- Çar meh derbas bûn… Dijminê siyonîst di vê demê de êrîşkariya xwe ya wehşî û awayê nazîst li dijî gelê me yê Ğezzeyê ji nû ve da destpêkir. Peymana ku piştî çileyê vê salê bi berxwedanê re îmze kiribû bi xaîntî xera kir, ji navbeynkaran û dinyayê re jî derew kir û ev tişt qewimî. Qaşo li pey serkeftinekê bazda û dest bi êrîşê kir.
- Çar meh e dijmin li hember sivîl û zarokan şerek sadîstî dide berdewamkirin. Bajaran, cîhên mirov lê dijîn û taxan îmha dike û wek çeteyan polîtîkaya hilweşînê bi rêve dibe. Li hember gelê me vî şerê zilmê dide berdewam kirin.
- Bîst û yek meh derbas bûn… Vî wextî, ji bona mucahid û berxwedêrên gelê me re bû berxwedana wek çiyayan û ji bona gelê me jî bû dewreke sebra pêxemberan.
- Me di vî bîst û yek mehî de ji zordarên îşxalker zelîlbûn, rezîlî û xwîn; ji birayên xwe yên dînî jî şikestina xeyalan dît. Ji xeynî mucahidên ji dil yên ku Xwedayê Te’ala merhemet li wan kiriye, gelên bindest û ji mirovên bi mirovahîya xwe ve girêdayîne yên azad ên dinyayê pê ve her kes bê deng man.
- Me bi îzna Xwedê bi hinek operasyonên bi navê “Kevirên Dawûd” pêşî li êrîşên “Wesayîtên Gîdeon” girt û hîn jî li hember vê em berxwdana xwe didin dewamkirin. Van operasyonan bi îlhama serkeftina Xwedayê Te’ala ku li hember Calûtê zalim û zordar da evdê xwe yê salih Dawûd hat kirin. Xweda alîkarîya mucahidên me kir û îsabet da nîşanên wan. Wan jî di her hedefgirtinan de vê ayetê dubare kirin: “Dema ku te avêt ne te avêt, Ellah avêt.”
- Me di van mehan de bi sedan leşkerên dijmin kuşt û birîndar kir. Bi hezaran ji wan bi nexweşîyên ruhî ketin. Ji ber kiryarên xwe yên kîret û bixwîn û ji ber li hember berxwedana ku rû bi rû man di nav leşkerên dijmin de bûyerên xwe kuştinê zêde bûn. Lewra berxwedana li hember wan berxwedeneke ku bi alîkariya Xwedê hatiye dorpêçkirin.
- Mucahidên me, bi tecrubeya ji şerê dirêj a dîroka gelê me ku wergirtine, taktîkên nû û pêşvebirin û dujmin li hev şaşkirine. Operasyonên cesûr û qet nehatine dîtin pêk anîn. Mucahidên me hîn jî wesayîtên dijminan bi mûşekan hedef digirin, rasterast dikevin pevçûnan, operasyonên nîşangiran pêk tînin, kemînên di avahîyan de, di tunelan de diteqînin û li hember hêzên dijmin serdegirtinan rast dikin.
- Mucahidên me di hefteyên dawîn de hewla hêsîrgirtina gelek leşkerên îsraîl kirin. Hinek ji van hewlan pir nêzîkî êsîrgirtinê bûn lê belê pêşî ji ber teqdîra Xwedê û paşê jî ji ber ku rejima terorê fehm kir îhtîmala hêsîrgirtina leşkeran heye leşkerên xwe bi komî qetil kir, van hewlên me yên hêsîrgirtinê biser neket.
- Operasyonên mucahidên me, ji rojhilatê Beyt Henûn û Cîbaliyeya li bakurê Ğezzeyê ji nava taxên Tûffah, Şûccaîye û Zeytûna bajarê Ğezzeyê derbasî Xan Yûnis û Refaha li başûr belav bûn. Berxwedana li Ğezzeyê êdî veguherî dibistana ku di dîroka nûjen de berxwedana leşkerî ya herî mezin a gelekî yê li hember îşxalkeran.
