1.2.2- Tesewwuf
Derheqê tasawwufê de pir gotin hatibe gotin û ji du hezaran zêdetir tarîf hatibe kirin jî Muhyîddîn Îbn'ul-‘Erabî di Futûhata xwe de bi şiklekî kurt gotiye: “tasawwuf bi exlaqê Xwedê exlaqbûn e.” (Altıntaş, 1986: 3)
Dema ku em li çavkaniyên islamê dinihêrin di der heq destpêkirina ekola tesewwifê de ev sedem derdikeve pêş:
Di dema Hz. Pêxember (‘e.s.w.) de, mirovên pirsgirêkeke wan çêba ji bo çareserkirina wê pirsgirêka xwe murace’etê Hz. Pêxember dikirin û bi vî Rengî di rêya Îslamê ya rast de dimeşîyan. Dema Hz. Pêxember (‘e.s.w.) wefat kir, ji mirovên bawerî pê hanîne re dû çavkanîyên ku dikarin murace’et bikin hiştin. Quran û sinnet. Muslumanan alîkî de pirsgirêkên xwe bi van çareser dikirin û ji alîkî dinê ve jî ji alîkariya sehabeyên Hz. Pêxember (‘e.s.w.) îstîfade dikirin. Ber bi hicrî sedsala dûyemin de hinek baweriyên cuda di nav civaka Mislimanan de derket. Bi sedem fethên hatin kirin û bi hinek faktorên aborî û sîyasî gel berê xwe da dewlemendîyê, pere û malên dinyê. Hember vê, ji Mislimanan hinekan domandina ‘eqîdeya paqij a pê bawer kirine û bi nederketina derveyê wehya ji alî Xweda hatî şandin, meşandina rêya Hz. Pêximber (‘e.s.w.) ji xwe re bijartin. Bi taybetî dest bi domandina jîneke gor Îslamê kirin.
Bi vê awayê, li gor tevgerên xwe, wan kesên ku pêşî bi navê “abîdûn” û “zûhhat”, peyre jî bi navê “sofî” û “mûtesewwif” hatin binavkirin bûn sazker û nûnerên vê ekolê ên pêşîn. (Altıntaş, 1986: 3,4)
Bi fethên nû û belavbûna Îslamê tesewwuf jî li heremên cuda belav dibe. Em dizanin ku Ehmedê Xanî û Melayê Cizirî jî ehlê terîqetan bûn û di seyr û sulukê de jî pêşve çûbûn. Em ji Diwana Xanî ji van malikên jêr fêm dikin ku Xanî jî wek pirên alimên Kurdan ji terîqeta neqşibendî bûye.
Me dî neqşek ji neqşê Neqşibendan
Vebû qeydê di min yek bi yek ji zendan
Guşada dil ji bo min ra muyesser
Nebû bê suhbeta sûretlewendan
Li min kurt bû rêya Ke’beya wîsalê
Ji nûra tel’eta balabilindan
Rezîl û serxweş im Wallahî wa’iz!
Li min dayi’ meke van we’z û pendan (Yıldırım, 2011: 59)
Dîsa ji helbestên Melayê Cizirî û ji hinek çavkaniyan em pê dihesin ku Melayê Cizîrî jî Mewlevî bûye. Di nav helbestên Mela de em pir remzên Mewlevîtîyê wek “ney” û “sema” dibînin. Ji bo minak em ji Diwana wî hinek malikan bidin:
Namê enberşikenê bêt ji enber meke behs
Bil ji wê silsile û zulfê muenber meke behs
Veke lêvê we ji nêvê biwerîn qend û nebat
Ji lebê le’leşeker bêj û ji şekker meke behs
Bi ser enguştê eqîqê bide fincana rehîq
Abê heywan te çi yin nav-i ji kewser meke behs
Zeriyên şehla û durdane bibin şahidê bezm
Ji genimreng û siyehçerde û esmer meke behs
Dê bişaret bi işaret ji neyê bête semah
Tu ji nayê di semaê bike bawer meke behs (Zêrevan, 2004: 67)
Em agahiya Mewlevîtîya Cizirî di berhemên alimên di medresan de perwerde bûne de jî dibînin. Çawa ku Seydayê Bediuzzeman navê Mewlevîyên gewre bi hevre tîne ziman û dibêje: “Mewlana Calaleddînê Romî, Mela Ehmedê Cizirî û Mewlana Camî di meqamekî de ne. Di menewîyatê de meqamê wan yek e.”
