Kovara Banga Heq, li navçeya Cizîra Şirnexê bi mijara “Stêrka Asîmanên ‘Işq û Îrfanê: Melayê Cizîrî” panelek tertîp kir.
Di panela ku hat tertîpkirin Nivîskar û Lêkolîner Cewdet Karaman wek panelist derheqê Melayê Cizîrî de pêşkêşîyek kir.
Karaman di pêşkêşîya ku kir de balan kişand li ser barê muhîm a ku Melayê Cizîrî girtiye li ser xwe û got ku Melayê Cizîrî mirasa şairên Kurd dewr stand û gihand kemalê.
Temamê metna pêşkêşîya ku ji teref Nivîskar û Lêkolîner Cewdet Karaman ve hat kirin wilo ye:
Bismillahîrrehmanîrehîym
Allah seḥergaha ezel yelmumê ‘işqê şu’le da
Nûra cemala lem yezel zatê tecellaya xwe da
Zatê tecella bû li zat bê ism û asar û sifat
Sirra ḥurufên ‘alîyat xef bû di sitr û perde da
Zatê muqeddes bû wucûd coşiş neda bû beḥrê cûd
Wesf û îzafat û quyud yek jî tecellayê neda
Ḥusn û cemalê xwest evîn vêkra di yek zatî cevîn
Nûra qedîm bu ‘işq û vîn wan lêki naz û ‘işwe da
‘Işqa ji nûra la yezal, ḥusn û cemala bê mîsal
İysandi yelmûm û şemal dîsa xwe lê perwane da
Ḥusn û mehebbet her hebû, Ḥeq ‘aşiqê zatê xwe bû
Muḥtacê husnek dî nebû, neql û rîwayet pê we da
Burhan-i ‘eql ew kir qiyas, ism û kemalatên di xas
Ewwel elîfê pê bi nas vê nûrê ew pertew veda
---------------------------------------------------------
Eḥsen ji vî nezmê letîf, çendî subuk hatî xefîf
Meḥbûb bi destê xwey şerîf, neqdê me muhr û sikke da
Ehsen ji vî wesfê refî,’ eşkal û ewda‘ên bedî’
Têtin ji nûrê wek reqî,’ bê‘eyb û nûqsan û rexne d
Eḥsen ji vê wed‘ê Mela, eşkalû ewsafên hela
Lew dil bi wan bû mubtela cezbe w celale d’ sîne da
Temmamê Hemd û Pesn û Senayan layiq û babetê Wî Xwedayî be ku em û ev alem xuliqandin, ji tunebûnê em anîne hebûne. Wek rehber û rêzan pexmber bo me şandiye, paşê jî alim gerandîye warisê wan da ku em di alemê de sersem û gêj negerin û helaq nebin.
Selat û selam li ser pêxemberê axir zeman hezretî Muhmemmed (S.A.W.S.), li ser al eshab, etba’ û ehlê beyta wî ya pak û paqij bin ta roja qiyametê. Em ji rebbê xwe hêvîdarin ku bi gerrîne ji ummeta wî û di roja mehşerê de me li ser Hewza Kewserê digel alim, arif, şehîd û ewlîyayan di bin ala Wî de bicvîne.
Gelî Mêvanên hêja hûn tev de bi xêr hatin bi ser seran û ser çavan re hatin. Eger Rebbê Me Ellah Te’ala destur bide em dê li ir digel we suhbetek li ser Mela bikin. Eger qusûr ji me peyda bibe em ji nuha ve lêbôrîna xwe dicxazin me efû bikin.
