Li Kurdistanê zilim weke ewrekî reş seranser li herderê welêt girtibû. Bi hêceta serhildana, serok û rêzanê qedirbilind şêx Seîd, serok û pêşîvanên herêma Botan jî weke herêmên din hatibûne bê dengkirin. Piranî şêx û axayên herêmê yan koçber bûbûn, yan jî bi berxwedanan de hatibûne şehîdkirin. Yek ji wan pêşîvanê bi rûmet, şêx Ebdurehmanê Medreseyî/Garisî bû. Li herêma Bota, wek Aqûb axayê Eruhî ew jî pêşîvanekê serhildanê bû. Paş şehadeta şêx Ebdurehmanê Medreseyî ku bi xiyaneta Necmûyê xayîn hatibû şehîdkirin, heval û şêwirmendê wî, mela Ehmedê Êrsî jî bi temenê xwe yê dawî de çendekî mehkum û firar dimîne. Wê çaxê temenê mela Ehmed, ji heştih salî ne kêmtir bû. Di van salên reş tarî de mela Huseyn hatiye dinyayê. Mela Huseyn zarokê mela Ehmed yê dawî bû. Ji xwe du/sê sal paş hingê mela Ehmed wefat dike.
MELA HUSEYNÊ ÊRSÎ
Huseyn hê biçûk bavê wî wefat dike û bi sêwîtî mezin dibe. Ewil li ber destê diya xwe, di nav feqîriyeke gelek zê de bi despêka Qur'anê dest bi xwendinê kirîye. Huseyn, pirr zekî ye û heft saliya xwe de Qur'an xitim kirîye.
Çaxê dest bi feqatiyê dike, ji ber ku piçûkê malê ye, hem xizmeta malê dike û hem jî di nava feqiyan de feqatiyê dike. Ew bi xwe dibêje hetanî gehiştime qewlehmedê jî ez di malê de li cem birayên xwe mela Ebdurrezzaq û mela Ebdurehman min xwendiye. Dibêje ez diçûme bêriyê min pez didot û çi karê malê weke din jî hebû, tev min dikir û êvarê jî di nava feqiyan de radizam.
Mela Huseyn çaxê xwendina xwe diqedîne, bi tewsiya diya xwe weke herdu birayên xwe ew jî diçe binxetê li cem Şêx Îbrahîm Heqiyê Basretî, îcazeya xwe ya îlmê distîne. Piştî îcazê li gelek gundan melatiyê dike û dersa feqiyan dide.
Paş ku ji îmamtiyê teqa’ud dibe çendekî di medreseya şêx Muhyeddînê Basretî de û hinekê jî li medreseya şêx Selîm, (ji malbata mela Xelîlê Sêrtî) ders daye feqiyan.
Mela Huseyn her çi dersa gelek feqîyan dabe jî belê wî bi xwe îcazet nedaye tu kesî.
EXLAQÊ SEYDA
Seyda mela Huseyn, hem di malê de û hem jî li derve xizmeta xwe piranî wî bi xwe dikir. Tu carî ji kesekî re nebûye bar û giranî. Wesiyeta wî jî her û daîm ev bû; digot “rêzdarî û hurmetê ji piçûkên xwe re bigirin. Lewra ji bonî mezinan, ji xwe rêzdarî lazim e. Lewra çaxê hûn ji piçûka re rêzdar bin, wê piçûk her û daîm ji we re wê xizmetkar bin.”
Di hevaltiyan de, gor xwesteka hevalê xwe hereket dikir. Nedigot bilanî weke min be. Qelbê kesekî nedişkand. Zêde helîm û exlaqxweş û dilnizm bû. Di gel vê yekê heybet û weqara îlmê jî sivik ne dikir. Di civatan de ji bilî aliman ji ber kesekî ranedibû piya.
EHEMÎYETA SEYDA JI NIMÊJA ÎNÊ RE
Seyda mela Huseyn çaxê ewil li Torik dibe mela, roja înê dinêre ji bonî nimêjê çil meriv di mizgeftê de kom nebûne. Hinekî disekine belê çil meriv berhev nebûn ku limêja xwe ya înê bikin. Hal ev e di gund de heftê/heştê mêr hebûn. Dipirse dibêje çima merivên cemaetê kêm in? Yek dibêje “Seyda bihar e, çaxê kar e, hinek li bêriyê û hinek jî li avdaniyê ne lewra cemaet temam nabe.” Seyda ji mihrabê radibe û radihêle gopalê xwe û diçe di nava dehlan û di nava pez de kê dibîne bi hêrs dibêje “zû werin nimêja înê, çaxê we nimêj kir wê çaxê vegerin li ser îş û karê xwe.” Bi vê minasebetê Seyda di derbarê nimêja înê de nesîhetên balkêş li gundiyan dike û wan hişyar dike. Seyda hêj bûye mela û kelecan û eşqa melatiyê li dilê wî de dikele. Ji wê rojê pê de ji tirsa seyda, herkes jibonî nimêja înê bê kêmasî diçûne nimêjê.
