Gelê Kurd; mîna şêran e. Hîmaye û dexaletî nîzanî û naxwezî; lê bê-minnetî û xweserîtîya wan her daîm belaya serê wan e. Xwedîyê cesaret e ji hev re nakeve tifaqek makqûl. Bi hêjmara hezaran, sedan hetta deh heb jî kom nabin!.. Her yek bi tena serê xwe şêr e. Qebûla ‘umûmî ye ku “tenêtî para Rebbê Alemê ye; xeyrî wî merivê tenê, her çi mexlûqatên tenê, para wan felaket e, xwarina êlê ye. Şêr, helbet bi tena serê xwe ye lê pir caran jî li hember koma keftar, kûçik û berazan aciz dibe; birînên kûr û giran digire yan bi destê ajalên herî aciz tê kuştin. Şerm û eyba mezin jî ev e!
Meseleyên li ser eşq û evînê, li ser egîdan û mêrxasîyê yên ku me li jor bi şî’r û hekyatan behs kir, di temamîyan de tişteke hevpar heye. Ev tiştên hevbeş jî; bo yekîtîya vî gelî tiştek hêsan nîne. Li ser pirsgirekên sivik, zû kom dibin lê pir zû jî belav dibin. Îstişareyên kûr û dirêj zêde nikarin ava bikin. Ji bo îtîraz û îsyana xwe delîlan bicivînin, sedema wê kom dibin. Êl û eşîrên Kurd û Kurdistanê, dema ku bo çareserîya pirsgirekan kom bûne; bo şer jî tedarika xwe dîtine. Yanî zimanê Kurdan di civatan de bûye leşker, dest li ser tetikê; tilîya şehdeyê jî bûye fermandar!.. Di kilamên dengbêjan de ev zêde ne:
“Dî û nedî çok da erdê şerek danî!..”
“Heyfa min nayê kuştin û mirina mêran û şêran..”
“Gurê xwîn re bi heval bin!..”
“Qezîyên kin û dirêj nekin!.. Ber-xwe bide.. Îro roja mêran e!..”
“Devê Alamanê da enîya wî! Qapaxa serê wî ji pêde hilanî!..”
Dîroka Kurdan de “bê bextî” tune lê “bê tedbîrî, xeflet, poşmanîya dawî; dijmin û li bê bextan re bawerî..” zêde zêde heye:
“Felekê te çima wa kir? / Xelkê bi pars û pûsê zav û zêçên xwe xelas kir; / Îbo Begê Pasînê bi destê xwe mala xwe xirab kir! / Mala xwe de qesebxane rast kir!..”
Ev hal, mazeret nîne. Xwe yê wî halî; nezera heqîqetê de, nezera marîfet û ferasetê de tû caran mazûr nîne!.. Birayên me yên Tirk dibêjin; “Son pîşmanlik fayda vermez!” Di nav kitêbê de rast e.
Kurd; “xelk û dewletên derê xwe re mûtî û xweş heval in. Canfîdayê yekîtî, biratîya Îslamî ne. Ber derê dijmin dikevin xewa xefletê. Mukerreren bêbextî, îxanet, zulmê… bîbînin jî dema rojên fireh de êş û elemên doh zû jibîrdikin. Nav Kurdan de îttifaq û yekîtî avakirin zor e lê ji hevalên xwe hetta ji neyarê xwe re jî ricakar, bi hurmet û qiymet e. Zilm û zora doh zû ji bîr dike. Dijminê xwe bi sedemê pir erzan effû dike. Dîwana Xanî de “tefrîqe, dijmantî, nezanîn û neçarîya” Kurd û Kurdistan” zêde tê gotin:
“Ger dê hebûya me îttîfaqek / Vêkra bikra me înqiyadek
Tekmîlê dikir me dîn û dewlet / Teshîlê dikir me ilm û hîkmet” (Xanî)
Ev xesletên ne-baş; di sîyaset û sermaye û medyaya Kurdan de mevcûd in.
Jiyana perwerdehî û sîyasî de li ber sîyaset, ekonomî û medyayê de kêmasîyên Kurdan zêde ne. Ji xwe hekayeta mexdûrîyet û mehkûmîyeta Kurdan jî ev kêmasî ne.
Ji bo jîyana gel, jîyana ziman şert e. Jîyana ziman, girêdayîyê qerar û sazîyên fermî ne. Dibe ku hişê fermî, di perwerdehîyê de musade nede xeyrî ziman, çand û edebîyatan lê ev, ji bo mehrûman mazeratake maqûl nîne.