Her wekî hun jî dizanin Melayê Cezerî wek sitêrkek ji sitêrka edebiyata Kurdî tê zanîn. Elbet berya Mela jî di nav Kurda de gelek edîp şair zana û alim hebûne wek Mîr Yaqûbê Zeraqî, Baba Tahirê Uryan, Mele Perîşan û Hwd ji xwe mela xîmê hunera xwe lşi ser mirasa wan danî ye…
Bes bi awayek kamil em dikarin bejin ku bi Mela re Edebîyata Kurdî dighê asta Kemalê û li temmamê şair, alim û edîbên Kurd tesîreke mezin dike. Wek mînak Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de digel gelek gazin û lomayên ku ji Kurda dike jî Melayê Cezerî digel çend şair û edîbên Kurd bi rehmet wihareng reng bi rehmet bi bîr tîne:
Ger dê hebûya me jî xwidanek
‘Alîkeremek, letîfedanek
‘İlm û hiner û kemal û iz‘an
Şi‘ir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî me‘mûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê ‘elema kelamê mewzûn
‘Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira ‘Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumaş-i ra xerîdar
Heyata Mela:
Em bi wayeke qet’î nikarin bejin ku Mela di filan roj, meh, sal û tarîxê de welidîye. Lewra hemgama çerxa ku Mela Tê de jiya ye adetê qeyda welidînê tunebû. Ji xwe di vê babetê de çi şair, çi beg, çi alim, dîroka tarîxa welîdîna gelek hevçerxên Mela bi awayeke qet’î ne diyar e. Ji ber ku Mela Digel Mîr Îmadud-Dîn û Feqîyê Teyran Helbest gotiye û ev helbestên Wî dîwana wî de wek berhev ango guft û go hatine nivîsîn em dikarin bejin ku Mela hevçaxê Mîr Îmaduddîn û Feqîyê Teyran e û di destpêka qirnê 16an de li Cizîrê hatiye dine. Kesên ku li ser tarîxa welidandina mela qelem şixulandine bi giranî beyan kirine ku Mela teqrîben di navbera salê (1567-1570) an de Li Cizî ra Botan hatiye dine. Navê wî yê eslî Mela Ehmedê Cezerî ye. Navê bavê wî Muhemmed e. Em ji vê beyta Mela fêm dikin ku ew ji eşîra Botan e:
Gulê baẋê İremê Bohtan im
Şebçiraẋê şebê Kurdistan im
Leqebên Mela Di Helbestê De:
Bo helbestvanên Kilasîk adetek qedîme ku bo xwe wek mexles navek an çend navên mustear hilbijardine. Mela jî Mexlesa “Mela û Nîşanî” bo xwe neqandî ye. Ji ber ku Mela xwe wek derbder û birîndarê evînê hesibandîye, tîra eşqê bi nişan lê ketiye ew derbeder kiriye Leqeba “Nîşanî” ji ber Melatîyê jî leqeba “Mela” bo xwe pejirandîye.
Tehsîla Mela:
Bi qasî ku em ji çavkanîyên di derbarê Mela de fêm dikin Mela ewil li ber deste bavê xwe dest bi xwendinê kiriye, paşê jî li Medreseyên kurdistanê li gor Usûla Kilasîk li Cizîr, Amed, Mêrdîn, Hekarî, Îmadîye, tehsîla xwe ya ilmê qedandiye. Piştî ku Mela Tehsîla xwe ya ilmê li Amed qedandiye îcazeta xwe ya ilmê li gundê Sitrebas ji seydayê xwe yê bi navê Mela Taha di 32salîya umre xwe de wergirtiye. Ji vir û wê de êdî seyda wek muderrîseke ewil li gundê Serbasa Amed dest bi melatîyê dike, paşê mudddetek diçe li heskifê melatîyê dike, ji wir jî bi teşwîqa Mîrê Cizîrê tê li Cizîra Botan di Medresa Sor de dest bi Melatî û Muderrîstîyê dike. Ji vir û wê de Mela bi vê Medresê û vî navî tê naskirin. Bi qasî ku tê zanîn Medresa Sor ji teref Mîrê Botan Xan Şerefê duyem ve hatiye avakirin.
Muderrîstîya Mela:
Melayê Cezerî bi giranî di Medresa Sor da bi teşwîq û alîkarîya Mîrê Botan muderrîstîya xwe domandîye ta dawîya umrê xwe. Di vê Medresê de Mela li gor adetê dema xwe di warê Ûsul, Fiqih, Tefsîr, Hedîs, Mentiq, Felsefe, Belaxet, Matematîk, Kelam, Astronomî û … hwd de ders daye feqîyan û di vî warî de bi serdestî feqî ra kiriye. Li vir em dikarin bejin ku kerametek ji kerametê îxlasa Mela ye digel gelek zehmetîyan ta nuha di Medresa Sor de tedrîsa ilmê didome…
Mezhebê Mela:
Li gor çavkanîyên ku Behsa Mela dikin Mela di warê fiqhê de li ser mezhebê Îmam Şafiî meşîya ye. Di warê eqîdê de jî Mela li ser şopa sopa Eş’arîyan meşîya ye.