Pêwist e ku di vêderê de em hinek qala têkîliya tasawwuf û edebîyatê jî bikin. Ji bo alimû arifan edebiyat izharkirin û îlankirina evîna heqîqî û belavkirin û tebliğkirina ‘irfan û Îslamê ye. Hinek caran jî vasiteya dersdayînê û belavkirina ‘ilm û hikmetê ye. Lewra em dizanin ku di berhemên xwe de ‘alim û edîban ji ğeynê tesewwifê cîh dane wek ‘ilmên usûl, fiqih, tefsîr, ‘eqaîd, hedîs, sarf, nehûw, mentiq, estetîk, felsefe, belâğet, matematîk, astronomî, kozmolojî, dîrok, muzîk, fizîk, metafizîk hwd.
- Nêrîneke Materyalist An Jî Bi Oryantalistî
Nêrîneke bi oryantalistî li Klasîkên Kurdî gelek zirar daye edebiyata Kurdî û bûye esteng da ku van klasikan bên fêmkirin. Sedem ku tesewwif û ‘işqa Îlahî bitemamî mijareke metafîzîkê ye, bi nêrîneke materyalîst tu car nayê fêmkirin. Oryantalîzm mijareke dirêj be jî em bi kurtasî dikarên bêjin hewleke zanistên rojavayîn e ku ji bo rojhilatê û çanda wê fêmbikin. Lê belê dema ku mirov berhemên wan dixwîne pêşhesibîyên rojavayî bala mirov dikişîne. Prof. Muhammed Kutup li ser vê mijarê di kitêba xwe ya bi navê “Binghên İslamî ên Zanistên Civakî” de wiha dibêje: “Bi rastî zanistê rojavayî, dema ku van zanistan dikole, zen dike ku bi her alîyê belê, ew nafesile ku ew bi hinek pêşhesêbî (presupposition/ön kabul) daketiye meydanê û -bi vê varqile an varneqile- dîsa nahesibîne ku ev pêşhesêbî bandorê li ser rêbaza lêkolina mijarê û encamên lêkolîna wî kiriye. Ev pêşhesêbî jî, hewce dike ku ji naveroka lêkolînê temamê îlhamên olî û ên ku ji olê hatine girtin bên derxistin. Bi ser de, zanistê rojavayî vê kirinê wek erk û pêwistîyekî zanistî dizane û dihesibîne ku rastîbûna encamên derdikevin girêdayê bi samîmîyet cîh anina vê erka pîroz e. Lê rêya me di vir de ji rê û rêbazên wan diqete an jî divê biqete.” (Kutup, 2011: 9)
Belê divê rêyame di vir de ji wan biqete, lewra ev mijara me rêbazeke oryantalistî qebûl nake. Ji ber ku em ‘işq û hikmetê nikarin di labaratuarekî de temaşe bikin û li encamên wan binhêrin. Çimkî ev bi temamî mijareke metafîzîk e. Ya dudiya jî, dema ku îlhamên olî ji nav vê mijarê bê derxistin tenê termeke bê rih dimîne û tişteke bê wate derdikeve holê. Lewra tesewwif bi her alîyê xwe ve damezraweyeke olî an jî îslamî ye. Ji ber vê yekê oryantalîstan ji bo nivîsandina van berheman hinek sedemên din derxistine pêş. Ji bo mînak Martîn HARTMAN, di nivîsa xwe ya “Li Ser Melayê Cizirî” de wiha dibêje:
Di wê wextê de Mîr Îmadettîn mîrê Cizîrê bû û xweşkeke wî hebû. Dilê Şêx Ehmed ket xweşka Mîr. Wî gelek ğezel nivîs û dîwaneke piçûk jî amade kir ku navê wê “Diwana Melayê Cizirî” ye. Zimanê Dîwanê zimanekî zerîf e û Kurd gelek jê hez dikin. Mîr Îmadettîn ji bona ku mêze bike ka Şêx Ehmed bi rastî ji wê hez dike yan na xweşka xwe da wî. Lê Şêx Ehmed qebûl nekir. (Hartman, 1904: Werger: İncekan: 88)
Li jor dîyar e ku Hartman, sedema nivîsandina Dîwana Cizirî tenê wek dildarîya qîza mir dide nîşan. Bi rastî ev gotin him bêbinyat e û him jî heqareteke mezin e li Melayê Cizirî. Bêbinyat e, lewra miroveke bi hindik bi çaveke hikmet diwana Mela bixwîne, dê her rêz û beytê wê de evîneke sermedî bibîne û wisa ku dema mirov dîwana Mela dixwîne îmana mirov zêdetir dibe. Di derheq vê mijarê de Tehsîn Îbrahîm Doskî di destpêka Diwana Melayê Cizirî ya ku amade kiriye de dibêje: “Gelek gotin di derheqa evîndarîya Cizirî da hatine kirin. Lê ev gotine hemî bê binyatin û çu nîşanên eşkere û binbir li ser nînin. Yekê wekî Cizirî serhatîya jîna wî hêşta di tarîyê da mayî, ya xerîb nîne ku serhatîya işqa wî jî ya rohnî û eşkere nebît. Her çende Cizîrî di şi’rên xwo da hejmareka navên kiçan înayîne lê eve nabîte delîl ku êk ji van navan navê dîbera wî ye. Nexasme eger em li bîra xwo bînin ku ev nave di şirên bara pîtir ji şairan da dûbare bûyîne.” (Doskî, 2012: 22)