ROLA SEYDA DI SELAHETA GEL DE
A) Seydayê mela Huseyn pisporê ziman û xeberdanê bû. We'z û nesîhetên wî jî xweş û balkêş bûn. Pirsgirêkên di nava gel de piranî bi nesîhetan hel dikir. Rojekê li Hertivina du merivên ji gundekî din têne cem Seyda da ku şerî’eta wan bibire. Yekî pereyê wî hebûye belê ji ticaretê fam nedikir, yê din jî pereyê wî nîne belê ticaretê dizane. Pere ji yekî xebat ji ê din di karê de bûne şîrikê hevûdu. Belê îş û karê wan rast naçe zirar dikine. Seyda ewil nesîhetekî baş li wan dike û bi ‘urfî wana li hev tîne, hevûdu helal dikin û dibêjin seyda ji kerema xwe bêje ka şerîet bi çi awayî ye. Seyda dibêje, hêlek pere ye hêla din xebat e. zerer ji xwediyê pereyî, xebat jî ji êdin. Lewra dibe ku zerera xebatê ji a pereyî zêdetir be. Vêca bi nesîhetên seyda hevûdu helal dikin û vedigerin mala xwe.
LETÎFE Û PÊKENOKÊN SEYDA
Xeberdanên seyda pir bi hikmet bûn û hem jî carna bi letîfe û henekan meriv dikenand. Belê carna jê tiştên perîb qisse dikir. Ji xwe eger pêkenokên seyda tev were nivîsandin, pirtûkek jê çêdibe.
Çawa tê zanîn, şevên înan di medreseyan de ders tunebûn û feqîyên medresê jî ji xwe re bi lîstik û pêkenokan zemanê xwe derbas dikirin.
Seyda digot çaxê mîrekan de li Cizîra Bota şeveka înê di medresa sor de feqî bi henek û pêkenokan bi dengekî bilind ji xwe re dilîstin. Mîrê Botan digel şêwirmendê xwe jî li ber deriyê medreseyê re derbas dibe. Dengê feqiyan bala mîr dikişîne û li ber derî, bi dizîkê guhdarî feqîyan dike. Mîr seh dike ku feqîyek dibêje xweziya ez mîr bûma û mîr jî xizmetkarê min bûya. Çaxê mir vê xeberdanê dibihîse pirr hêrs dibe. Dinêre feqîyek din dibêje xweziya mîr kerek bûya ez lê siwar bibûma biçûma welate xwe. Bi vê gotinê hêrsa mîr zêde dibe cardin dengê xwe nake. Feqîyek din jî dibêje xweziya Sitî makerek bûya û ez jî nêrekerek bûma û li kolanên Cizîrê bi zirezir ez biketama pey sitîyê û feqeh tev bi dengekî bilind dikenin. Çaxê mîr van peyvan ji feqîyan dibihîse zêde zêde hêrsa wî tê û dibêje hevalê xwe van gotina teva binivîse. Mîr vedigere mala xwe belê ji hêrsa hetanî sibehê xewa wî nayê. Dibêje ma gelo em van feqiyan ji bonî çi xwedî dikin? Çi xêra van ji mera heye? Ezê sibê herim van feqiyan û tevê seydayên wan derxim û medreseyê jî bigirim.
Mîr bi vê niyetê sibehê zû digel şêwirmendê xwe, bê wext diçine medresê. Seydayê medresê dibêje xêr e mîrê min vê siba zû te şeref da me. Mîr bi hêrs nivîsê dide destê seyda û dibêje ka bixweyne. Seyda li nivîsê dinêre û dibêje "subhanellah, welhemdulillah, welaîlaheîllellah û wellahuekber." Û cardin dide destê mîr. Mir çaxê li nivîsê dinêre, dibîne ku çawa seyda xwendî hema welê ye. Mîr dizane eva kerametekî seyda ye. Paşê seyda di ciyê feqiyde ‘uzrê xwe ji mîr dixwaze û nesêheta li mîr dike. Mîr, ji niyeta xwe poşman dibe û vedigere mala xwe.
Belê dilê Mîr şikestiye û çawa dike vê bûyerê jibîr nake. Bi vê sedemê ratib û xwarina medreseyê hêdî hêdî kêm dike. Feqe ji ber kêmkirina xwarinê birçî dimînin û bandorekê giran li ser wan çêdibe.
Çendekî derbas dibe belê dilê Mîr qet venabe ji feqiyan re. Cardin şeveka îniyê bû. Mîr dertê derveyê malê û dibîne ku nûrek aşkere ji medreseyê bilind dibe. Heyirî dimîne û dibêje gelo seyda û feqîyên medresê îşev çi zikr û îbadetê dikin ku ev nûra ha li wan dibare. Heman demî radibe û bi lez diçe medreseya sor. Mîr dinêre feqe tev di medreseyê de li hestiyekê kom bûne û weka seyan dinirijin û di’ewtin hev û dev tavêne hestiyê û di nava medreseyê tên û diçin. Mîr çaxê vê dîmenê dibîne li xwe haydar dibe û zane ku kêmkirina ratib û xarina medreseyê xeta û xetereke mezine. Paş hingê mîr jî weke seyekî diewte û li ser dest û piyê xwe, xwe tavêje nava medreseyê û dibêje seyê mezin ez im. Çaxê feqe mîr dibînin pirr şermezar dibin û her yek bi edeb radibine ser pîya. Belê mîr dibêje seyê mezin ez im ku min ratiba we kêm kiriye ku hûn birçî mane û ketine vî halî. Paşê mîr ji seyda û feqiyan lêborînê dixwaze û poşman dibe û cardin wek berê xwarin û ratiba wan zêde dike û tu kîn û xerez di dilê wî de namîne û dilê wî rehet dibe.
Abdulbaqî BOTÎ