Selama Xwedê li we be, kêf û şahîya we her hebe.
Payîz sor û mor e, mîna kefîya Filistînê sembola kar û bar e. Çefîya han, reş belek e, sor belek, reng şeveq e, deq bi deq e. Bi reng û tona, tor û xwêdana masîvanê ye, bi zelalî û helalîya pelê zeytûnên ji nehrê heta behrê erda Filîstînê ye. Deq deqî ye weka deqên li ser qûbba Qudsê ye. Danê şeveqê û berêvarê, ji hilatin û rojavabûna rojê, xeber û mizgîna ehlê Ğezze û Filistînê dinewîne û dinihurîne.
Ciwanên hêja! Reng û rûyê xwezayê, reng û dengê heyatê ye, ton û fona jîyanê ye. Reng û heyat, encax bi boyağa Xwedê dibiriqîne. Yan na wê tim reş tarî be, xisarî be. Niha em ji Mesnewîyê hîkayetekê û pey re jî meseleyeke qewimî bixwînin, hinekî ton û rengekî din ê heyatê bibînin. Helbet di wan de gelek ders û şîret û hîkmet hene.
Duaya Şivên
Mûsa ‘eleyhîsselam di rê de li şivanekî rast tê. Şivên weha digot: “Ey Xwedayê min! Ey Xwedayê min! Tu li ku derê yî? Ez evd û qurbana te bim. Ez çaroxa te bidrûm, porê te şeh bikim, cilê te bişom. Sipîyên te hilînim. Ez ji te re şîr bînim. Destê te maçî kim. Avê li nigê te kim. Gava xewa te bê, ciyê navcîyên te bimalim. Ey xwedayê min ê mezin! Bila hemî bizinên min ji te re feda bin. Ey Xwedayê min ê ku bi lo lo gazî wî dikim.”
Mûsa ‘eleyhîsselam ji şivên dipirse “Tu van tiştana ji bo kê dibêjî?” Şivên dibêje: “Ji Xwedayê xwe re dibêjim ku wî erd û ezman xuliqandine.”
Hz. Mûsa got: “Lo zilamo! Ma te hişê xwe wenda kirîye? Tu çawa ji bo Rebbê xwe tiştên weha tewşomewşo dibêjî? Tiştên weka sol û kinc, hewceyên te ne. Rebbê ‘alemê ne hewceyê tiştekî ye, tu sîfeteke wî ya weha jî tune ye. Ji dêleva tuyê weha bêjî, hema pembo têxe devê xwe û nepeyve, çêtir e.” û şivan lomand.
Şivên weha got: “Ey Mûsa! Te bi vê lomandina xwe, devê min kilît kir, canê min êşand. Ax ax!” û cilê xwe qetand û bi çolan ket. Li ser vî halî ji Mûsa ‘eleyhîsselam re wehîy hat û weha digot: “Te çima evdê min ji min ğeyîdand? Ma wezîfeya te, evdan nêzikkirina min e an durxistina ji min e?” Li ser vê îqazê, Mûsa ‘eleyhîsselam li pey şivên ket. Şivan dît û mizgîn dayê. Got: “Xwedê îzin da te, tu dikarî weha îbadet bikî. Çawa tê dilê te, weha bêje.”
Li ser vê gotinê şivên weha got: “Ey Mûsa! Ez ji halê cezbeya xwe ya berê derketime. Niha ez di halekê de me ku nikarim bi peyvê bêjim.”
Gurîko
Li Şemrexê di dewrekê de bi navê Gurîko ciwanek hebûye. Navê wî Şêxmûs bûye, lê ka ji ber çiye jê re gotine Gurîko. Gurîko ji maleke feqîr bûye. Ciwan mezin dibe û diçe eskerîyê. Ka herb diqewime, ka şer çê dibe, êdî ji eskerîyê venagere. Heft heşt sal derbas dibin, ji wî tu salox nayê hilanîn. Heta rojekê cewaba wî ya mirinê tê malê. Nas û meriv êdî destê xwe jê dişon.
Rojekê, şeveke tarî li derîyê malê dikeve. Dîya Gurîko Pîra ‘Eyşê diçe ber derî û dibêje “Tu kî yî?” Şexsê li derve dibêje “Ez Gurîko me.”
Pîra ‘Eyşê, matmayî dimîne, ji xwe re difikire, law ma Gurîko nemiribû, piştî ewqasî û vê nîvê şevê, gelo ma bi rastî jî Gurîko ye? Ji bo dilê xwe têxe cî, radibe hinek pirsan jê dike.
Pîra ‘Eyşê: Madem tu Gurîko yî, navê kera me çiye?
Gurîko: Hilo ye.
Pîra ‘Eyşê: Îjar navê gayê me çi ye?
Gurîko: Şemo ye.
Pîra ‘Eyşê: Lê navê denê me çiye?
Gurîko: Herîko ye.