Terîqeta Mela:
Tesewif di alema Îslamê de bo terbîye, tezkiye û pêşveçûnê xaleke Muhîm e ku gelek kesan xwe bi wê rê ve girtine da ku manen xwe rabigehînin, bikemilînin û ruhê xwe paqij bikin Ji ber vê li gor ehle Tesewifê întîsab û xwegirêdana bi murşîdekî ve xalekî muhîm e. Digel ku hinek kes destpêka wê digehînîn Esra Seadetê jî bi giranî ev rê û rêbaz ji Hindîstan, Xorasan û Îranê Belav bûye din av alame Îslamê de. Qisseta Şêxê Sen’ana ku Ferdûdîn Ettar raberî me dike di vî warî balkêş e ku bê Murşîd hîdayet ne mimkûn e. Disa Feqîyê heman qisseyê wek Tercumeyek helbestî raberî me dike û tê diyar dike ku bê murşîd hîdayeta mirov zehmet e.
Ji berk u di Dîwana Mela de gelek termên tesewifê ê wek “ zahid, sema, bade, xelwet, wehdetî wicûd, merîfet, tezkiye, ilmê ledun, cezbe, saqî, mecaz, evîn, ruh, nefs, qelb, îrşad, murşîd û … hwd” bi awayek serkeftî û mahirane hatine bikar anîn em dikarin bejin ku Mela ehlê tesewîfê ye. Bes em nikarin bejin ku Şêxê wî kîye ango muntesîbê kîjan terîqê ye. Hinek kesên wek Nesîm Dorû ê ku di vî warî de xebitîne dibêjin ku Mela Nexşebendî ye, hinek jî dibêjin ku Mela muntesîbê Terîqa Ubeydulllahê Ehrar e û Ehrarî ye. Bes bawerîya me ew e ku Mela bi xwe ehlê Irfan e şopînerê kesên wek “İbnî Erebî, Şîhabbeddînê Suhrewerdî, Sadîyê Şîrazî, Hafizê Şîrazî, Mewlana Camî, Hellacê Mensûr, Me’rûfê Kerxî, Şîblî, Ferrûxî û … hwd ye. Lê Şêxek Wî yê taybet nîne. Lewra arif bi xwe murşîdin û întîsabê Şêxek nakin.
Em nikarin bejin ku Mela Muntesîbê fian Şêxî ye lê em dikarin bejin ku Mela muetesewwif, arif û murşîdek kamilê dewra xwe ye. Lewra Mela hem di dewra xwe de hem jî piştî xwe bo şêx, mela û sofîyên piştî xwe bûye murşîdek kamil ku helbest û qesîdeyên wî di dergahê hemî Terîqetên Kurdîstan de, di medreseyan de, di şîn û şahiyan de hatine xwendin û kelek kes pê ketine halê cezbeye. Gelek sofî û seydayan Dîwana wî jiber kirine.
Wefata Melayê Cezerî:
Wek tarîxa wîladeta Mela tarîxa wefata wî jî bi awayeke qetî ne diyare. Bes li gor lêkolînên ku di barê wî de hatine kirin Mela teqrîben di navbera salên (1639- 1940, 1941) an de wefat kiriye. Hinek kêsên din jî bo tarîxa wefata tarîxên cûrbecûr zikir dikin. Bi rastî nedîyarîya tarîxa wîladet û wefatê ne tenê ji bo Mela carî ye. Belkî bo giranîya kesên meşhûr ê hevçax ango berya Mela jî carî ye. Ji meşhurê Kurd Misal Baba Tahirê Uryan, Feqî, Elîyê Herrîrî, Mîr Îmaduddîn, ji Meşhurên Faris Hafiz, Sadî, Ferîddîn Ettar, ji meşhûrên Tirk Fuzûlî, Baqî, Nedîm, Mewlana, Suleyman Çelebî û …hwd jî di heman rewşê de ne. Di warê wîladet û wefata wan de jî îxtîlaf heye.
Li gorî giranîya zanînên halê hazir Mela hîç ne zewicî ye. Tenê heyata xwe bo ilmê weqif kiriye. Bes mufît Yüksel dibê Mela zewicî ye. Keçek Wî hebûye û meqbera wê li Cizîr e.