“Der barê ku evîna Cizîrî li ku derê dest pê kiriye û ev evîn bi tevayî mecazî ye an Rebbanî ye, nêrînên ji hev cûda hene. Li gor ku Mela Ehmedê Zivingî ji edîbê Kurd Aladîn Secadî, ew jî ji Ebdilqadir el-İmadî neqil dike, dema ku Cizîrî li Heskîfê bi dersdan û perwerdekirina feqiyan mijûl bûye ‘işqa Rebbanî lê peyda bûye û vegeriyaye Cizîrê. Li gorî Zivingî riwayetên ku di wan de tê gotin, Mela aşiqê hinek keçikan bûye û navê wan keçikan jî wekî Selma (keça mîrê Heskîfê) û Sitê (keça mîrê Cizîrê) tên dayin, ne rast in (Binêrin: Zivingî, el’eqdu'l-cewherî fî şerhi Dîwani'ş-Şeyh el-Cezerî, I, Destpêk).”
Lê Qedrî Yıldırım qinyata xwe jî dibêje: “Lê li gorî me ev mimkun e. Çikû ji ehlê tesewifê gelek kes berê rastî işqa mecazî bûne, paşê ji vê işqê derbasî işqa heqîqî bûne. Ango işqa mecazî wan ji boy işqa heqîqî amade kiriye. Ji evîndarên bi vî rengî re evîna mecazî bûye mîna pirê, ew di ser vê pirê re derbasî işqa rebanî bûne. (Türk Ansiklopedisi, IV, 60).”
Lê dema ku em çavkanîya vê gotina Mamoste dinhêrin em dibînin ku agahîke ansîklopedîk e û pêşhesibîke giştî ye û ji bo wê tû delîl nehatiye dayîn. Lê belê em li Diwana Melayê Cizirî binhêrin em dê hember vê gotinê pir delîlan bibînin. Ji bo mînak Mela dibêje:
Bab S (sîn) 45. Dil yek e dê işq-i yek bit aşiqan yek yar-i bes
Dil yek e dê işq-i yek bit aşiqan yek yar-i bes
Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-i bes
Min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê işq
Lew di işqê da me best ihram û yek zunnar-i bes
Terh û terzê bûne zunnar û çelîpa yek bi yek
Lew mi zunnar û çelîpa yek tenê yekcar-i bes
Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin
Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmar-i bes
Gerçi tên reqs û semayê her seher sed neyşeker
Min di bezma sirşirînan ew şirînreftar-i bes
Weh çi wala gewher in hatin libasê cism û can
Min ji wan horîsiriştan ew perî rûxsar-i bes
Hewce sihrê Samirî nîn in ko zulfa reş bikit
Çeşmê benda dilrubayan kagula eyyar-i bes
Bilbilan sed gul di çav in çav li sed gul dî dikin
Min di baxê guluzaran yek gul û gulnar-i bes
Min di baxê gulfiroşan dî eceb resmek xerîb
Xariteban gul di dest in gulperistan xar-i bes
Ew cefa çû der ji hed zulma te bir hetta bi Çîn
Rehmekê carek nekî hey zalim ev azar-i bes
Ğerqê deryayê gunah în teşneyê lutfa heq în
Rehmeta amirzigar û şefqe ê ğeffar-i bes
Ehlê dunyayê seraser dijminên min bin Mela
Piştemêrê min Elî bî, heyderê kerrar-i bes
Belê Mela dibêje dil yek e dê işq jî yek be û ji aşiqan re yek yar bes e, lew ji bo qible yek be, ji qelban re ji bo dildarîyê dilberek bes e û ev dilbera Mela kê dikare bêje qîzeke. Bi ya min ne hewceyê dirêjkirinê ye, Mela dilê xwe tenê dabû yarekî û ew jî Yarê Yaran bû û Mela ji wî pêve jî hezkirinê wek qibleşaşîyê dihesiband û heram û guneh didît.
Mustefa ŞAKAR