Li ser van cewaban, Pîra ‘Eyşê yeqîn dike ku bi rastî jî Gurîko ye, hema ji kêfan dide lîrîn û reqsê û li dor xwe dizîvire û dibêje: “Wey Gurîko den Herîko, Wey Gurîko den Herîko” û radibe derî lê vedike û lawê xwe himêz dike.
Ciwanên delal! Me vê carê bi rengê Ğezzeyê behsa payîzê kir. Madem me behsa Ğezzeyê kir, em vê helbestê jî bixwînin.
Berxwedan e Berxwedan
Xweda zafer û şanê
Daye ehlê îmanê
Li her der û zemanê
Berxwedan e berxwedan
Xweda dixwaze îzzet
Sebr û cîhad û ğîret
Li mu’minan li ummet
Berxwedan e berxwedan
Xweda bi berxwedanê
îsraîl xist xusranê
Sîyonîst kir poşmanê
Berxwedan e berxwedan
Li Ğezzeyê li Filîstînê
Berxwedan dide mizgîn
îsraîlê dicehmîn
Berxwedan e berxwedan
Xweda xwey ‘edl û dadê
Li Ğezze tê îmdadê
Ji bo Quds û hefadê
Berxwedan e berxwedan
Ê Hamasê şêr dike
Muzaffer û mêr dike
Li Filîstîn xêr dike
Berxwedan e Berxwedan
Ê l-ber zulmê serhildan
Dicehmîn ehlê şeytan
Zalima dike xusran
Berxwedan e berxwedan
Xweda Ezîz û Qehhar
Qehra xwe sed hezar car
Li îsraîl bîne xwar
Berxwedan e berxwedan
Ê sîyonîst pîs dike
Zelîl û necîs dike
Ber cehnemê kîs dike
Berxwedan e berxwedan
Ê Emrîka dişkîne
îsraîlê dixîne
Qurretîyê dimrîne
Berxwedan e Berxwedan
Ê Filîstin azad ke
Bi Hemasê abad ke
Bi zaferê dilşad ke
Berxwedan e berxwedan
Delalên dilan! Îcar em me’na van peyvan jî biellimin û xatir ji hev bixwazin.
Heyfa bizina kol, ji ya biqiloç re namîne: Gotina pêşîyan, behsa heq û edaleta Xwedê dike. Tu kirin û ‘emelên însan, bi qasî mîsqala zerreyê bin jî wenda nabin. Çi li dinyê çi li axîretê têne pêşîya însan. Xweda jî ewqas ‘adil e, her tiştî bi heqqî diedilîne û diwezinîne. Heqqê tu kesî li kesekî din namîne heta heyfa bizna kol, tê stendin ji ya biqiloç.
Bê derpê bigere, sitûyê xwe li ber zaliman xwar neke: Ev peyva pêşîyan, şeref û îzzetê nîşan dide. Zalim, zulm û neheqqîyê dikin. Kesê li ber zulma zaliman dengê xwe neke, li ber wan xwe nizm û nerm bike, bi ya zaliman bike, ewê zalim hê bêtir li wan te’de û neheqqîyê bikin. Ji lew lazim e ku meriv her tim, li ber zaliman serbilind be. Îzzet û şerefa li ber zaliman, ji tiştên dinyewî qîmettir e.
Cihû! Te bibim buhiştê. Got: “Ne îro şemî ye. Kêr nayê” Ev peyvika pêşîyan, cir û exlaqê cihûyan yanî yehûdîyan nîşan dide. Yehûdî li ser malê dinyê mirîne. Kar û fikra wan, qezenca dinyê ye. Dinya û maddîyata xwe, bi tu tiştî heta bi axîret û cennetê, bi muqeddesatên dîn jî nadin. Ev peyvik dîsa nîşan dide ku yehûdî, di roja şemîyê (sebtê) de bê emrîya Xwedê kirine, ji lew di wê rojê de tu hêvîyeke wan a başîyê tune ye.
Ciwanên hêja û delal û ezîz!
Me bi rengê payîzê behsa Ğezzeyê kir, bi rengên Ğezzeyê ton û fona payîzê neqişand. We jî fêm kir ku ji bo Ğezzew Quds û Filistînê, li ser her kesê xwedî ûjdan û însanîyet, cehd û ğeyret lazim e. Lewra heyata dinyayê, encax bi biratî û silametîyê xweş û baş e. Îro Quds û Ğezze, bihara Îslamîyetê ye. Bê wan tu me’na heyatê namîne. Ji lew di vê doz û meselê de, divê em tu car nebin bê deng û bê tevger. Cehd û xebat li mu’minan, mirad û serferazî li Xwedê ye.
Em çûna dersa Qur’anê, hînbûna heyata pêxemberê xwe dewam dikin, li dê û bavê xwe guhdarî dikin, hurmet û xatirê wan dikin, li ders û wezîfa xwe dixebitin.