الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام على خير خلقه محمد وعلى اله وصحبه اجمعين
Xwendevanên hêja!
Muhafezekirina aîdiyeta netewî di mîzana xwe de yek ji esasê qewmiyetê ye. Muhafezekirin û berdewamkirina vê aîdiyetê ji ber xwe ve çênabe. Ji vê re hinik ‘amil lazim in. Ev ‘amil çi dibin bir bibin di nav wan de ‘amilê qewîntir ji bo Kurdan ‘alim û melayên wan in.
‘Aîdiyeta netewî meselekî hessas e. Serîkî wê nijadperestî, serîkî jî asîmîlasyon e. Heger di mêzên û qiyasa xwê de neyê muhafezekirin şemitandina bi bal yek ji van her dû aliyan ve çêdibe. Her dû alî jî ji xwedyê xwe re ne bi xêr in.
Ev ‘aîdiyet di nav Kurdan de bêtir hessas e. Ji ber ku Kurd nebûne dewlet, ji hev belawela ne, quwweteke ku xwe pê ve bigrin jî tuneye. Piştî ku dewleta ‘Usmanî helweşiya û pêve hêzên emperyalist mesela ‘aîdiyeta netewiya Kurdî gelek xurandin û pê lîstin. Li ‘Iraq û Turkiye û Sûriye gelek qewmên Musluman bi hev dan kuştin.
Hedîsa ku dibêje “Xweda însanan gerand qebîle qebîle û min gerand ji qenctirînê qebîlan, lê fexr tuneye" çarçova meselê ji me re destnîşan dike û mêzêna ‘aîdiyetê jî ji me re bayan dike. Yanî dibêje ‘aîdiyeta netewî tiştekî meşrû’ e. Her kes kare ‘aîdiyeta xwe ya qewmî beyan bike lê bi şertê ku pê li serê qewmên din îftîxar neke, xwe pê qurre neke, qewmên din biçûk nebîne. Rola ‘ulemaê Kurd di muhafezekirina vê mêzênê de jî xwe nîşan dide.
Sernivîsa me ya di bin sernavê “Di ‘Aîdiyeta Netewî de Rola ‘Ulema” dide îspatkirin ku ‘aîdiyeta netewî di heman wextê de ‘aîdiyeta dînê Îslamê ye û bê çewa ‘ulema vê ‘aîdiyetê muhafeze dikin her wiha li hember nijadperestî û asîmîlasyonê jî mucadele dikin.
Mustafa Turan di çerçova mijarê de li ser rola medreseyên/hucreyên Kurdistanê di ziman û çandê de nivîsiye. Cihan Turan, cehda Şêxê Xanî û Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî li ser zimanê Kurdî daye ber hev û derbarê ziman û netewiyê de beytên wan î balkêş derxistiye pêş. Şerîf Emîn gotiye “Kurd Ummetperwer in”, di dîrok û çand û edebiyata Kurdî de motîfên ummetperweriya Kurdan derxistiye holê, fedakariya wan a destnekişandina wan î ji esalet û merdîtî û safîtiyê destnîşankiriye. Nivîsa Abdulkadir Turan “Îbrahîm b. Hesen el-Gorânî û Tesîra Wî di Îhyakirina ‘Alema Îslamê de” ji ber munasebeta mijarê me tercume kir.
Ji ğeyrî mijara sereke Cevdet Karaman li ser qesîdeyeka Melayê Cizîrî mulaheze û hissiyatên xwe nivîsandiye. Fahri Titiz “Îsmê Te ye mektûb” qesîdeya Melayê cizîrî derheqê ‘eşqa Resûlê Xweda (‘eleyhîsselatû wesselam) de şerh kiriye. Di van tehlîlan de gelek xalên balkêş hûnê bibînin. Îbrahîm Êlihî, bi munasebeta salvegerê, “Qetlî’ama Helepçe” di nav dîroka melîkiyet û sîstemên zordari yên dewleta ‘Iraqê de nivîsandiye. Mehmet Baran “Filîstîniyan Bi Rastî Erda Xwe Firotin?” nivîsandiye ku mijarek a germ a rojevê ye. Bi Zazakî İbrahim Tavzi “Xalıt Lacê Se’idi” nivîsandiye.
Hejmara me ya ku bi cehda nivîskarên me hatiye hazirkirin em pêşkêşî we dikin.
Bi hêviya îstîfadekirinê…