Zanyar û îlimdarê Polan Marîe Cûrîe; behsa dagirkerîya Almanî yên Adolf Hîtler dike. Dibêje; “Almanan zimanê me tamamê jîyanê de taybetî jî di perwerdehîyê de qedexe kiribûn. Malbatên me bo zimanê me em xisûsen tenbîh dikirin. Xoce, dema ku ji fêrgehê derdiket, em di her derê dibistanê de; di kûçe û kolanan de… bi zimanê xwe dipeyivîn. Zimanê me zahîren qedexe bû lê ew di heqîqetê de di her derê jîyanê de zîndî bû. Me ziman wisan mûhafeze kir!..”
Gelê Kurd jî îro gerek aşkere, gerek bi dizî, gerek jî bi proje û şûxûlên fermîbin… bin bandora asimîlasyoneke mezin de ye. Bi qerarên fermî; zimanê me îro di meclîsê de tune. Perwerdehî jî qedexe ye. Zarok; hîna 5-6 salî ji destê da û bavê derdikevin, diçin qireş û mektebên ewwil. Mûcadeleya zarokan ya zimanê zikmakî; zanîngehan de nîne, qireşan de belkî jî hembêza dahîgê de dest pê dike. Bo Karwanê Kurd û Kurdistanê ev mucadele û pêşbazîyek bê-si’ûd e, gewre dijwar e!..
Heta doh; ji bo ku peyvika “Newroz” bi şiklê “Nevrûz” nehatîye nivîsandin cezayên mezin hatin dayîn. Ev cizakirina cinayet e lê hatîye dayîn! Ev jî heqîqet e. Ev nebana; çira Kurdên ku behr û ber nedîtine, av û ajne nizanin li bajarên xerbê binê bahran mîdye derbixin? Çira zarokên Kurd li Stenbolê, Îzmîr û Mêrsînê.. bûn ajneber, bûn xelaskarê behrê, bûn ciwanên beravan, berkendal û behran?.. Di koçberîya fermî de, di şev tarîyan de, di çeman de xenîqîn, di bendav û behran de xendîqîn.. Çi re?
Çima serok û rêberên Kurdan yên esrî ekserîyet zimanê xwe nizanin? Bo çi li welatê Kurd û Kurdistana qedîm “nevî, bav û bapîr; da û dapîr..” têra dilê xwe keyf û kena xwe nakin? Îro ev gelê mezlûm; ji henek û lihîstikên xwe fêm nakin; xerîb dibînîn! Çi re zimanê me di nav malbatên me de xerîb e? Helbet ev netîceyên projeyên kûr û profesyonel in.
Belê heval!.. Erê birako!.. Lomekar be kurê min!.. Zordar sûcdar e lê hemû sûcdar in!.. Elbet li hember van projeyan şîkayet jî çare nîne. Serkeftina di van şuxul û projeyan de du sûcdar hene: yek dewlet yek jî gelê Kurd bi xwe ye!.. Dewlet edalet nekirîye. Îman, însaf, îz’an, wîjdan û temamên qiymetên medenî binpa kirîye. Li ser Kurdistan, xisûsen jî li ser dîrok û zimanê Kurdan; şuxulên ku bi “distûrên biratîyê, bi dad û medenîyetê îzah û îsbat nabin” van şûxûlan kirîye.
Doh ji Ermenîyan re Milletê Sadiqe; ji Kurdan re jî “Bira..” dihat gotin, helbet tişteke baş e lê zahiren. Sadiq teqez gora çi zagonê sadiq, kê re wefa? Yên mûqtedîr û îqtîdar madem ku Hz Muhammed an Hz. Emer û Elî nînin li gor kêja bawerî û adabê sidqîyet û biratî?.. Ji Kurdan re jî “Kurd û Tirk an Ereb an Ecem bira ne” hatîye gotin. Ev jî xweş delal e; lê ka biratî?
Lorîg, helbestên dengbêjan, hekayet û dasîtanên ku rîsipîyên Kurdan gotine me jor nivîsand. Di kêjanê de biratî heye? Di kû derê de hiqûqa wekhevî û însanî hatîye raçavkirin? Em jî dibêjin bira ne. Rebbê alemê jî dibêje “Musluman tenê bira ne!” Wê demê; Dêrsim, Agirî, Zîlan; Mehebad, birayê Hîroşîma Helepçe çi ye? Fa’ilê van bê bextî û komkûjîyan qey îsraîl e? Ev der Xezza an Filîstîn jî nebûn. Derdorên Kurdistanê temamê birayên me yên Mûsûlman bûn! Ayet û Îslamîyetê gera bûm; di kêja dîn û distûran de heye meriv bi temamên aql û zanîna xwe, bi temamê hêz û leşkerê xwe êrîş bide ser birayên xwe yên bêçare? Di heq de rewa ye qey mûcadela leşkerî qedîya şûndatir meriv, komkûjîyan li ser serê benîâdemê rû erdê bike?