Berhemên Melayê Cezerî
Li gor agahîyên halê hazir xeyr ji rîwayetên bi îxtîlaf tenê Dîwanek Melayê Cezerî li ber destê me heye. Dîwana Mela dîwanek muretteb e. Yanî li gor herfên alafabeya Erebî hatîye hunandin û ji 122 helbestan pêk hatîye. Di dawîya Dîwanê de wet tesdis helbesteke Şêx Remezan, wek Texmîs helbestek Laxer ango Mele Umerê aşıq cîh girtiye. Mela Mehmudê Bazidî ji Dîwana Mela çend helbest dane Alaksandir jaba nuha hinek helbestên Mela di koleksiyona jaba de hene. Xeyr ji vê di gelek keşkolan de jî ji Dîwana Mela helbest hatine qeydkirin ku “Dîwana Cami a Ehmed Hîlmî, Baxê Îrem a Tehsîn Îbrahîm doskî, Mecmueya Xezelîyatêd Şuerayêd Kurmancan, nimune ji Gencineya çanda Qedexe a Zeynelabidin Zinar û gelek keşkolên din” ji wan in.
Çapên Dîwana Mela:
Elbet Dîwana Mela wek destxet gelek caran ji teref Melayên Kurd ve hatîye îstînsaxkrin. Ji van nusxeyan yek istînsaxa İsmaîl Îbnî Muhemmed Teyyar Paşayê Amîdî ye, yek ya Şêx Muhemmed İbnul Ezîzê Şoşî ye. Xeyr ji vana jî gelek destxetên Dîwana Mela hene. Lê Dîwana Mela bi wesîla Metbeayê cara yekem ji teref Oryantalîstê navdar Martîn Hartmen ve li Berlîn hatiye çapkırın. Paşê di sala 1919an de ji teref Mutesewifê Navdar Şefîq Erwasî, paşê li Beyrût paşê jî li gelek deverên din hatîye çapkırın.
Şerhên Ku Li Ser Dîwana Mela Hatine Çêkirin:
Bi rastî gelek şerh li ser Dîwana Mela hatine çêkirin. Çend şerhên Meşhûr evin:
- Şerha Mela Ebdulqedrî îbnî Hesen El Cezerî
- Şerha Ebdusselam Cizîrî: Ev şerh yekem şerhe ku li ser dîwana Mela hatiye çêkirin.
- Şerha Mele Muhemmedê Zivingî: Herî şerha berfirehe kul i ser Dîwana Mela hatiye çêkirin. el-‘İkdu‟l-Cevheri fi şerhi Diwani Şêx el- Cezeri” Eslê wê du cîlde. Emîn Narozî ev şerh latînîze kiriye bi Kurmancîya rojane weşandî ye.
- Şerha Mele Ebdurrehîm el-Westanî: Ev şerh bi sê zimana ye.
- Şerha Hêjar Mukrîyanî: Ev şerh bi Soranî ye.
- Şerha Tehsin Îbrahîm Doskî: Ev şerh pênc cilde.
- Şerha Mela Mehmûdê Hoserî: Mela Mehmûdê ku Cizîrê yê kevne Dîwana Mela Şerh Kiriye bes şerha wî wînda bûye. Ji bil vê di helbestên Mela Mehmûdê Hoserî de tesîreke Dîwana Mela ya zede hene. Hoserî Texmîs û nezîre li ber helbestên Mela nivîsîye.
- Şerha Ebdulbaqî Tûran: Ev şerh bi zimanê Tirkî ye. Bi giranî li ser Felsefa Mela Disekine.
- Şerha Mela Mûsayê Celalî: Ev Şerh bi Erebî û Kurdî ye.
- Şerha Celalettîn Yöyler: Ev şerh bi Kurdî ye. Xeyr ji vana gelek şerh û şîrove li deverên muxtelîf li ser dîwana Mela hatine çêkirin.
