3.2. Dîroka Nivîsandina Çîrokan
Weke ku berî niha jî me anî ziman hêj bi şikleke eseh nayê zanîn ka ev çîrok di kîjan dîrokê de ji teref kî ve hatine nivîsandin. Digel ku agahiyeke teqez tunebe jî di encama xebatên ku li ser Çîrokên Hezar û Yek Şevan hatine kirin de hinek dîrok derdikevin holê ku çavkaniya van jî ew taybetmendiyên çîrokan tê nîşandan. Wek mînak ji çîrokeke ku tê de piranî Harûn Reşîd hebe û behs û qala wî tê de bê kirin, tê fêmkirin ku ew çîrok di dewra wî de hatiye nivîsandin. Mirov dikare di vî warî de bi heman awayî mînakan zêdetir bike.
Derbarê vê mijarê de çend gotin û xebat hene ku bi ya me ew ê di warê dîroka nivîsandina çîrokan de digel ku dîrokeke eseh nede me jî ew ê me jê agahdar bike. Em dixwazin bîskekê li ser wan agahiyan bisekin. Ritter di kitêba xwe de derbarê vê mijarê de dibêje “Ew destxeta Galland a ku destxeta herî kevn û ya yekemîn e, di sala H. 934an de hatiye nivîsandin. Lê belê ev yek dîroka întînsaxê ye. Di nav wan çend çîrokên di nav kitêbê de terminus post quen heye. Mesela çîroka Piştqop, eseh piştî sukûta Bexdayê hatiye nivîsandin.(Bexdayê ji teref Yahûdiyan ve hat fetihkirin.) Ew qeydên di çîrokên Nûreddîn û Bedreddîn de destnîşan dikin çîrok di dewra Melîk Zahîruddîn Baybars (658-676) de hatine nivîsandin.” (Ritter, 2011:125) Lê ji bilî van agahiyên dîrokî di xebata Ziyat Akkoyunlu de, dîrokên kevintir tên dayîn û derbarê mijarê de wisa tê gotin: “Çîrokên Hezar û Yek Şevan, ji sedsala H. 3yemîn pê ve wergera wan bi ‘Erebî hatiye kirin, yanî ev çîrok beriya qerna 3yemîn a hicrî bi zimanine din hatine nivîsandin.” (Akkoyunlu, 1996:3) Dema ku mirov bala xwe bide çavkaniyên çîrokan û dîroka nivîsandina wan û xebatên ku berî niha derbarê wan de hatine kirin, mirov li rasta çîrokên ku di tarîxên cuda de hatine nivîsandin û di nav xwe çandên cuda yên neteweyên ji hev cuda dihewînin tê ku ev yek jî wê nîqaş û neteqezbûnê bi dawî nake. Velî Uluturk di warê dîroka nivîsandina çîrokan de agahiyên balkêş dide û dîroka nivîsandina çîrokan wek 4 beşan dabeş dike. Dabeşkirina Ulutürk a derbarê dîroka nivîsandina çîrokan de wisa ye: “ Dema ku em temamê van şert û mercan li ber çavan bigrin mimkûn e ku em vê berhema mezin bikin çar beş:1.Çîrokên ku çavkaniyên wan Hînd in; 2.Çîrokên ku ji Îranê hatine; 3.Çîrokên ku di dewra Harûn Reşîd de hatine nivîsandin û çavkaniyên wan Baxdayê ne…;4.Çîrokên ku di dewra Fatimî û Memlukiyan de li kulliyatê hatine zêdekirin.” (Ulutürk, 1992:180)
3.3. Teknîka Vegotinê ya Çîrokan
Di Çîrokên Hezar û Yek Şevan de teknîkeke sereke û balkêş heye ku mirov divê qala wê bike. Ev teknîk wek çîrokên bi çarçove ango çîrok di nav çîrokê de tê binavkirin. Wek mînak dema ku em li çîroka bi navê “Çîroka Padîşah, Kurê Wî û Cariyeya Hîlebaz” dinêrin, em dibînin ku di nav xwe de li gor teknîke çîrokên bi çarçove ango çîrok di nav çîrokan de van çîrokan dihewîne: “Çîroka Bazirganê Tama û Pîra Nanfiroş, Çîroka Şehzade û Keça Dêw, Çîroka Merivê Cilşo û Kurê Wî, Çîroka Dilopa Hingivê, Çîroka Wezîrê Şah û Şehzadeyî, Çîroka Mêrê Xemgîn, Çîroka Şehzade û Dêw, Çîroka Şîrê bi Jehrî, Çîroka Kalê Kor û Çîroka Lawikê Pênc Salî.” Di vê çîroka bi navê “Çîroka Padîşah, Kurê Wî û Cariyeya Hîlebaz” de qala bêbextiya cariyê ya ku li şehzadê dike û qala berxwedan û parastina şehzade ya li dijî dek û dolabên cariyê tê kirin. Ev bûyer li hizûr û dîwana