- Gelê me û ummeta me ya ‘ezîz! Em wek Tûxayên Îzzeddîn El-Qessam îro ku 21 meh ji ser Operasyona Tofana Eqsayê û şerê siyonîst-nazî yê li hember gelê me tê birêvebirin derbas bûye îlan dikin ku: Mucahidên me û fraksiyonên dinê yên berxwedanê bi temametî amade ne ku şerekî dirêj yê ji qewetxistinê birêve bibin. Şeklê vî şerî çi dibe bila bibe mucahidên me soz dane ku ewê heta bigihêjin yan serkeftinê yan jî şehadetê vê berxwedanê bidomînin.
- Şerê me sekneke bipirensîb e, mafek e ji gotûbêjê re girtî, erkek e dînî û netewî ye. Ji bona me ji şer pê ve tu alternatîf tune ye. Emê bi îzin û alîkariya Xwedê bi ‘ezm û qerardariyeke mezin şer bikin. Bi kevirên welatê xwe û bi îmkanên sînordar ên di destê xwe de mucahidên me yên bi îman bi lutfa Xwedê gelek karên derasayî dikin.
- Qerar û stratejîya di vê merheleyê de Serokên Tûxayên El-Qessam girtine ew e ku darbeyên mezin li leşkerên îşxalker bixin, ji mesafeya sifirê operasyonên taybet rast bikin û hewldana êsîrgirtinê dewam bikin.
- Hikûmeta dijmin heger qerara dewamkirina şerê qirkirinê bigire ev tê wê maneyê ku qerara pêşwazîkirina mirîyên leşker û fermandarê xwe dane. Ewê tanqên wan nikaribin wan biparêzin û ewê nikaribin wan ji pêtên agir ên bi îmanê hatine çêkirin û ji teref Allah ve hatine avêtin biparêzin. Wan zen dikir ku ewê kelhên wan ji Allah biparêzin lê belê Allah wan ji cîhên ku qet bawer nedikirin zeft kir û tirs xist dilên wan.
- Em bi berxwdan û qehremanîyên mucahidên xwe şanaz dibin. Haya me ji pirsgirêk û êşên gelê me heye, em van êşan di dilê xwe de hîs dikin. Tiştên ku dikeve ser milên me bi emrê Xwedê em bicîh tînin; lê ev yek mesûlîyeta 2 milyar Ummeta Îslamê ji holê ranake. Çi heyf e ku ummet vê erka îhmal kirîye.
- Dijmin ji teref hêzên herî zalim ve bi çek û muhîmmatan bê navber tê piştgirîkirin. Li hember van piştgirîyan rêvebirên ummeta me jî hew temaşe dikin; li Ğezzeyê bi deh hezaran însan tên qetilkirin, tî, birçî û bê derman tên hiştin ew tu tiştekî nakin.
- Em di dîrokê de qeyd dikin û bi êşeke mezin dibêjin ku: Ey serokên ‘alema Îslam û Ereban, ey partiyên sîyasî, pêşîyên wan û ûlemayên wan! Hûn li ba Xwedê dijminên me ne. Hûn ji her zarokên êtîm, her pîrekên jinebî mane, her însanên ku ji cîh û warên xwe hatine kirin, hatine birîndarkirin û birçîhiştin mesûl in. Xwîna bi deh hezaran mezlûman ji ber bê dengîya we di hustê we de ye.
- Evî dijminê hov yê bi hişmendîya nazîst vê qirkirinê encax bi zanebûna ewê bê ceza bimîne, xerantîya bê dengîyê bigire û îxanetê bike dikare li ber çavên we pêk bîne. Em tu kesî ji vê xwîna diherike bê par nabînin. Her kes bi qasî derfet û hêza xwe ji vê yekê mesûl e.
- Wallahî em her ku biçûkdîtin û bê perwabûna dijmin a li hemberî ummeta me û hovîtîya li axên me dike dibînin dilê me xwîn vedireşe. Çimkî em baş dizanin ku di rastîyê de evî dijminî çiqas tirsonek, zeîf û zelîl e.
- Û em, berî her tiştî vê rastîya Îlahî jî ji kûrahî ve fehm dikin: Heger em bi izzeta Îslamê û rûmeta ‘Ereb ku ji dest hatiye dayin li hember wan bisekiniyana “Ewê ji Xwedê bêtir ji we bitirsîyana.” Lê belê halê aniha hunera ze’fîyetên me ne… Allah besî me ye; Ew çi wekîlekî qenc e!
