Zarokên pir delal, berxikên şîrhelal! Merheba ji we re, selama Xwedê li we be ji vir heta wê derê. Ji Xweda hêvîdar im hûn baş bin, bi sihhet û selamet bin, berxwedar û bextewar bin.
Ji we hinek dibêjin “Em zêde ne di meraqa sarbûn û nesarbûna zivistanê de ne, lewra ehlê Ğezzeyê hene.” Aferî ji we re, helal be ji we re. Ewilî birayê me, dûre em. Salek derbas bû ku hê di şert û mercên dijwar de dijîn. Lê Xweda mezin e. Rebbê mezlûman roja mehşerê heyfa bizina kol ji ya biqiloç re nahêle, îjar ewê çawa wan mezlûm û mu’minan bi tenê bihêle? Dem û dewran di destê Xweda de ne. Dema Xwedayê Ezîz û Cebbar û Qehhar, li zalim û qurre û mustekbîran bê ğezebê, tu rev û xelasîya zalim û qurre û mustekbîran tune ye.
Ger em ehlê Ğezzeyê jibîr nekin, Xweda jî me jibîr nake. Xweda çawa ehlê Ğezzeyê di zivistanekê re derbas kir, dikare di nav zivistanê de wan bi biharekê re derbas bike. Em tim ji Xweda dixwazin ku ehlê Ğezzeyê, mu’min û mucahîdên Ğezzeyê, hemî ğeyretkêşên Qudsa pîroz, ğalib û muzaffer bike.
Hey me behsa zivistanê kirîye, de ka em behsa kanûnê jî bikin:
Her sê mehên zivistanê kanûn û çile û sibat in. Berê ji çile re jî digotin kanûn. Digotin kanûna ewil, kanûna paşîn û sibat.
Lê sê kanûnê din jî hene: Kanûnkut, kanûnkiz û kanûnkiş. Jixwe me’neke kanûnê, bertifik e, tifika êgir e. Di vê mehê de dema sar û serma pir şedîd dibe, meriv xwe zêde nêzî tifik û sobê dike. Ev serma şedîd deh roj dewam dike. Ji vê heyamê re dibêjin Kanûnkut. Piştî vêya deh rojên din jî serma dewam dike lê ne bi qasî kanûnkutê. Ji vêya re jî dibên kanûnkiz. Yanî dikizirîne. Lê dema tesîra sermayê dikeve, ji vêya re jî dibêjin kanûnkiş. Yanî serma bi paş ve diçe, dikişe. Ev jî deh roj e.
Çile jî hem me’na serma şedîd a zivistanê hem germa pir zêde ya havînê dihewîne. Bîst rojên dawîya kanûna ewil û bîst rojên serê kanûna paşîn e, bi tevahî çil rojên zivistanê ên pir sar û biseqem, çile ye. Çileya xav û çileya hişk an jî çileya reş jî tên gotin. Her weha di havînê de ji çel rojên zêde germ re jî çile tê gotin.
Ka em vê meteloka li ser sibat û adarê guhdar bikin.
Gîsko dibê:
Hat sibatoka bi lez û bez,
Çû sibatoka bi lez û bez,
Nava gîsko tije bez.
Sibat jî dibêje:
Ha, xwa minê adarê
Bide sê çar rojê xedarê
Gîsko bikim dar,
Bi ser sergo de werkim, bînim xwar
Delalên dilan! Hûn naxwazin em zêde behsa sermayê bikin. Baş e, wê çaxê, ka em me’na van gotinan biellimin.
Beza pisîkê heta dawîya kadînê ye: Ev gotina pêşîyan ji bo tiştên encamê wan bellî ye tê gotin. Kes an jî tiştên biçûk û ne zêde biqîmet, ne hewce ye ku meriv li ser wan zêde bifikire û bike derd. Pisîk gava tiştekî birevîne, çûna wê ya dûr tune ye. Li derûdora malê disekine. Ji lew ne lazim e ku meriv li dûr lê bigere.
Dengê defê ji dûr ve xweş tê: Ev gotina pêşîyan, ji bo tişt û rewşên ku derve û hundirên wan ne wekhevin tê gotin. Hedîseyek biqewime. Li cî bi awayekê tê gotin, li derve ji dûranî ve bi awayeke din tê gotin. Hin tişt an rewş hene ku ji dûranî ve xweş û qenc tên zanîn, lê di heqîqetê de ne weha ye. Ji lew li ser rewşên weha re vê peyva pêşîyan dibêjin.
Heta kîso here ser darê: Ev jî peyvikeke (îdyomeke) pêşîyan e. Ji bo tiştên, rewşên wê nebin tê gotin. Kesekî ku ciğarê dikşîne û neyta wî ya berdana ciğarê tune be, tu jê re bêjî “ma tuyê kengî dev ji ciğarê berdî?” Ew jî dibêje “Heta kîso çû ser darê” Îfade dike ku wê dev jê bernede. Di şûna vê peyvikê de evan peyvik jî tên gotin: 1. Me mîxên xwe xistine avê, kengî şîn bûn. 2. Roja nehşemê.
Zarokên Delal!