bavê şehzadeyî pêk tê. Her du kes ango cariyeya hîlebaz û şehzadeyê bêguneh ji bo xwe bêsûc û bêguneh derînîn parastina xwe li hember padîşah dikin. Dema ku vê yekê dikin ji bo gotinên xwe bi qewîtir bikin, çîrokan wek mînak nîşan didin ku ev mînak nîşandan heta 11 çîrokên di nav çîrokan de ango wek çîrokên bi çarçove berdewam dikin. Derbarê vê mijarê de Ulutürk dibêje: “Lewra di mînakên herî kevin ên edebiyata Hîndê de li rasta teknîka çîrokên bi çarçove tê. Di Kelîle û Dîroneyê de ji bo wext bê bidestxistin hewadîs tê derengxistin ku ev usula vegotinê, zêdetir edebiyata Hindê de tê dîtin.” (Ulutürk, 1992:181) Bi rastî jî di Çîrokên Hezar û Yek Şevan de Şehrazad dema ku niyet dike ku bêgunehbûn û bêsûcbûna pîrekan bi Şehriyar bide fêmkirin, di destpêkê de bi çîrokekê dest pê dike, lê belê ji bo wext qezenc bike dawî li çîrokan nayîne û heta jê tê duvûdirêj dike û her şev çîrokan di cihê herî xweş de nîvrê dihêle ku ev yek jî wextekî pir baş bo terbiyekirina têgihiştina Şehriyar dixe destên Şehrazad. Di taliya hezar û yek şevan de Şehrezada ku wek lehengeke canfeda dabû rê, ne tenê canê xwe bi heman awayî canên kesên piştî xwe jî xelas dike.
4. Naveroka Çîrokê
Naveroka Çîrokên Hezar û Yek Şevan li ser jinê ya ku di çîrokan de wek kesa ku îxanetê dike û di nav civakê de qinyatî pê nabe tê damezrandin ku ev yek ango ev hizr û ramana derheqê jinê de di dawiya çîrokê de digel efûkirinê dişkî û têk diçe. Naverok çîrokan bi kurtasî wisa ye “ Şahzamanê ku hikûmdarê Semerkandê ye, rojekê dema ku diçe birayê xwe Şehriyarê Hikûmdarê Sasaniyan bibîne, di rê de tê bîra wî ku ew li qesrê tiştekî xwe ji bîr kiriye û cardin vedigere qesrê. Şahzaman dema ku vedigere qesrê dibîne ku jina wî, îxanetî wî dike û hema di cih de wê dikuje. Şahzaman ji rojekî rojan dema ku birayê wî Şehriyar diçe nêçîrê dibîne jinbirayê wî, ji jina wî bi şikleke xerabtir, birayê wî dixapîne. Dema ku her du bira li ber qerexa behrê digeriyan dibînin ku îfrîtek sindoq li ser milên wî ji behrê derdikeve û hema ji tirsa wî derdikevin li serê darê. Îfrîtê ku tê binê darê ji sindoqê jinekê derdixe û dû re radize. Ev pîreka ku jina Îfrît e gefê şiyakirina Îfrît li wan dixwe û bi vê gefxwarinê bi her du birayan re dikeve zîfafê û bi vê helwesta xwe îxanetî Îfrît dike. Ji ber vê yekê her du bira li ser bêsadaqatbûna temamê pîrekan qeneatê tînin. Ji ber vê sedemê Hikûmdarê Sasaniyan Şehriyar çawa ku divegere qesra xwe jina xwe dide kuştin. Ji wê rojê pê ve her roj bi qîzeke ciwan re dizewice û roja din wê dide kuştin. Piştî sê salan li bajêr qîza ku Şehriyar pê re bizewice namîne. Wezîrê hikûmdar ê ku di warê temînkirina qîzên ku dê bi hikûmdar re bizewicin de erkdar û wezîfedar e û du qîzên wî bi xwe jî hene. Qîza wezîr a mezin Şehrazad di taliya wê de mirin jî hebe, bes bo jinan xelas bike planekê dike û qebûl dike ku bi padîşah re bizewice. Şehrazad berî ku bi Şehriyar re bikeve zîfafê jê destûra hevdîtina xuşka xwe Dînarzad(Dunyazad) dixwaze. Dînarzad weke ku berî niha qerar dabû ji Şehrazad teleb dike ku çîrokekê bibêje. Şehrazad di cihê herî xweş û bi kelecan a çîroka ku heta şevaqê berdewam kir de qut dike. Padîşah bo dawiya çîrokê hîn bibe îdamê dide sekinandin û dihêle roja din. Şehrazad bi vî şiklî 1001 şevan padîşah dilebikîne. Di encamê de padîşah him bi tesîra bi ibret û hînker a çîrokan û him ji ber jêhatîbûn û zîrekbûna xanima xwe qerarê dide ku ew Şehrazad nekuje.” (Ulutürk, 1992:180)