Rewşa Dewra Mela:
Elbet her însan mehsûlê dewra xwe ye. Her wiha Mela di mabeyna du milletên Cîranê ku Edebîyata wana kilasîk gîhabû qonaxeke ku ji huner û edebîyata kilasîk dagirtî bû. Edebîyata wan herdu cîranan bingeha hunera Mela dagirt û kemilandin. Di vê demê de rewş wihareng bû:
- Rewşa Kurdistanê
Di dewra Mela de ji ber ku tesîra Sefewîyan li ser kurda şikestibî Mîrektîyên Kurda bi awayeke nîvxweser hereket dikirin. Lewra di Şerrê Osmanî û Şah Îsmaîlê sefewî de bi wesîla Îdrîsê Bedlîsî Mîerktîyên Kurd piştevanîya Yavuz Sultan Selîmê Osmanî kirin. Bi vê wesîlê di mabeyna 21 mîrektîyên Kurd û Osmanîyan de bi navê Peymana Amasya di sala 1514an de peymanek pêk hat û Kurd bûn xwedî sitatuyeke nîvxweser. Ji ber vê yekê jî li Kurdistan herêma ku mîrê Kurd lê hakim bûn edebîyata Kurdî bi pêş ve çû. Gelek şair û helbestvan derketin holê Elîyê Herîrî, Feqîyê Teyran û Mela jî ji wan in.
Mela wextê ku hat Cizîrê li Cizîrê Mîrektîya Ezîzan hukum dikir. Bi rastî Mîrektîya Ezîzan bo ehlê ilmê fursetek baş bû. Lewra vê Mîrektîyê xwedîtî li alim û medreseyan dikir. Xan Şerefê duyem li Cizîrê Medresa Sor ava kiribû û ew himaye dikir. Wek Mudderîs bi hatina Mela re Medresa Sor di nav Medreseyên herêmê de hem bû ekolek taybet, hem jî bû meydana muşare’e ya şair û helbestavanan ku di wir de hunera xwe nîşanî hev didan. Rewşa mîrên Kurd nexasım rewşa Mîrektîyan Ezîzan bû sebeb ku Mela hunera xwe berz bike. Ji ber vê yekê ye ku Mela bi van beytan pesnê Xan Şerefê duyem dide:
Ey şehînşahê mu‘ezzem ḥeq nigehdarê te bî
Sûreyê înna fetehna ḥafiz û yarê te bî
Her kinarê pê ve wergêrî ‘înanê himmetê
Zuhre bî peykê te û Kêwan rikêbdarê te bî
Daîma menzilgeha sûra te bit burca Şeref
Tali‘ê ferxunde û bextê û se‘îd yarê te bî
Seb‘eyê seyyare û neh çerxê sergerdan bi vê
Girdiş û dewrê ‘eceb der xizmet û karê te bî
Mahitaba dewletê yek pertewek şem‘a te bit
Afitaba ref‘etê berqek ji enwarê te bî
Lami-‘i fetḥa ezel berqê ji ber tacê te dit
Kewkeba se’da ebed necmek ji seyyarê te bî
Berqê subbûḥî ku işraqê li sed canan didit
Ew ku keşfa dil dikit remzek ji esrarê te bî
Rayeta fethê ji neşra te ku her menşûr-i bû
Şehsiwarê ferrê subḥanî ‘elemdarê te bî
Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber ḥukmê te bin
Sed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî
Gerçi der iqlîmê rabi’ hate textê seltenet
Padişahê ḥeft-i iqlîman selamkarê te bî
Dîsa dema em li ser Dîwana Mela hûr dibin em dibînin ku Mela digel hevçaxên xwe yên şair û hunermend ketîye lecê helbest gotiye. Yek ji wan Mîr Îmadûd-Dîn e. Ev Leca Mela û Mîr Îmadû Dîn wiha dest pê dike:
Guftên Mela
Selama min senaxwanê seḥergeh gewher efşan bit
