DELALÊN DILA!
Zarokên hêja, ezîzên dê û bavan! Merheba ji we re, selama Xweda li ser we be. Em dîsa bi hev re ne. Me got havîn û tatîl hat, lê me hew dît ku havîn jî qedîya. Ger û lîstin û bazdan; rojek du roj, hefteyek du hefte, mehek û du meh dewam kirin û çawa bi dawî bû me fêm nekir. Qurix derket, germahî daket, ba û hênkayî dest pêkir. Tatîl bi dawî bû, mekteb û xwendin nûyanî bû.
Lîstok û ger, zad û bênder, pez û mandere… Me hew dît ku em çûne ser rez û mahsere. Helbet havîn xweş e. Gazin ji germ û kar tuneye. Bê wan nabe. Çi lîstok û biskilêt, çi dondurme û fêkînerm, çi bazdan û ziyaret! Tew xewa li ser xaniyan, hêlekanên di bin siyan, zirnezoqên li nav park û aviyan nayê gotin.
We got zirnezoq çiye? Ji we re bêjim. Bi Tirkî jê re dibêjin “Tahtarevalî” Navîna darekî qalind û mezin, datînin ser tiştekî piçek bilind bi awayê nîvek darê li alîkî be, nîva din li alîyê din be û hinek li hewa bimînin. Ji bo ku dar saxlem be, dar û ew tiştê bilind bi hev ve yan girê didin, yan monte dikin daku dar nekeve, tu seqetî û nerihetî çênebe. Îcar li vî alîyê darê, li wî alîyê darê, yan yeko yeko yan dudo duda kes lê siwar dibin û hevûdin bilind dikin û dadixînin. Dema ku hêleke darê ber bi jor ve diçe, tê bêjî çiqas xweşe. Bilizîn lê temî temî xwe neêşînin.
Zilamê Dostê Hirç
Ejderhayekê, hirçek zevt kiribû. Mêrxasekî, warwara hirçê bihîst û ew ji dest û pençê ejderhayê xelas kir. Fen û mêranî bûn yek û zilam bi vê hêzê ejderha kuşt. Ji ber ku ji ejderhayê xelas bû û ji zilam qencî dît, hirç weka kûçikekî li pey wî zilamî ket. Pê re çû mala wî. Dema zilam nexweş bû û ket navciyan, hirç bi deynê minnetdariyê zilam bi tenê nehişt û li ber serê wî ma.
Cîranê zilam, dema di ber mala wî re derbas dibû, got ez herim halê cîranê xwe bipirsim. Çû mala wî, halê wî pirsî. Paşê çavê wî bi hirç ket û ji cîranê xwe re got: “Bira! Ev çi hirçe? Çi karê te pê re heye?” Zilam jî behsa mesela xwe û ejderhayê kir. Cîran jê re got: “Ehmeqiya neke, baweriyê bi hirç neyne! Dostaniya hirç, ji dijminantiya wî ğedartire. Bi çi hawî be jî lazimê ji gund bê qewirandin.”
Zilam jî weha got: “Bi qesem tu vêya ji ber hesûdiya xwe dibêjî. Ma tu çawa li hirç dinêrî? Hela te carekê heskirna wî ya ji min re bidîta!”
Cîran: “Heskirina hirçan, xapînoke. Ev hesûdiya min, ji heskirina wî çêtire. Mêro, were bi ya min bike, vî hirçî ji gund biqewrîne.”
Zilam: “Dere here karê xwe lo! Tu çiqasî hesûdî!”
Cîran: “Karê min ev bû, lê qey ne nisîbê te ye? Hevalê hêja! Ez ji hirçekê ne bêqîmettirim. Were dev jê berde, bila dost û ehbabê te ez bim. Dilê min dike teperep ku wê tiştek bê serê te. Bi vî hirçê re nere tu daristanî. Dilê min ji tiştekî ku wê qetî nebe, tu carî neketiye heyecanê. Ev fêm û feraset ji teref Xwedê ye, ne tewş û belasebebe.”
Lê ev gotin, te digot qey tew neketin guhê zilam. Dest avêt hirçê xwe, destê cîran berda. Cîranê wî jî got “Hişê te ne li serê te ye. Vaye ez diçim.” Zilam jî got: “Here! Ji bo min jî tu endîşeyan neke ey mêrkê lewçe û devlok. Ji xwe re nebêje ez her tiştî zanim. De here kar û rêya xwe. Xewa min hat. Min rihet berde.”
Cîran: “Law qey çi dibe! Guh bide dostekî, di bin hîmaya zanakî de li cem dostekî ehlê dil rakeve.” Zilamê xwe mêr dihesiband, li ser israra cîrên ğeyîdî, wechê xwe zîvirand û ji xwe re weha got: “Ev kes, belkî dijmine, yan jî hêvîya tiştekî dike, weya yekî parsek û pêxwase. Dibe ku berî niha bi dostên xwe re ketibe şertê li ser tirsandina min bi vî hirçî.”
Ji ber ku qelbê wî reş bûbû, tiştekî qenc nehat bîra wî. Ew muslumanê cîran jî ğeyîdî û ji xwe re got: “Min ewqas ciddî şîret lê kir, ez li ser wî êşiyam. Lê tenê xeyalên di dilê wî zêde bûn. Yekser bedgumanî dike. Dêmek rêya şîretê xetimîye.” Û rabû ji wir derket û çû.
Zilam raket. Hirç jî bera mêşê dida. Hirç her ku mêş diqewirand, mêş jî ji girr û eksan dîsa dihat xwe li ser rûyê zilam datanî. Hirç çend caran mêş ji rûyê wî qewirad jî, mêş dîsa hat xwe li eynî cîyî danî. Hirç ji ber mêşê zêde aciz bû, çû ji çiya kevirekî mezin anî. Dît ku mêşê dîsa xwe li ser rûyê zilamê di xew da danîye, heman rahişt wê gomê mezin û bi ser mêşê danî daku mêşê bikuje. Kevir rûyê zilam eciqand û perçe perçe kir. Ev mesele jî li nav însanan belav bû.
Heskirina xêvik û ehmeq, bêşek heskirina hirçe. Kîna wî heskirina wî ye, heskirina wî kîna wî ye. Ger sond bixwe jî, tu jê bawer neke. Zilamê nerastgo, ehd û soza xwe jî dixwe.