Mamoste Xoşnaw
Kêm nivîskarên kurd hene ku zêdetir ji şêst salan di nav nivîs û arşîvan de dijîn, lê dîsa jî hewl dane ku di warê xebata xwe de rolek bilîzin û celebek afirandinê biafirînin ku ji wan re bibe bingeh û wan wek yekem kes derxe pêş. Yek ji van alim û kesên xemdar jî Ebdulreqîb Yûsif e ku niha ji her demê bêhtir bi awayekî aktîf di warê xwe de cih girtiye, hezkirina wî a ji çand, bîrhatin û berhemên alimên me re tevlî xwîna wî bûye. dîwarê çanda kurdî û dilsozî û keda wî ew kiriye ku di hin waran de bibe kesê yekem an jî di rêza pêşi de cîh bigre, xebat û têkoşîna wî bo nesla pişt wî bibe çavkaniyeke berfireh.
Bi kurtî em dikarin bêjin ku mamoste Ebdureqîb Yûsûf di van karan de yekem kes e ku cara ewil di wî warî de xizmeta çanda Kurdî kiriye û mohra xwe li dîroka kurda xistiye:
1- Mamoste xwedî bingeheke xurt a perwerdehiyê bû ku ji nav medreseyan derketibû, li çar parçeyên welatê kurdan îmkana xwendinê dîtibû, bi kultur û hemû zaravayên kurdî re hevnas bûbû. Li başûr ji Ebdulreqîb Yûsiv re digotin ku Xidrê Zînde xwe nîşanê wî daye lewma ew ewqas jêhatî bûye. Li bakur jî heman tişt ji bo Mela Sedredînê Heyderî dihat gotin ku Hezretî Xidr tif kiriye devê wî.
2- Ebdureqîb Yûsûf yekem kes e ku di destpêka salên 1970yî de li ser parastina mal û taxên kevin ên bajarên Herêma Kurdistanê fikirî û bi hezaran wêne ji mal, derî û pencereyan kişand û wek arşîvek tomar kir.
3. Ebdureqîb Yûsûf yekem kes bû ku li ser parastina qalibên xaniyan û kevirên goran fikirî û ev yek di pratîkê de kir. Seyda di vî warî de bi hezaran wêne kişand û ji bo çanda şaristaniya welat bername danî.
4. Ebdureqîb Yûsûf yekem kes bû ku di salên 1970î de çû Bakur û Başûr, destnivîsên Kurdî bê piştgirîya sazîyan berhev kir. Di nav wan destnivîsan de destnivîsên wek Seyfulmuluk, Siyhapoş, Behnesa, Sîseban a Soranî, Şêxê Sen'anê Feqiyê Teyran, Yûsuf û Zulêyxa, Leyla û Mecnûn û gelekên din hene.
5. Ebdureqîb Yûsûf di nav Kurdan de yekem kes bû ku hem di dema rêjîma Be’is de hem jî di dema hikûmeta Herêma Kurdistanê[1] de li dijî berpirsên mezin şer kir, ji bo parastina dîrok û çanda şaristaniya kurdî. Dema ku Seddam biryara xirabkirina Kerkûkê da, li dijî artêşa Iraqê ku di sala 1988an de plan kiribû ku şikeftên Kurdan biteqîne, li ber xwe da[2]. Wî her wiha sê pirtûk ji bo parastina sê şûnewarên qedîmê Kurdî ê wek Kela Hewlêrê[3], Kela Kerkûkê û Hesenkêfê nivîsîye.
6. Ebdureqîb Yûsûf yekem Kurd e ku di warê dîrok û çanda Kurda de hivdeh milyon rûpel belge berhev kiriye.
7. Ebdureqîb Yûsûf yekem kes bû ku zêdetirî 100.000 wêne û vîdeo li ser Kurdan kişandiye û di malpera xwe de weşandiye.
8- Ebdureqîb Yûsûf yekem kes bû ku li welatê Kurdan bala xwe da stêrnasiyê û li Başûr û Rojhilat çend bermahiyên stêrnasiyê ê wek Silêmanî Gilezarde, Grawî Bakurê Rojhilatê Hewlêrê, gundê Înjkayê li bakurê Seqizê û Maçeyê li rojhilatê Mehabadê nasand û vedît. Herweha wî çend bermahiyên ola Mîtra li deverên cuda yên Kurdistanê eşkere kirine.
9- Ebdureqîb Yûsûf yekem Kurd bû ku di sala 1973yan de li ser şûnewarên arkeolojîk ên bajarekî mezin ê Bendera Ranya kar kir.
10. Ebdureqîb Yûsûf yekem Kurd bû ku girîngiyeke mezin daye gorên navdarên Kurd û çend gor dîtine. Wek mînak; Wî gora mîrên Baban; Silêman Paşa, Mehmûd Paşa û Ehmed Paşa li Qelaçulanê, tirba Farûq Şayê Emîrê herêma Merga, tirba Şahurşayê Mîrê herêma Ranya ku di şerê sehabiyan de hatin kuştin, gora Sînem li bajarokê Hîzanê, gora Mestûre Xanima Erdelan li Silêmaniyê, gora xebatkar Ûsta Misto ya Hewlêrê li Girê Zeytûnê yê Şeqlawayê tesbît kir.