Bi sûret emrê Subḥanî serelqabê zerefşan bit
Bi xizmet ‘êrdê sultanî ‘ebîr û ‘enberefşan bit
Guftên Emîr
Selama Sani’ê Qadir Mela da pê mu‘etter bî
Muferreḥ bit me lê xatir peyapey lê mukerrer bî
Ji cama xatirê ‘atir me jê ayîne enwer bî
Hem dîsa Mela digel Feqîyê Teyran jî ketîye Lecê û helbest gotiye. Leca Mela û Feqî bi me dide zanîn herdû hem hevçax hem jî dostê hev in. Têkilîyeke xurt a herdu şairan jî digel mîrê Cîzirê heye û Mîr qedrê wan digre. Leca Mela û Feqî wiha dest pê dike:
Guftên Feqî
Selama min ḥeqîrî sedefek tivê tê kin
İro di Cizîrê ḥeqq e li Melê kin
Ku ji derba tîrê derman heye lê kin
Guftên Mela
Selamên milyaketan bê ḥed û bê ḥisêb in
Şubhetê avên şetan ji mela li Mîm û ḥê bin
Hilak în ji zeḥmetan derman ji Lam û Bê bin
- Rewşa Edebîyata Îran
Dewra ku Mela Tê de pêv aêt qada jiyanê êdî Edebîyata Farsî gîhabû qonaxa kemalê. Bi her awayî her cûre (Meznewî, Xezel, Qesîde, Rûbaî û …hwd) bi awayeke kamil li ser bingeha helbestên şairên îrana qedîm ê wek Rûdekî (bavê helbesta farsî) , Ferdewsî, Manuçehrî (şahê qesîde û xezelan) Nizâmî-yi Gencewî, Mevlâna Celaleddîn Rûmî (†Xwedîyê Dîwana Kebîr û Mesnewîyê û şopgerê û Şemsê Tebrîzî), Sa‘dî-yi Şîrâzî, Attâr-î Nîşabûrî (Şêxê Sen’an, Mantîq-ut-Tayr) şairê mistîk û hezkirinê. Hâfiz-î Şîrâzî, Abdurrahmân-î Câmî û gelek şairên din edebîyata îran gîhandin asteke berz. Elbet mala jî ji wan hayîdarbû û helbestên wan dizanibû. Ku di asta helbestê de xwe bi wan re muqayese dikir carna jî digot:
“Ger lu'luê mensûr ji nezmê dixwazî
Wer şî'rê melê bîn, te bi Şîrazî çi ḥacet”
Dîsa Mela hewqas ji edebîyata Farsî hayîdare, ketiye bin tesîra wan , ji wan wan sûd wergirtiye ku destpêka Dîwana bi texmîsek li ser helbestek Sadîyê Şîrazî dadimezrîne ku ew helbesta Şîrazî jî texmîsa Helbesta Yezîd e. Çend beyt ji vê helbestê wihareng in:
Newaya mutrib û çengê fiẋan avête xerçengê
Were saqî heta kengê neşoyîn dil ji vê jengê
Ḥeyata dil meya baqî bînoşin da bi muştaqî
Ela ya eyyuhes-saqî edîr ke’sen we nawilha
Ku katib dêmî cedwel kit şikestexet muselsel kit
Ji yek ḥerfan mufessel kit kî yê vê muşkilê helkit
Dizanî rûd û ‘ûd ewwel çi tavêtin surûd ewwel
Kî ‘işq asan numûd ewwel we lê uftad-i muşkilha
- Rewşa Edebîyata Osmanî
Qirnê ku Mela tê de ji bo Edebîyata Osmanî jî qirnek zêrrîn bû. Di vê qirnê de bi helbestvanên Osmanî ê wek Alî Şîr Navâî, Bâkî, Fuzûlî, Hayalî, Şeyhî, Suleyman Çelebî û …hwd edebîyata Osmanî jî li ser xîmê edebîyata kilasîk kemilî bû. Elbet ji ber ku Mela di mahîyêta Mîrektîya Cizîrê dijî ev mîrektî jî di bin baskê Osmanîyan de bû û bi Tirkîya Osmanî dizanibû em dikarin bêjin ku mela ji van şairan hayîdar bû.
