Wek adetê xwe yê carî, şevek tarî hema ji xewê rabû, şevnimêja xwe eda kir, ber bi qible ve rûnişt, Qur’ana xwe da ser çoka xwe û xwend.
Gelek ji şevê û xwendina Qur’anê hez dikir. Lewra şev wextê tefekkur û tezekkurê bû di nezera wî de. Bêdengîya şevê ji gelek hêlan ve alîkarîya wî dikir. Dema ku hat ser ayeta