11. Ebdureqîb Yûsûf yekem Kurd e ku malpereke mezin a Înternetê damezirandiye ku tê de 221 cild pirtûkên 500 rûpelî berfirehtir ji nivîsên wî hene. Disa di malpera wî de nêzîkî 1700 vîdeo û kasetên dengî, ji bilî 31,000 wêneyên ku wî kişandine û tomar kirine hene
12. Ebdureqîb Yûsûf zû bi girîngiya arşîvên Osmanî hesiya, piştî ku deriyên arşîvên Osmanî di salên 1990î de hatin vekirin, ew yekem Kurd e ku di sala 1995an de çûye arşîvan, lêkolîn kiriye û belgeyên têkildarî Kurdan ê ku li gorî xwe muhîm hesbandiye bi xwe re aniye başûr[4].
13. Ebdureqîb Yûsûf yekem kes bû ku pêncî sal berê bi me re bû, heta niha jî bi me re ye. Wî di pratîkê de girîngiyeke mezin daye dîroka devkî, di vî warî de bi saya kaset û vîdeoyan zêdetirî bi 1000 kesan re hevpeyvîn kiriye, wek şahidên bûyeran qeyd kiriye û di malpera xwe de weşandiye. Ev hevpeyivîn êdî ji bo dîroka Kurdan bûne keresteyên baş.
14. Ebdureqîb Yûsûf yekem kes bû ku cihê navenda Şarezorê ku Girê Kanîreş e li gundê Bestansorê diyar kir, berê jî gelek arkeologên Iraqî û biyanî hewl dabûn ku wê bibînin.
15. Ebdureqîb Yûsûf ji yekem kesan tê hesabkirin ku li ser Dewleta Doskiyan lêkolîn kiriye û du cîld kitêb hûnandiye. Cîlda duyem a pirtûka wî ya bi navê “Ed-Dewle ed-Dustekiye” hikûmeta Be’isê hêrs kir, her 3000 nusxeyên çapkirî ê wê pirtûkê vegerandin û li fabrîqeya kaxezê ya Besrayê kirin hevîr û kaxiz.
16. Ebdureqîb Yûsûf yek ji wan pêşenga ye ku ji bo nivîsandina dîroka Kurdî li ser lêkolînkirina destnivîsarên Kurdzanên Kurd fikirîbû, li destnivîsên Bexdayê û bajarên din geriya, heta sala 1970an name ji Foruma Agahiyên Kurdî re li Bexdayê şand. hin pirtûkên ji Qahîreyê wekî hewldanek kesane peyda kir.
17. Ebdureqîb Yûsûf di salên 1980-an de yekem kes bû ku bi pirtûkeke serbixwe vexwendiye rewşenbîran ji bo vejandin û parastina çanda kurdî.
Ji ber ku sînorê vê nivîsê mehdûde em nivîsa xwe li vir kurt dibirin. Elbette xizmetên Ebdureqîb Yûsûf ev tenê nînin. Lewra wî di warê xizmeta bo Kurdan de, nexasim di warê kurdolojîyê de mohra xwe li rûpelê dîroka kurda xistiye ku dê her û her di dîroka Kurdî de bimîne. Xebata mamosta ya şêst salan niha di malpera wî[5] de mehfûz e û wek çavkaniyek mezin li benda lêkolînerên arkeolojî, çand û dîroka Kurdî ye.
[1] Beşa nameyên Ebdulreqîb Yûsif ê ku li ser malperê hatiye parastin, bi dehan nameyên ji rayedarên başûr re di xwe de dihewîne, ku tê de wî bi nameyê hişyarî daye wan li her cihê ku metirsî li ser dokument û asarên kevnar ê dîrokî û arkeolojîk hebe wan biparêzin û hewlên bênavber ji bo parastina wan bidin.
[2] Binêre: Wêrankirina Kela Kerkûkê û Hewldana Min ji bo Rizgarkirina wê, Ebdulreqîb Yûsif, Weşanên Wezareta Rewşenbîrî, Hewlêr, Çapa 1,
[3] Binêre: Parastina Me ji Kela Hewlêrê, 1990, ji aliyê Ebdulreqîb Yûsif û Heynî Qadir ve hatiye amadekirin, çapa 2009an.
[4] Mamoste têkiliya xwe bi Bakur re qut nekir û bi riya hiqûqnasê xwe Mela Xelefê Bafayî jê xwest ku çanda Girava Botan bi taybetî û Bakurê Kurdistanê bi giştî berhev bike. Mela Xelef di salên 1970 û 1980an de 133 name jê re şandine û di hemû nameyan de li ser alim û helbestvanên herêma Botanê agahî hene. Kitêb tijî stran, folklor, antropolojî, çîrokên zanyar, helbestvan, dîrok û çandê ne. Wêneyên hemû defteran niha li ser malpera wî hatine parastin.
[5] Binêre: https://abdulraqib.net/