Tesîra Mela Li Ser Medrese Şair û Melayên Kurd
Elbet Melayê Cezeri ji ber ku hem şair, hem mudderîs, hem jî mutesewwif bû tesîrek wî ya mezin li şair, edîp, mela, şêx û meşayîxên Kurd hebû hêj jî heye. Hem di medrseyan de hem di tekyeyan de daîma Dîwana Mela wek ders hatîye xwendin. Di babeta belaxet û edebîyatê de bûye mîsal. Di helqeyên terîqetê de mûrîd bi helbestên mela hatine cezbeyê Hetta carna hinek melayan dîwana ji xwe re kirine şahid û bi îşaretên helbestên wî pirsgirêkên xwe hel kirine. Wek mînak dema ku bo Serhildna Bedlîsê diçi Nûrsî da ku alîkarîyê jê bixwazin Nûrsî ji wan re dibê: “Wer in. Bila Dîwana Mela bo me bibe hekem. Emê tefeulen Dîwanê vekin eger ew çi bêje emê wisa bikin û dîwanê vedike
Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin
Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmar-i bes
Ustad vê beytê wek îşaret qebûl dike û di warê serhildanê de bîteref dimîne û vedikşê. Ev jî bi me nîşan dide ku Melayên Kurd ehemmîyetek mezin didin dîwana Mela. Di warê edebîyat û helbestê de kesên sekuler daxil tesîra Mella li ser giranîya Helbestvanên Kurd heye. Gelek şairra di helbestên xwe de Mela teqlîd kirine. Gelekan jî Texmîs û Nezîre li ber heekir lbestên Mela nivîsîne. Ji wan çen kes ev in:
Weda‘î, Şêx Evdilqadirê Hezanî, Hacî Qadirê Koyî , Mela Nezîrê Bedewî, Seyid Qedrî Haşimî, Ehmedê Xanî, Mîna, Perto Begê Hekkarî , Siyahpûş, Bekir Begê Erizî, Şêx Nûreddîn Birîfkanî, Mela Mihemedê Liceyî,Weda’î, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Mela Nezîrê Bedewî, Seyid Qedrî Haşimî , Şêx Hesîb Axtepî, Seyid Eliyê Findikî, Mela Zahirê Tendûrekî, Mela Ehmedê Heyderî, Ehmedê Kor, Mela ‘Ebdulfettah Hezroyî, Mela Beşîrê Bedewî, Şêx Memdûh Birîfkanî, Cegerxwîn , Mela Yasîn Yusrî , Ismetullahê Karazî û…. bi dehan helebstvanên din li ber helbestên Mela texmîs û Nezîre nivîsî ne.
Ehemmîyeta Dîwana Mela Di Mekteb û Zanîngehan De:
Bi rastî çi modern, çi kilasîk Kurd di warê parastin û pêşvebirina ziman de deyndarê Mela û Medresa ne. Digel gelek astengî û zehmetîyên dijwar eger dengêj û melayên me tunebana belkî îro em ji zû de asîmîle bûbûn. Bi xêra dengbêj û melayan ziman û nasnama me li pê maye. Xweda ji wan razî be. Em dikarin bêjin dema ku di zanîngehan de Beşa zimanê Kurdî vebû, di destê mamosteyên me me de wek materyal Dîwanên Mela û Bandên dengbêjan yekûneke mezin digirtin. Heta nuha di zanîngehan de bi sedan têz hatine çêkirin. Têzên ku li ser dîwan û dîwançeyên Melayan hatine çêkirin bi seda ne. Di nav wan de bi dehan jî têz li ser Dîwanan Mela bi Zimanê Kurdî hatine çêkirin. Dîwan ji teref lêkolîneran ve ji hêla (estetîk, felsefe, tesewif, müzîk, kelam, tefsîr, mîtolojî, tarîx û… hwd) ve hatîye nirxandin û hêj tê nirxandin. Bes lêkolîner hêj jî têr nebûne. Bi qasî ku ez dizanim ta nuha ji teref xanimeke Kurd ve bi navê Şebçirax Romanek jî li ser mela hatîye nivîsandin. Em hêvîrdar in em û we em ji vê gencîneya xwe bê par nemînin.
Wek nimûne em li vir helbestek Mela bi re parve bikin û şerha wê bixwînin.
Îsmê te ye mektûb-i di dîwanê qidem da
Ḥerfek qelemê ‘ilmê bi teqwîmê reqem da
Ya Muhemmed her navê Te ye ku di Dîwana Qidem yanî di Lewh’ul- Mehfûz de berya her habûnê hatîye qeydkirin. Berya her tiştî û berya teqwîmê zanîna di derbarê te de bi qelemê li wê lewheyê hat nivîsandin.
Eşkal û xetên daîreê nuqteê ‘ilm in
Ev neqş û mîsalên di xeyalat-i ‘edem da
Ev nexş û nîgar xettên ku ji xeyalên tunebûnê dertên hebûnê, şekl û şemal digrin, dikevin reng û şeklekî, xet û xêz li dora wan vedigerin, dikemilin, ji alema manewî tên alema manewî, xet û xêz li dor wan vedigerin şekil digrin tev de noxte ango dilopek ji dilapê ilmê la Yezalin ku bi emrê “Kun fe yekûn” tîne hebûnê. Lewra sînor ji zanîna wî re nîne.