Ev sed sal dibe ev de’we dosyayên xwîn di refên edlîyan de dinalinn! Qe nebe lazim e ku îtîraf, bexşandin û helalî gerek bête xwastin! Xwedê Te’ala pişt re vê jî dibêje: “Wê çaxê navbera birayên xwe islah bikin!” Ê baş e, kanê biratî, ka islah kirin?
Heta îro; “qebra Şêx Seîdê Kal tûne, ya Seyîd Riza, ya Se’îdê Nûrsî tûne!.. Bi hezaran qebrên şêx, axa, beg û maqûlên Kurdan kanê? Gotin û pirs para me ye helbet lê deyn û deyn îfa kirin yên birayên me yên Mûsûlman e! Birayên me baş dizanin:
“Sanma ey Hace zer û sîm îsterler / Yewme la-Yenfe’û”(Kiyamet) da kalb-î selîm îsterler” (Bexdadî)
Bo wê rojê tedarîk kanê? Yek tedarîkek birayên me yên Musulman heye; “red û înkarî, asimîlasyon û înfazî, komkûjî û paqîjîya nîjadî!..” Belê!.. Li ser Karwanê Kurd û Kurdistanê bê şek û şûbhe ev hesabên kûr he ne; ev projeyên fermî dom dikin; ev xebatên ji îman, însaf û wijdanê dûr dom dikin!.. Gelê neçar, mecrûhê van derbane. Kurd; bê çare hem bê tedbîr e. Bira û cîranên hanê re muxatab e!.. Biratî û cîrantîya wisan ne li serê însanan; li serê hirç û guran, li serê kevir û daran jî şerm e!..
Sed sal e ev karwan, di van aşan de tê hêrandin. Hember temamên van mûemelan ev gotina aciz devê birayên me de ye: “Kurd û Tirk (Ereb, Ecem..) bira ne!” Helbet bira ne! Ji xwe Xwedê û Resûlê wî dibêje bira ne lê ev çi hal û hekayeta biratîyê ye? Ne Dêrsim, ne Zîlan, ne Mahabad û ne Helepçe de… tû cîyek bi destê emperyalîstan an bi destê Sîyonîstan tehcîr û komkûjî nebû; temamî bi destê “birayên me yên Muslîman (?) qewimîn!..
Her belde û bajarên Kurdan felaketa Xezze dît!.. Manqûl û xanedan, serok û rêberên Kurdistanê bi hezaran îro gorna van jî tûne bûye. Şex Seîdê Kal, Nûrsî, Seyîd Riza.. ji vana tenê çend hew în!..
Qey ji Heqq rewa ye? Dosyayên ev tesbîtên jorîn de xwîn diherikin Lazim e ku ev dosyayên ku hêj dest dozger û hakîman neketine lazim e ku gor hiqûqa biratî, bi destê edalet û însaf û wîjdan gerek werin rojevê. Rojev ne bes e gerek werin holê; di devê sîyasetmedaran de bi destê dozger û hakîman qerar bête dayîn. Meclîsa mezîn a dewletê lazim e ku qerar bigirî û bi edalet û bi şert û şûrtên mêranî îlan bike ku bendê biratîyê hezizî, nêzî qetandinê ye. Lazim e ku ev bendên qedîm tedawî û qewî bibin!..
Bila kes xwe naxapîne, dûre van gotinan bila kes di civatan de gotinê kin û dirêj jî neke. Derdeke gelê Kurd heye ev jî li ber xeflet an jî şûxûlên cîran û birayan e. Ji derd re derman, ji birînê re pansûman lazim e lê yê Kurdan ne pansûman e. Cerehat a sed salî, kula kûr, derûnî ye. Pansûman nîne neşter û emelîyat çare ye. Ev emelîyat; ji bo beqaya biratî, îstiqrar û asayîşa dewletê wacîb e!..
Ji Kurdan re gotina “bira” heke mîna Filleyan “milletê sadiqe” gotin e; ev tiştek îlmî, wîjdanî an jî medenî nîne! Biratî re wekhevî, “milletê sadiqe” re jî wefa lazim bû lê kanê?