- Ew ummeta qerase, mezin, bi şan gelo nikarîbû pariyek xwarin, firrek av, dilopek derman bigihîştandana gelê Ğezzeyê ku ji birçîna di ber xwe dide? Xwîna vî xelkî ji bona çav tirsandina ummetê û şikestina wê tê herikandin; lewra ew dixwazin di nav axên Ereb û Îslamê de îmaratoriyek siyonîst ava bikin – paytexta wê qibleya we ya ewil, welatê miracê ya pêxemberê we – yan jî ewê wê derê bikin kavil. Wê demê bila xew bi çevên tirsonekan nekeve!
- Silav li xelkê me yê Yemenê be ku welatê hîkmet û îmanê ye, li hêzên wan ên leşkerî û bi taybetî jî li birayên me yên sadiq Ensarûllah be ku piştgirîya xwe ya bêdawî nîşanî Filistîn, Ğezze û mucahidan dide. Wan dinyayê bi wêrekîya xwe û qeradariya xwe di nav heyretê de hiştin. Bi xêra wan li hember dijmin cepheyeke tesîrdar pêk hat. Bi xêra wan hat dîtin ku ew partiyên mezin ên ‘Ereb û Îslamî, rejim û hêzan tev bûne vîtrînên zaliman û vanan hew bi solganên wek tiryakê ciwanên azad ditevizînin û xelkên xwe dixapînin. Van saziyan di doza herî paqij û muqeddes ya ummetê de aciz man û di nav xiyanetê de man, di îmtîhana semîmîyetê de bi ser neketin.
- Em mirovên azad ên li çar terefên dinyayê jî silav dikin ku wan li hember temamê talûkeyan, propagandayên xerab û îxanetê bi xelkê me re di nav piştevanîyê de bûn, ji bona vê zilmê û dorpêçê bi dawî bikin dixebitîn. Ew qehremanên rast in, guh nedan propagandayên reş û tarî yên minafiqên di nav ummetê de û ji bona heqî û edaletê tevgerîyan.
- Temamê teşebbus û gavên mirovên azad ên piştevanîyê yên li seranserê dinyayê - ên biserketibin yan jî ji ber zexta siyonîstan bê encam mane – ji bona gelê me wesîla rûmet û şanazîyê ye. Em bang dikin ku van teşebbusan bila bên zêdekirin, berdewam kirin û bila dijmin di her warî de bên teşhîrkirin.
- Em piştgiriya tewr û gotinên heyeta mizakereyê ya berxwedanê yên di hevdîtinên îşxalkeran de yên nerasterast dikin. Di mehên dawîn de me teklîf kir ku em agirbesteke pevguhertina temamê hêsîran dihebîne pêk bînin. Lê belê sûcdarê şer Netenyahû û wezîrên wî yên nazîst van pêşniyaran red kirin.
- Me dît ku hikûmeta sûcdarê şer Netenyahû êsîrên ku ji leşkerên wan pêk tên qet nafikirin û aqûbeta wan ne xema wan e. Vê mijarê ji bona wan ne mijara sereke ye. Heta civaka îşxalkeran bi mirina temamên hêsîran îqna kirine. Lê me hetanî ku ji destê me hat baş li hêsîran nêrî û ji bona nemirin çi ji destê me hat me kir.
- Tiştên di muzakereyan de pêk tên em ji nêz ve dişopînin. Hêvîya me ew e ku van hevdîtinan bi peymaneke ku şerê li hember xelkê me bidawî bike, hêzên îşxalê bi paşve bikşîne, pêşî li şandina alîkariyan veke bi encam bibe. Lê heger dijmin îcar jî wek her car têkeve înadê û ji berpirsyarîyê bireve em di pêşerojê de nikarin soz bidin ku ewê peymanên sînordar yên weka “Pêşniyara 10 êsîran” pêk werin.
