Rêber u rêzanê Kurdan Kî ne?
Dema ku Kurd xweyî dewlet bûne, serokên wan wekî milletên der dor “key(a), kral, padîşah, siltan” bûne. Key an keya me’lûm navê êrxatê ku axur de dixebite, an jî diçe ber pez û golîkan ev kesa ye. Yanî mezinê Kurdan, tucaran kesên la-yus’el û mustesna nebûne, bîlakîs bûne xizmetkar û şivanê gelên xwe û ummetê.
Bo vê sedema jî ji mezinên Kurdan ên mêr re “key, keya, berzan, siltan, emîr, mîr, şêx, axa, beg..” hatîye gotin. Mezin û ma’qulên jin re jî “keybanû, berzana, xanim, xatûn” hatîye gotin. Keybanû, ji bêjeya “key û banû” hatîye pêk anîn. Wate ya Key, serok, mezin, qiral e; banû jî xezal, maral e. Yanê keybanû ya malê, jina malê ye, jina malan jî mîna ğezala çîya û zozanan hetta kralîçe ye lê qralîçe ya dayîk e. Meqamê jinên Kurdan her bi navê keybanû daîm cem keyan bîye. Xulese jin; jîyana civakî de li tenişta mêrê xwe ye, cem qewmînan e, paş lawê xwe ye, ser û starîya qîza xwe ye, hinda merivatîyê, nav îdare û çerxa mala xwe ye. Jin; jîyan e, xwesî dayîka buka malê ye, ji torinan re dapîr e, xaltî ye, amoj e, met e…
Evana, ‘irf, ‘edet, ‘en’ene û toreyên Kurdistanê; helbest, kilam, lorîg, gîrîn, lawêj, axîn, çîrok û heyatên me de mewcûd in. Wan gotinana bi dengê denbêj, şa’ir, hozan, helbesvan û nevşekaran hatîye gotin. Mînaka herî meşhûr jî ev kilama Ferzende Beg e:
Asyayê bi sê dengan dikir gazî digo Ferzende mala te xirab be
Te digo ez Ferzende me Ferzende me
Welatê Bêşincî ordîyê mêr di ser mi re qet tunene.
Ferzende digo Asya yê lê dayê
Tu nizanî va şera ne şerê Hesenan e, ne şerê Demenan e, ne şerê heft bavê eşîran eê…ê
Heyfa min nayê bi kuştin û mirina mêran û şêran
Heyfa min tê li wê heyfê îro dikim nakim tilya şehdê li min nagere
Ax de lêxin hûnî bavê bavê mino de lêxin
Qunê çapilîyan, devê martînan li erdêxin ê..ê
Piçûk û mezinê me berê de canfîdayê Mala Şêxin..ê…ê
Sîrûda Komara Mahabad (22 Ocak 1946) de jî ev gotinên girêdayîyê çand û dîroka Kurd hatîye gotin. Niştiman, axa Kurdistan e û axa gelên Arîyan e. Komara Mahabad de Mela Mistefayê Berzanî û gelek fermandar, zana û meqûlên Kurdan jî li nig Qadî muhemmed bûn. Ev e:
Ey niştiman niştimanê civan
Axa Arîyan wetenê Kurdan
Bo te tê dikoşim bi dil û can
Bi serkeftina axa Kurdistan
Gotinên ser Dilan:
Gotinên li ser dilan jî mîna yên “egîtan” û xerîbîyê bi zimanek dilşewat û hesretî ye. Xort û qîzên Kurdan; ewwil camî û medresan de nav dersa elîfbayê de ta zaaroktîyê de destpê dike lê ji bo ev sebîyana zarok in, masûm in; pir dîqqeta yên derdorê nakşîne. Demek şûnda, tev bejn û bala xortan, hiş û hezkirina wan mezin dibe û meylê hevdîn dikin. Ha vezîfe û karên fesad û şeytanan jî wê demê derdikeve.
Dastan û lorîgên li ser dilan evînîyan de har daîm aşiq û maşûk ango evîndar û evînî he ye. Li ber van daîma yekî xaîn, xêrnexwez, derewîn û rûreş, qezîfiroş û şereffirotî jî mewcûd e. Li ber Mem û Zînê, Beko Ewan; li ber Sîyabend û Xecê ap û amoj, Çel Qede, pez kufî, ga kofî û Çîyaê Sîpanê he ye.