Niha jî emê ji Mesnewîya Mewlanayê vê hîkayeyê bixwînin û ji xwe re ders û şîretan jê bigrin.
Zilamê Li Dara Nemirîyê Digere
Yekî zana, di sohbeteke xwe de mîna çîrokê behsa hedîseyekê dike: Dibêjin li Hindistanê darek heye, kesê ku ji fêkîyên wê bixwe, ne yextîyar dibe ne jî dimire. Padîşahek bi vê meseleyê dihese. Dilê wî dikeve vê darê û fêkîyê wê. Zilamekî xwe yê zana û zêde pê bawer dike, dişîne Hindistanê da ku jê re fêkîyê wê darê bîne.
Zilam, bi salan li her derê Hindistanê digere ji bo dîtinê wê darê. Ji bo fêkîyê wê darê, bajar bi bajar seyahetê dike, ne girav, ne çîya ne jî çol û deşt dihêle.
Li kê rast tê, jê dipirse. Lê tev pê dikenin û jê re dibêjin “Jibona Xwedê! Zilamê baqil ma li tiştekî weha digere? Heye tune ev zilam dîn û dîwane ye!”
Hinekan jî li wî xist, hinekan jî bi çavên dostê Xweda lê nêrîn. Bi salan li dar û fêkîyê wê gerîya. Padîşah jî jê re heta ku bixwaze mal û pera dişandin bes ku dilê padîşah bi anîna fêkîyê wê darê xweş bike. Lê ji ger û seyaheta xwe tiştek bi dest nexist. Êdî ji ger û sağkirinê aciz bûbû, betilî û bêzar ketibû. Qerar da ku vegere. Hem digirîya hem jî bi rê ve diçû.
Di rê de nav û şohreta şêxekî bihîst. Bêhêvî çû cem Şêx bi meqseda ku derkeve hizûra Şêx, belkî jê re bibe alîkar û derman. Weka baranê hêsran dibarîne. Perîşanîya xwe nîşan dide. Derket hafa Şêx û weha got: “Ezbenî! Li min merhemetê bike, bila gunehê te bi min bê. Ez reben û bêçare me.”
Şêx got: “Ka derdê xwe bêje. Tu çi dixwazî? Te çi xwest û tu negihaştîyê?”
Zilam weha got: “Ezbenî! Padîşah ez bi dîtina darekê û anîna fêkîyê wê wezîfedar kirim. Dibêjin dareke ku weka wê pir hindik in heye. Bi xwarina fêkîyê wê, meriv namire. Bi salan ez lê gerîyam. Însanan henekên xwe bi min kirin. Min ji lome û heqaretên wan pêvetir tiştekî din nedî. Derdê min ev e.”
Şêx beşişî û weha got: “Niha tu li vê darê digerî?” Zilam got: “Belê ezbenî!”
Şêx weha got: “Ey zilamê dilpak! Dara tu lê digerî, dara zanînê ye. ‘Ilmê kesê ‘alim û zana ye. Tu ketîyî rêyeke şaş. Here ji padîşahê xwe re bêje. Bila hewla xwe bide zanînê û kesê zana.”
Zilamê heyirî û şaşmayî, bi kêf ji cem Şêx derket û kete sefer û rê.
Zarokên Delal! Ez bawer dikim ku we mesele fêm kir. ‘Ilm û zanîn pir girîng e.
Hêjano! Vêga jî em van tiştanokan pê derxin.
Çiyayê bilind, berfê lêkir;
Teyr û tuyûra, hêlîna xwe tê de çêkir;
- Gava ez mirim, te temînika mala mezin li kê kir?
- Min temînika te li Xwedayê jorî, li Rebbê ‘Alemê kir.
[Çîyayê bilind: serî ye, mezinatîya nav malê ye; berf: porên sipî ye, bohirandina ‘imr e; teyr û tuyûr: her du çav in û nexweşî ne, kêmasî nin ku bi ixtîyarî der tên; temînik: tembîh, emanet kirina zarok û pîrekan; hêlîn: qulika çav e; temînika jor: hêvîbirrîna ji ‘ebda ye û xwe sipartina Xweda ye.]
Destrûk li ser destrûka
Nifte bi destê bûka [Destar]
Gezek im, (gepek im),
Beran bere pezek im. [Çivîk]
Zarokên ezîz! Ka em vê hîkaya xoceyê meşhûr Mela Nesreddîn bixwînin, hinekî din kêfxweş bibin. Lê Mela Nesreddîn jî bi peyv û tevgerên xwe ders û şîret dane însanan.
Dibêjin rojekê Mela Nesreddîn, li bin dara gûzê xwe dirêj kirîye. Çavên wî li gûzan dikeve. Dinêre ku çi darê mezin, çi gûzên biçûk girtine. Dûre li lemên kundiran dinêre. Difikire ku ewan lemên biçûk û zeîf çi kundirên mezin û giran hilgirtine. Dûre li ser hîkmeta wê difikire. Di vê gavê de çima gûzek ji darê nakeve. Tam li serê melayê meşhûr dikeve. Wê çaxê dibêje “Ya Reb ji hîkmeta te sûal nayê kirin. Ger di berdêla vê gûzê de kundirek li serê min biketa, minê çi bikira.”