5. Di Çîrokan Motîfa Jinê
Dema ku li çîrokê tê nihêrtin tê fêmkirin ku vebêj Şehrazad ango pîrek e û di çîrokan de erka vebêjkariyê girtiye li ser milên xwe. Di destpêka çîrokê bi xwe de jî tê xuyakirin jin wek keseke ku her tim îxanetê dike, nebaş e, ne xwedî namûs e, her tim ya xirab dike, bi kurtasî wek kesa ku her tim karên nebaş dike tê nîşandan. Weke ku me li jorê di beşa naveroka çîrokan de jî qal kir, her du bira ji ber îxanetên jinên xwe temamê jinan wek jinên xwe xaîn dihesîbînin û di encamê de Şehriyar heyfa vê îxanetê bi biryara ku dide hewil dide ji temamê pîrekan hilbide.Lê belê di çîrokan de piştî ku Şehrazad derdikeve li ber çavan û xwe di vê oxirê de bo qîzikên ciwan niyet dike feda bike û hewil dide bi Şehriyar bide fêmkirin temamê jinan ne weke ku ew difikirin in û bi qasî yên nebaş jinên baş û qenc jî hene; wê demê ev têgihiştin di taliya çîrokan de tê guhartin û naverok û helwesta li dijî jinan têt guhartin. Em dixwazin hinek be jî li ser vê motîfa jinê ya ku di çîrokan de wek kesa îxanetkar û nebaş tê nîşandan bisekinin. Seval Kasimoğlu derbarê vê mijarê de dibêje “ Qral Cuzzam ê di çîrokê de weke ku Şehriyar ji wê helwasta û nêrîna xwe ya nebaş a derheqê pîrekan de xelas bibe, heta hezar û yek şevan çîrokan guhdar dike, kêfa xwe dinêre û wek wî gogê dileyze û kêfa xwe mêze dike û rizgar dibe.” (Kasımoğlu, 2017:94) Em dixwazin hinekî li ser nêrîn û ramanên Kasımoğlu yên derheqê Şehrazad de bisekinin û çend gotinan bibêjin. Bi ya me fikr û ramanên wê heta derekî rast in. Lewra di heqîqetê de Şehrazad di çîrokan de tu carî hewil nedaye Şehriyar bilebikîne û bi wî wê têgihiştina wî ya derbarê jinan de bide jibîrkirin; berewajiya wê Şehrazad hewil dide ku Şehriyar ‘terbiye’ bike da ku ev helwesta nebaş a Şehriyar a derbarê jinan de ne ji bo demekê, bo heta heta ji holê bê rakirin. Lewra “lebikandin” demkî ye, “terbiyekirin” mayînde ye. Di vî warî de Şerîf Onaran û Aysel Ergül nirxandinên balkêş dikin û balan dikşînin li ser terbiye û perwerdekirina ku di çîrokan de ji teref Şehrazad ve tê kirin. Em dixwazin li jêrê cih bidin van nirxandinan da ku mijar bi şikleke kamil bê fêmkirin. Şerîf Onaran derbarê vê motîfa jinê ya di çîrokan de di pêşgotina Çîrokên Hezar Yek Şevan a ku ew bi xwe ji Fransî wergera wê kiriye de dibêje “Dikare bê gotin ku temaya sereke ya Çîrokên Hezar û Yek Şevan ‘bêsadakatiya jinan e.’ Encax li dijî vê teza ku aîdî Şah Şehriyar e, Şehrazad hewil dide jinê wek dayikek, hevserek, xuşkek û qîzekekê nîşan bide ku ev helwesta wê dibe ku di dinyayê de bibe antî-teza ewil (Ger Lysistrataya Aristophanes a ewil bê hesibandin, wê demê ya duyemîn) nêrîna femînîst a herî girîng. Bi temametiyê kitêbê senteza van her du fikran tê kirin û di taliyê de serdestiya fikra Şehrazad tê îspatkirin.” (Onaran, 1993:22) Di vê bergehê de hema hema ne wek hev be jî nirxandike ku ji teref Aysel Ergül ve hatiye kirin heye 13 ku ew bi xwe jî derbarê helwesta Şehrazad da wisa dibêje: “Şehrazad bi zanabûn û zîrekbûna xwe çîrokên ku tê de qala li dinyayê bi qasî ku jinên ruh nebaş hebin jî; jinên ku niyetbaş û bi şeref in jî hene dihat kirin vegot û hovîtî û wehşîtiya Şehriyar ji holê rakir û nîşan daye ku eqlê pîrekan ji xeddartiya mêran tûjtir e.” (Ergül, 2000: 365)
Ew ê berdewam bike…