- Yek ji nîşaneyên têkçûna dijminê siyonîst di şikestin û ser tewandina berxwedanê û şikandina îradeya gelê me de, bikaranîna rêbazên hovane ye ku sûcên şer, cezakirina komî, qirkirin û paqijkirina etnîkî pêk tînin. Mixabin, ev kiryaran ji aliyê rêveberiya Emrîkayê ve bi eşkereyî têne piştgirîkirin.
- Dijmin bûye hostayekî îşkencekirina mirovên bêguneh, bi eşkereyî îlankirina koçberiyê, pêşkêşkirina wêrankirina sîstematîk wekî serkeftineke leşkerî û planên avakirina kampên komkirinê yên mîna naziyan di bin navên sexte yên mirovî de ji cîhanê re pêşkêş dike.
- Ev dijmin dixwaze serpêhatiyên tarî yên berê ji nûve bide jiyandin û bi awayekî sadistî li ser dijminên xwe pêk bîne. Ewqas ku nazîzm jî li ber vê zilmê biçûk dimîne. Ji ber vê yekê, divê tevahiya dinyayê van kampan red bike.
- Hewldanên îşxalker ên ji bo bikaranîna leşkerên bi peran dişûxilin û ajanên wan ên bi navên Erebî nîşaneyeke eşkere ya têkçûnê ye. Ev xayîn di nava hişmendî, rûmet û nefreta xiyanetî ya gelê me de tenê wek perçeyeke kağezê qediyayî ye. Bi îzna Xwedê her tiştê ku dijmin li ser wan serf bike, ewê ji bo wî bibe poşmanî, wêranî û windahiyeke eşkere.
- Banga me ji bo van sîxuran ev e: Berî ku pirr bibe dereng, tavilê tobe bikin û vegerin dilê gelê xwe. Yan na, dawiya we ewê trajîk be û ji bo her xayîn û tirsonekan ewê bibe mînak. Di heman demê de, em sipasî û şanazîya xwe ya ji dil ji malbat û eşîrên birûmet ên gelê me re diyar dikin ku têkiliyên xwe bi van xayînan re qut kirine. Van kesana qetîyên gelê me temsîl nakin tenê xwe temsîl dikin!
- Ey zarokên gelê me yê bi sebr û mezin, ey çavkaniya şoreşê û fabrîqeya ku leşkerên me lê têne perwerdekirin, ewên ku her roj ji karwanên bi nûr ên şehîdên xwe bi oxir dikin, ey birayên Mûsayê dostê Xwedê, ku ji aliyê dijminên Xwedê ve hatibû acizkirin lê tenê digot, "Qetiyen na, Xwedayê min bi min re ye, ewê rêya rast nîşanî min bide."
- Ey neviyên Yûsifê sadiq, hûn ji aliyê birayên xwe ve hatin terikandin û avêtin nav bîreke kûr, lê serkeftin û hêz gihîştiye we. Ey dostên Pêxemberê me yê ezîz Muhemmed (s.a.w), dema ku ew bi mirovan dorpêçkirî bû, dema ku ew di şikeftê de sitrîya û dema ku xwe sipart yekî, alîkarî ji Rebbê wî ve hat: “Bê guman Xwedê ewê te li hemberî wan biparêze."
- Ey birayên malbata Yasir, di rêya Xwedê de îşkence li we hat kirin û mizgîniya "Ey malbata Yasir, sebir bikin, bihuşt li benda we ye" ji we re hat dayîn. Qerardariya we, sebra we, fedakariya we û berxwedana we ya li dijî zilm û tunebûnîyê tiştê ku dijminên we herî zêde jê hêrs dibin e. Bê guman dawiyeke vê şeva tarî wê hebe. Serkeftin bi sebrê tê, firehî bi tengasiyê tê, û bi her zehmetiyê re rihetî tê.
- Em destên hemû ewladên mezin ên gelê xwe maç dikin ku bi sebir li ber xwe dan û bi îzna Xwedê serkeftin bi dest xistin. Em silavên xwe yên mezin pêşkêşî wan dikin. Û em mizgîniya Xwedayê xwe didin wan:
“Pêşî jî paşî jî emir yê Allah e. Ewê wê rojê mumin bi dayîna serkeftinê ji teref Allah ve kêfxweş bibin. Allah alîkariyê bi kesê dixwaze re dike. Ew xwedîyê hêza mutleq e, pir bi merhemet e.”