Bi texmîna min, we nebihîstiye kesekî bi navê Şûmo. Wusan e, hûn çîroka wî, bavê wî û dêya wî jî nizanin. Baş e, ez ji we re çîroka Şûmoyê derdnak, ya dilsoj, ya dilperitok, ya hêsirrêj, ya êbretamîz, ya mîna pelote agir vebêjim.
Hebû carekî ji caran, rihmet li dê û bavê hazir û guhdaran, xeyn ji sitemkar û zordaran. Bavek hebû bi navê Bûmo. Wî lawek hebû nav Şûmo. Navê jina wî jî Cûmê bû. Navê bav û kur çiqas li hev dihatin, xuhê wan jî hew qas ji hev sil dibûn. Bûmoyê bav çi bigota Şûmoyê kur, berevajiya wê dikir. Wek mînak, bigotayê, derî bigire, ewî vedikir. Bigota, zû here, ewê teqez hêdî biçûya. Bigota bixebite, ewê tiralî bikira, tolaz tolaz, mîna anotiya bigeryaya. Lê Şûmo çiqas eksê bavê xwe diçû, hewqas jî bi gurra dêya xwe dikir.
Rojekê jina Bûmo, yanî dêya Şûmo Cûmê, bi gotina gundiyan, xatûna Cûme, dibêje wan, herin bajêr ji me re cotek ga bikirin, da ku em cot û cobarê xwe bikin, xelkê hemû zeviyên xwe şovandin, zeviya me hê maye ne şovandî. Hûn hinekî jî dereng bimînin, xunav di zeviyê de yê nemine û tu toxum bavêjî erdê zuwa û req û rût, berhem jê nayê. Emê di guhê gundan de tî û birçî bimînin.
Bûmo û Şûmo radibin, didine ser rê, diçine bajarê ku xatûna Cûmê ji wan re salix daye. Li wira cotek ga dikirin û berê xwe didine gundê xwe. Rê dûr û deraz e. Ber bi êvarê ewrên reş çê dibin û baraneke gij ser wan de tê. Deşteke reperast, cihê sitarê lê nîne. Li ser rêya wan çemek hebûye û mecbûr bûn ku ji wî çemî derbas bibin. Lê ji ber barana gij lehî radibe û çemê ku zinavek av jê dikişya, mecal nade ku meriv jê derbas bin. Pêl, ser pişta hev dihatin.
Bûmoyê bav difikire, dibêje, bêyî ku em dêla ga bigirin, îmkan tune, em nikarin ji vê avê derbas bin. Ez bêjime Şûmo, “dêla gê bigire, bila av te nebe”, ewê miheqeq dêlê berde û pêlê avê wî biherin û bixeniqînin. Çima ku her tim eksê gotina min dike. Gayên wan li pêşiya wan, didine nav avê. Bûmo deng li Şûmo dike: “Şûmo, kurê min, dêla gê berde…” Şûmo jî di hişê xwe de difikire, dibêje, min li darê dinê de carekî jî bi gotina bavê xwe nekir. Lê ezê vê carê gotina wî bikim, bila rebenî şa be, dile wî xweş be. Helbet tiştekî dizane ku dibêje min dila gê berde. Dibêje û destê xwe ji dêla gê berdide. Pêlek tê wî diqulibîne û ser nigûn dike, diçe ku diçe…Bûmo, destek li serî, yek li çokê, mit mayî dimîne. Dibêje û digirî. Dibêje, mal xirabo, ma teyê, dinê dinê de, îro bi gotina min bikira?!!
Me anî ser çi?
Sibe zû bû, min çaya xwe demand, taştêya xwe xwar. Rahêlame qutîya titûnê, qulab qulab cixare kişand. Hûn ji Xwedê bawer bikin, tu nema bû ji sekteya dil biçûma. Min dî, li van nêzikaya pagêtek benîşt heye. Cûmek jê derxist, avête devê xwe û cût, da ku hinekî ji titûn malik wêran dûr bisekinim. Li ser halê Xezeyê, Filistînê, bê dengiya dinê û alemê û helwesta Misilmanan difikirîm. Wê demê, ji devê min ev gotina hanê derket: Misilman, rewşenbîr, zana, alim, şêx û mela çi dibêjin; serok, rêber, rêxistin, partî û cimaetên me eksê wê dikin. Ew dibêjin, bi îsrailê re tekiliyên xwe qut bikin, giregir û serokên me, diçin balyozxanan vedikin. Ew dibêjin, marqe û fîrmayên ku piştevaniya îsrailê dikin, boyqot bikin, pêşengên me diçin, febrîqeyên wan ziyaret dikin û destek didin. Ulema û rênasên ometê dibêjin, bi cuhûyên siyonist re bazirganiyê nekin, ew diçin devê lûleya petrolê vedikin û bi ser cuhûyan ve dişînin. Wexta ku ez li ser vê rewşê difikirîm û min digot, gelo em çi bikin ku serokên me, hovitiya îsrailê bidin sekinandin?
Hê ev gotin di devê min de bû cûma benîştê ku min dicût kete bîra min. Wê cûma benişt, Xatûna Cûmê û Şûmo û Bûmo kire bîra min. Min got, ev desthilatdarên me dişibin Şûmo. Em çi dibêjin eksê wê dikin. Gerek e em vê carê bêjne wan, “piştevaniya îsraîlê bikin. Bila têr Filistîniyan bikûje. Şêst hezar kûştî têrê nake. Lazim e sed, dused hezar zarok û jin û pîrejin û pîremêr bikûje. Hemûyan ji birçiyan qir bike”, ça hebe hukumetên me yê eksê gotina me bikin!
Ji heyecana vê fikra minî aferînbar, devê min çar tiliyan ma vekirî. Wê gavê cûma benîşt ji devê min firî û ket. Nişkêv de hate hişê min:
Lê giregirên me jî mîna Şûmo bêjin: Me li vê dinyaya han a guzeran, carek bi tenê be jî, bi gotina gelê xwe nekir. Werin em vê carê bigotina wan bikin. Ma demoqrasî ne desthilatdariya gotina gel e?!... Qudûmê çokên min şikestin…Min got le’net bê li cûma benîşt, tiştê çawa tîne bîra meriv?