Li ser rûyê vê dinyayê, bajarek hebû ku bi bêhna deryayê, bi dengê zarokan û bi rengê jiyanê dixemiland rojên xwe. Lê îro, ew bajar bûye goristana xewnên şikestî. Her kevirekî wî, bûye şahidê trajediyeke nafercam. Her dareke wê ya şewitî, bûye qasidê êşeke bêderman. Daristanên wê ji kezeba dunyayê re peyaman diwelidînin.
Xezze, êdî ne ew Xezzeya berê ye ku bi ken û şahî radihejand dilê asîmanan. Di şevên tarî de, ba di nav kavilên wê de diherikîn, li ramûsanên zarokên bêxwedî diarqilîn û ber bi deryayê ve dirijand komên ji xeman…
Xezze çîrokek melodîwarî ye. Ber bi melodiyeke xemgîn ve distirê çîroka vî bajarî îro. Îro ev çîrok, ne çîroka mirinê ye tenê, ev çîroka mirovahiya ku li ber çavên dinyayê tê kuştin e. Mirovahî mir, mirovahî hate kuştin bi destê mirovan… Mirovên hov… mirovên har… Her termê ku ji bin kavilan derdikeve, her zarokê ku bi çavên vekirî dimire, her dayika ku bi zarokê xwe ve şehîd dikeve, dibe beşek ji vê destana reş. Dibe temzeîyek sora ji xwînê, dibe toqê lanetê û dikave ustuyê hov û haran…
Li vî bajarê ku demeke bihişta ser erdê, cîh û meskenê pêxemberan bû, îro tenê bêhna barûdê tê. Asîman, êdî ne ew asîmanê şîn e; bûye perdeyeke reş ku bi dûmana agir û mirinê hatiye nixumandin. Derya, êdî ne ew derya ye ku bi pêlên xwe yên şîn dilîst; bûye goreke mezin ku termên zarokan dadiqurtîne.
Her pêla ku tê peravê Xezze, bi xwe re nalîneke nû tîne, her pêla ku diçe, bi xwe re hêsireke din dibe. Xezze roj bi roj bi saxî tête definkirin, li ber çavên mirovên dilkevir… Kolanên ku rojekê bi dengê zarokan dihejiyan, îro bûne şahidên bêdengiyeke kujer.
Her kevir, her dar, her pencere çîroka xwe ya tarî vedibêje li Xezze. Dibêjin ka çawa zarokek di hembêza dayika xwe de şehîd ket, ka çawa bavekî bi destên xwe zarokên xwe ji bin kavilan derxist, ka çawa evîndarekî destê yarê/a xwe di nav xwîn û agir de winda kir, ka çawa, ka çawa...
Xezze, bûye muzexaneya êşê. Her parçeyeke wê, her kevirê wê yê şikestî, her dîwarê wê yê hilweşiyayî dibêje: "Li min binêrin, ez şahidê hovîtiya herî mezin im." Lê di nav vê êşê de jî, hêviyek heye ku wek kulîlkeke di nav keviran de şîn dibe. Ev hêvî, di çavên her zarokê mayî de dibiriqe, di dilê her dayika birîndar de lê dide, di destê her bavê ku ji bo zarokên xwe xewnan dibîne de dixemile.
Dema ku şev dikeve ser bajarê Xezze, stêrk yek bi yek dikevin erdê. Her stêrkek, bîranîneke windabûyî ye, her stêrkek, xewneke neqediyayî ye. Lê di nav vê tarîtiyê de, ronahiyek heye ku tu hêz nikare vemirîne. Ev ronahî, di ruhê berxwedêrên vî bajarî de veşartî ye ji mêj ve. Ev mirasa Mûsa, Mizgîna Îsa û Muhemmmed e. Hewarîyên Îsa digel Yedê Beyza bi hefsarê Bûraqê girtine û li benda fermana “kun fe yekûn” in da ku agirê “Ya leytenî” dadin ji nû ve . Ya Sitar! Bayê baweşînê, elametê fereca xêrê wijdanan dihejînin da ku vejînin…
Di nav vê kavilxaneyê de, jiyaneke nû dest pê dike. Çawa ku kulîlk di nav keviran de şîn dibin, çawa ku di nav xweliyê de dibin hêviya jiyanê, wisa jî Xezze dê ji nû ve vejî. Her zarokê ku îro di bin kavilan de dimire, dê bibe toveke azadiyê. Her hêsira ku dirijê, dê bibe barana jiyanê. Dê rojek bê ku li vî bajarî dîsa dawet hebin. Dê rojek bê ku zarok dîsa bi ken û şahî bileyizin li kolanan. Dê rojek bê ev bajarê ku îro wêran e, bibe çiraya azadiyê ji bo hemû gelên bindest. Çimkî Xezze ne tenê bajarek e, Xezze destana berxwedanê ye, Xezze çîroka mirovahiyê ye. Em hêvîdar in û em mecbûr in ku hêvîdar bin, digel hemû atmosfera ku bêhêvîtiyê belav dike. Lewra tarîya şevê berdestê sibehê ye, ne şev daîma şev e, ne roj daîma roje…
Xezze dê ji nû ve rabe. Ne wek berê, lê xurttir. Ne wek berê, lê serbilindtir. Çimkî ev ax, axa berxwedanê ye. Ev gel, gelê rabûnê ye. Û dê rojek bê ev bajarê ku îro di nav xwîn û agir de ye, bibe ronahiya hemû gelên bindest, bibe hêviya hemû dilên birîndar û sirûda “Ya narû kûnî berden wes-selama el-el mezlûmên Filistîn” binuhurîne.
Îro hemû niştecihên Xezzeyê bi xelayê re rûbirû ne. Sîyonîstên xeddar nikarin ku hêza îmana Xezzeparêzan bişkênin, serî li bêmirovatiyeke din dane, ew jî birçîhiştin û rêgirtina li ber alkariya wan e. Lê elbet dê rojek lehîya berxwedanê dîwarê bendava zillet û meskenetê hilweşîne, hilîne û bibe.
Elqisse, hesab bi ser hesaban re heye. Her çiqas hesabê wan hebe, hesabê Xwedayê Qehhar jî heye… Wemekerû, wemekerullah… Çimkî jiyan, her tim bi ser dikeve. Hêvî, her tim bi ser dikeve. Û Xezze, wek Qeqnûsê dê careke din ji xweliya xwe rabe û bibe destana herî mezin a berxwedan û rabûnê. Es-sebrû mîftah’ul-Ferec, Es-sebrû mîftah’ul-Ferec…