Ev jî gerek bête zanîn; şuxul û gotinên li ser “nîjadperestî, xweserî, serf determînatîon hetta îstiqlal û azadî..” êdî di nav Kurdan de jî ava û zîndî ye. Distûra “te’sîr û bersîvê” ev e.Van gotîn û daxwazîyan ku bi birayên me yên Şerqa Navîn ev sed sal e dibêjin, ji teref temamê Kurdan ve jî tê gotin. Ev sed sal e Kurd dibêjin “ummet, tewhîd, biratî, yekîtîya Îslamî..” Dema kû Payîtext Stenbol û xîlafeta Îslamî yên Osmanîyan ji teref birayên me yên Tirk yên “nîjadperest, Xerbî û sekûleran” betal bû wê demê jî berî her kesî dîsan Kurdan gotin; “îlla Xîlafet û ummet.. xêncê wî zînhar ti tişt nabe!” Ev daxwazî û serhildana Îslamî di kilamên dengbêjan de ye:
“Ti caran qebûl nakim dînî Misto Kemal tevî yazîya Latînce ye!
Destê Letîfe Xanim toqa nekir…
Rizakê nexweş ketî yeqîn bizan derman danê”
Mûcadela axa, beg, şêx û zanayên Kurdan yên mazîyê piranî ev bûn. Ev gelê wefakar, cefakar; gelê mezlûm û sêwîyê ummetê îro, ji birayên xwe yên mûqtedîr û îqtîdar hinik daxwazên xwe dixwazin. Daxwaz temamî Îslamî, însanî û wîjdanî ne… Kurd, gotinên alimên xwe jinû de şîrove dikin:
“Kurd di pêre çavan veke li cîhanê temaşe ke
Der dinya de xwe nasbikeê cîhan nebe vûcûd nabe” (Cizrî)
Ev karwanê Kurdan êdî bi qerar rêz bûye û di rê da ye. Karwan li ku datîne meçhûl e. Birayên Musulman heke husnê qebûl bikin ewê li ser qaîde û distûrên Îslamî dayne. Na, heke jê re şer bikin; li ser distûrên red û înkarîyan, bi îmha, asimîlasyon û komkûjîyan hîsab bikin; wê demê em hemû Mûsûlman wenda dikin; emperyalîst û dagirkerên bê-dad wê serkeftî bin!
Aqilmendên Kurdistanê bo xelasî û çareserîyê wiha dibêjin:
“Pişt nedin du hezar xencer û tîr û rim û xişt / Me serî danîye bi Xwedê bestîye pişt”
Ummet, li ser Kurdan heqîqeten neheq e, deyndar e. Îro şîroveyên li ser Kurdan dibin, nav û nîşanên li Kurdan dibin temamî ji mafê emperyalîstan re, ji sîyonîstan re xizmet dikin. Gor hinek birayên me; “Kurd, ehlê tefrîqeyê ne; teror in, hevkarên sîyonîstan in; şerr in, şerrût in!..” Ev îtham, Hz Emer û Îmam Elî.. (ra) ji asîyan re negotine. Ku em baş dizanin distûrên wan mûbarekan Şer’a Muhemmedî bû. Birayên me yên îro; gor distûrên Şefên Millî, gor esasên Xerba emperyalîst û faşîzma daxilî Kurdan îtham hetta înfaz dikin. Ev ne edl e; “Gûneh e, ‘eyb e, cinayet e!..” (S.Riza)
Birayên me ji bo van bûyeran helalî xwestin; bo texrîbatê jî îadeyê heqq şert e. Nav û paşnavên me; “Türkan, öztürk, özkan, yildiz, gözde; Yavûz, kaya, özgür, vatan, gündoğdu, aydoğdû, sevgî, aslan, dağ..” nine; “Zozan, Welat, xelat, bewer, mîrza, rojda, yekta, evîn, Seleheddîn, zinar, Şêr..” be. Ji Bîngöl re Çolîg, ji Elaziğ re Xarpêd, ji Bûlanık re Kop, ji Ağri re Agirî, ji Yüksekova re Gever, ji Aynûl-arab re Kobanî… bila bê te gotin.
Ev daxwazîyana bo yekîtîya ummetê, bo biratîya Tirk û Kurdan; bo heqq û heqîqetê… hem îhtîyaç, hem şîfa ne!.. Şerm a mezin; red û înkarîya wan e.
Helbest û lorîgên bijartî:
Eger destem bighê çerxa felekê
Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê
Te bi yekî daye sed nîmet
Bi yê dîn jî nanê ceh tevî xwînê (Tahirê Ûryan).
*Kûrmanc ne pir bê kemal in / emma di yetîm û bê mecalin
*Kanî Kanî, av sar kanî, malan bar kir li ser danî
*Ey av û av, ey av û av / Ma tû bî `îşq û mûhbet î / Mewc û pêlan tavêy belav / Bê sekne û bê ra`het î (Feqî)
*Feyza me wek Nîl e lê em Dîcle û Firat in”(Cizrî)
*Dibêjin sal donzdeh meh e / Min meh dîtîye çardeh sal e! (Pîremêrd)
* “Nezanîn kêmasîyek e lê hînnebûn kêmasîyek dûbare ye!” (Baba Tahir)