Mîm metle‘ê şemsa eḥed ayîne sifet kir
Lami’ ji ‘Ereb berqê li fexxar-i ‘ecem da
Dema tîrojek nûranî ji herfa mîma Roja Ehed yanî ji îradeya wehdanîyetê ku îrada wahidê ehede serê xwe hilpekand û wek nûra Muhemmedî hat alema mewcûdîyetê û wesf û ewsafên Wî di ayîneya sifetan de teyyîsîn êdî qenaeta ehlê yeqînê di dil de rûnişt. Tîrojên wê nûrê ji welatê erebîstanê birq vedan û li Qesra Busra ya li Şamê danîn.
Da şahidê esma bi hemî wechî binasin
Yek mestê Semed kir bi yekî neqş-i senem da
Bo ku mexlûq wek şahid hemî navên Xweda digel kunhîyeta wan navan binasin, sirra navên Wî zatê wahid û Ehed bi her wechî îlmel yeqîn binasın hinek kesan mest dike bo sirrê navê xwe yê Semed, kir evîndarê Heq, hîdayet kir nesîbê wan anî ser heqiyê. Li ber hinekan jî riya delaletê şîrîn kir, hubba pût û seneman xist dilê wan û şand ser delaletê. Em li vir dibînîn ku tesîra Felşsefa Îbnî Erebî aşîkare li ser Mela ku hem çûna Însan a ser hîdayetê hem jî çûna a ser delaletê wek îrada Îlahî beyan dike û tê de hîkmetek dibîne ku ew jî nasîna kunhîyeta navên Xweda ye.
Yek girtiye zulfê we yekê xalê nûmaî
Ayîne bi Eskenderî û cam-i bi Cem da
Heq Te’ala hinek kes kiriye mubtelayê zulfê yarê derdê wan li ber wanşîrîn kiriye wî qewî bi yara xwe girtiye. Para hinek kesan tenê rûyê yarê hiştiye. Ev sirrek ji sirrê îmtîhanê ye ku ayîneya zelala Îskenderî ya ku her der û her tiştî nîşan daye Îskender û Qedeha ku xemla dunyewî tê de xwîya dibe û xeman di revîne jî daye Cemşîd. Ji hîkmeta wî sual nayê kirin lazime her kes ji nesîbê xwe razî be. Çi da be kê elbetek hîkmetek tê de heye.
Erwaḥê muqeddes şebê qedran te dixwazin
Nûra te ye misbaḥ-i di qendîl-i Ḥerem da
Ya Muhemmed! Rûhên Muqeddes di şeva Leylat’ul Qedir her lîqa a Te dixwazin da ku bi dîtina wechê te muşerref bibin. Ji xwe ew Ew Nûra te ye ku di wan qendîlên Mekkeya Mukerrem ronî didin, dibiriqin, ew ronahî û şewq û bala her kesî bi bal xwe ve dikşîne û vedixwîne bi bal xwe ve.
Da weqtê liqayê bi te ḥey bin di beqayê
Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da
Min ji nûha ve pêşînen wek neqd dil û canê xwe bi selem (danûstana bi faîz) di oxir roja hevdîtinê de feda kir da ku di hengama lîqaê (hevdîtinê) de bi jîneke ebedî jîndar bibin.
Yaqûtîfiroşan di kef elmas-i şikestin
Ev sefḥe ê elmas-i ku neqqaşî reqem da
Dema ku Neqqaşê Ezel çav û birîyên yarê wek elmasek giranbiha xemiland bi nexş û nîgaran kevirên Yaqût ji kefa destê yaqûtfiroşan ket şikest û qîmeta xwe winda kir.
Ya reb ji çi rû leb bi senaya te kuşayem
Subḥaneke len uḥsiye fî şe’nîke ḥemda
Ya Reb! Bi çi rûyî dê karibim devê xwe bo hemd û senayê te vekim, ev ne mimkûne ez nikarim ji heddê min dere. Tû her subhanî ji her kêmasîyan pak û bêrî yî. Bi rastî ez çi qas bixazim jî heddê min dere ku ez karibim pesn û wesfên di derbarê Te de bêjim û bijmêrim.
Minnet ji Xudayî ku bi ‘ebdê xwe Melayî
Iksîrê ẋema ‘işqê, ne dînar û dîrem da
Sed şukr û minet ji Xwedê re ku wek riz li dinya fanî îksîra evînê (ew maddeyê ku sifir pê dibe zêr) day ebdê ne dînar û dîrhemê zêr û zîv.