Xecê go Sîyabend wez ê Sîpanê Xelatê dinêrim, hay li min, lo dûman mij e,
Tîrkevanê Sîyabendê Silîvî lo gujeguj e,
Sîyabend mi nego gakûfî berde bira here ji xwe ra,
Gakufîyo te yê çewa Sîyabendê mi ser davêje.
Sîyabend go Xeca mi megrî, wî wî delalam megrî,
Bejnzîrav, çavên belek mebarîne,
Dinya ye, xayîn e kesî ra nedûmîyaye te Sîyabendê Sîlîvî ra qet namîne ê…ê
De bira xera bibûya mala xweyê lo gakuvîyê,
Çawa serê Sîpanê Xelatê ji hev qetandîye, destê bûkê û zavê ye,
De were menal Sîyabend menal, Sîyabendê Silîvî ra tune balgî û berpal,
Weyla mi de dêranê Xwedê Xeca zerîyê ra tune cî û star ê...ê
Xerîbî yû Xurbet:
Kurd, li ser cî û warên bav kalên xwe de xerîbîyê de ne. İro roj; zimanê Kurdî, welatê xwe de, zimanê gelê xwe de, hembêzê dayîkan, dergûşên zorokan de gelek caran xerîb e hêj xerîb jî dîbe.
Mînak: Erê nîne ok an jî hii hi dibêjin. Errîk, edirrîk, err, wîşş, wiş tê gotin. şênahî nîne, şenlîk… tê gotin.
Jî Kurdên Axîsqeê Mîşext (Koçber)’ê Qazexîstanê bi devê wan firqet:
Dîroka welatên der dorê Kurdistanê de her daîm behsa muhacirên birayên me yên Tirkan dibe. Wer tê gotin û zanîn ku ji bil Tirkan tu muhacirek tune. Eslê de’wê dema Ûrisên Sovyet de gelek Kurd jî koçber bûne û li temamên axa Sovyet belav bûne. Bi hezaran, rê û dirban de nav sar û sermaya Sîbirya da telef bûne. Ev gotin û astengên jêr ji Kurdên ku derdorên Wan, Agirî û li Kurdistana Sor (Qerebax) hatine mişextkirin yên wan xerîban e.
Cîw mekanê şêrîn e
Welat welatê me nîne
Berî li me dîguherîne
Pîşt û çoka me şikestîne
Çîyan dinêrîm çîya nîştîn
Ware xezalan çal li pîşt in.
Roja tengayê,
Kurmanc, Kurmancan ra dar-piştin
(Gotîn: Dayîka Fatme, Kurdê Axîsqe, mîşextê Qazaxîstan, 81 salî)
‘Eşq û evîna Zembîlfiroş yan Ehmedê Xanî:
Xatûn, jina Mîr e. Evîndarê zembîlfiroş e lê bi zordestî dixweze ji dilê Zembîlfiroş parek bigre. Daxwezîya wê temamî li gor Şer’a Muhemmed sûc u guneh e. Zembîlfiroş, xweyî exlaq û îmanek mezin e, tirsa wî ji Rebbê wî he ye, xwe ji temamên sûc u gunehan dûr dixe. Ev rêwîyê rîya Heqq e. Ew evînîya, dasîtanek li ser’ işq û evînîyê ye li her derê Kurdistanê tê zanîn û tê gotin. Zebbîlfiroş; edebîyata Kurdistanê de mîna Hikyeta Leylî û Mecnûn, mîna Ûsiv û Zelîxanê ye. Zembîlfiroş, feqîyê rîya Heqq e, ji bo î’aşa mala xwe li sûk û kolanan, gundan digere. Ew şûna Hezretê Ûsif de ye. Xweyî îxlas û îmanek mezin e û ji Rebbê xwe ditirse, xwe ji gunehan her daîm diparêze.
Xatûn :
Kuro selka vir de bîne
Mîr dîxwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawîko ez brîndar im
Zembîlfîroş:
Xatûna mîn a delal e
Min bihîstî Mîr ne li mal e
Bazara’m bi mal ne helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im
tobedarê Xaliqê Rehman im..
Li van gotinan bi zimanê Kurdî gelek “kilam, helbest, lorîg, axîn..” mewcudin.