Bi navê Xweda, selat û selam li ser Resulê Xweda.
Navê Xettat Hamîd ê bi rastî Şêx Mûsa ‘Ezmî ye. Di nivîsên xwe de îmzeya Mûsa ‘Ezmî weya Êzmî bi tenê bikar anîye, jibo ku ji Diyarbekirê ye piştî 1916an Hamîdul Amidî weya Hamîd bikar anîye.
Bavê wî Zulfîqar axayê ji nevîyê Ademê Amidî ye, dîya wî jî Munteha Xanim e.
Xettat Hamîd li Amedê dibistana sibyan, dibistana navend û dibistana amadeyî qedand. Piştî vî qasî jibo perwerdehîya bilind di sala 1908an de çû Stenbolê. Piştî ku salekî li dibistana nuwwabê xwendina xwe domand mamosteyên wî dîtin ku qabilîyeta wî di hember hunermendîyê de heye, bi bandora wan li dibistana San’eyî î Nefîse qeyda xwe kir. Lê jibo ku bavê wî çû rehma Xwedê jibo debara xwe tehsîla xwe temam nekir. Li Hesekê di dibistana Gulşenî Me’arif de dest bi mamostetîya xet û resimê kir. Di vê navê de bi teybetî bi karê metbe’ê re jî eleqe kir. Di gelek metbe’eyan de xebat kir. Salekê jî li Elmanyayê li ser xerîtevanîyê îxtîsas kir. Dema vegerîya welat bi memûrîyeta xwe re destengîya debarê kişand. Jiber vê yekê li Babi’elî yûrda nivîsa Xettat Hamîd vekir. Bi îmza Hamîd navê muste’ar di pîyasê de nivîsan nivîsand.
Piştî muddetekî îdî bi temamî xwe da vî karî û dev ji wezîfeya fermî berda. Piştî înqîlaba herfan di sala 1928an de atolyeya xwe wergerand metbe’eyê. Îdî bi çapkirina klîşekarî, çinkografi jibo maddeyên ma’mûl etîketên luks û kartvîzitan ve meşxul bû. Di ber vanan de ‘eleqeyê xwe bi xet re jî nebirî, gerek ji hindir welêt gerek ji dervayê welat xwestinê bi taybetî ku dihatin qebûl dikir. Arif Hikmet piştî wefat kir bi xanima wî Adîle re zewicî û metbe’eya ku ji Arif derbasî Adîle bûye bi hemparî bi kar anîn. Lê zewaca wî bi hawê ku dixwest nemeşîya û jina xwe di sala 1960an de berda. Dîsa di sala 1960î de di fabrîqeya cama Paşabexçe de xebitî. Li vê derê camê ku dihatin ‘îmalkirin li ser wan nivîsê cûrbicûr nivîsand. Di sala 1975an de bû karbes. ‘Umre xwe yê mayî di nivîsê de borand. Di 19ê Gulana sala 1982yan ya de çû rehma Xwedê.
Li Uskudarê di goristana Qereceehmed de hate vaşartin, paşê cesedê wî neqil kirin birin ber nigê Xettat Hemdullahê Emesyî.
Xettat Hamîd di pêşvebirina sen’etê xwe de xeyreta wî ya şexsî li pêş e. Ew li gorî usûla kevn li ber destê xettatekî ranebû, belkî bi xettatê otoriter re muzakere û mutale’e kir û li sen’etê xettatê berê jî bi bêhna fire nihêrî û hate vê asta bi şan û şuhret. Di serî de celî sulus, sulus, nesix, celî, te’lîq û wan cureyên din, hetta di herfên latînî de jî qadir bû.
Berhemê Xettat Hamîd ê herî girîng yek jê ku di mushefê de lefzê Allah di ser hev re nivîsandîye. Yek jê jî ew Quran’a ku li gor mushefa Hesen Efendî esas girtîye û nivsandîye. Wekî din jî ji qelema wî gelek berhemê wek hilye û qit’e û mureqqe’ derketine. Elîfbêtka ku me dixwend a Şafi’îyan jî li gor ku îmza wî li ser bû ew jî a wî ye.
Xettatê me nivîsê wî ê camîyan jî gelek in: Mescîda Sîrkecî Hobyar, Camîya Eyyubî ya Stenbolê û gelek camîyan bi qelema xwe neqişandîye. Bi taybetî nivîsa wî ya celî sulus ku li ser derîyê Camîya Şîşlî ye li dunyayê meşhûr bûye.
