lê ji bo wê biryarê jî dilekî biaqil divê. Dilê biaqil bêaqilîyan nake.
Cureyên bawerîyê zahf in lê herkes li gorî hiş û dilê xwe ji tiştekî bawer dike. Li gorî hinekan her tişt veşartî ye, rastî ne li ber çavan e, Xweda hebe jî her tişt xuyabûna wî ye. Lewma ji bawerîya wan mîstîk e. Hinek jê ji Xwedê bawer dikin, lê bi dûv Xwedê de xelasker, alîkarên wan hene. Eger duayan bikin, bi dûv Xwedê de xwe davêjin şêxekî mişayixekî jî. Hişê wan ewqasî mirîye ku ji mirîyan dixwazin. Dem li hêvîya daxwaza dilê te yê ku biryaran li paş dixe namîne. De zû biryara xwe bide, dem derbas dibe:
Te bawerîyeke bi şirîkatî divê an yeke bi yekxwedayî?