Nivîs û xettê Hamîdul Amidî di serî de li Misir û ‘Iraqê û li temamê dunyayê belav bûne.
Dema li Stenbolê pêşbazîya xetta ya navneteweyî tê lidarxistin di sala 1986an de ev bername bi navê wî tê binavkirin.
Di dema jîyana xwe ya paşî de gelek suxte hem ji dervê welat hem ji hindirê welat li ber destê wî rabûn u îcazet jê girtin. Di serê suxtê ku li ber destê wî rabûn u jê îstîfade kirin Xettat Helîm Özyazici û Haşim Mûhemmed Elbexdadîyê ‘İraqî ye. Hesen Çelebî û Fûad Başar û Huseyn Qûtlû jî li ber destê wî rabûne.
Pir ‘ecêb e ku li ber destê wî jineka japon jî hînî xettê ‘Erebî bûye.
Xettat Savaş Çevik dibêje: Hamîd bi tenê ne xettat bû, belkî ew ressam, şêwekar (grafiker), sêwrankar (tasarimvan), çapker (metbeevan) û sûretkêş jî bû.
Xettat Hamîd di sala 1911an de li Stenbolê bi Ustad Bedîuzzeman re jî hevnas dibe. Li Camîya Beyazid piştî şîretê Ustad ew û Ustad hevnas dikin û Ustad ji nêz ve pê re ‘eleqe dike. Paşê li Çemberlîtaş dîsa hev dibînin. Di vê civînê de xîtabeta ku Ustad amade kirîye dixwîne. Piştî vî qasî bi çend salan ew Quran’a bi tewafuq ku Ustad Bedîuzzeman tesbîta wê kirîye û keşf kirîye nivsandina wê jî dibe nesîbê Xettat Hamîd. Ji xwe Xettat Hamîd du salên xwe yê paşîn di nav destê şagirdê ustad de derbas dike û li ba wan emanetê xwe teslîmî Rebbê ‘alemê dike.
Piştî van agahîyan ez dixwazim hinek derdê dilê xwe birêjim.
Kesê bê xwedî malê wî tê talankirin. Yekî wek Hamîd jî îro navê wî bi xettatê Tirk derketîye. Hem li Tirkîyê hem jî di nav ‘alema ‘Ereban de. Di heqê wî de dibêjin xettatê Tirk ê paşîn. Kurdê bê xwedî jî li vî tiştî temaşe dike û nikare dengê xwe bike û nikare malê xwe biparêze. Nikare dozê jî bike. Dema doz bike jî gerek bi qanûn û nîzamê xelkê doz bike. Belkî wê di dilê xwe de tiştekî hilgire ku agirê kerbê ye û ji devê xwe jî li gor ku çavê dijmin sor nebe wê xeberdana bike. Her wekî sîyasîyên me.
Lê ji bo Xettat Hamîd em dikarin bêjin gelê Tirk ne niheq in; lewra Amidî jîyana xwe ya dirêj li Stenbolê borandîye. Îmkanatê hunermendîya xwe jî li wê derê bidest xistîye. Ger çendî ev heqîqet wisa be jî Hamîd malê me Kurdan e û ji Ameda Kurdan e. Wî bi xwe jî leqeba Amidî ji bo xwe pejirandî ye û ew namdarîya ku gihîştîyê jî xwenaskirina wî bi wî nedaye jibîrkirin. Ew namdarî ne bûye sebeb ku xwe qure bike û nisbeta xwe bike bal xelkê din ve. Çima ez wisa dibêjim; lewra car heye dirêj mana li cîhekî dibe sebeb ji bo nisbetdana bal wî cîyan ve. Lê xettatê me dibe ku hemîyeta wî pê girtibe û leqeba Amidî jibo xwe pejirandibe. Bi vî hawî ketîye pêşiya nisbetê ku piştî wefata wî jî lê bêtin kirin. Hemîyeteke din mirov di Xettat Hamîd de dibîne ku zarokê Kurd ên Şafi’îyan jî jibîr nekirîye û jibo wan wê elîfbêtka Şafi’îyan a biçûkî wecîz û bibereket amade kirîye.
Hamîdê Amidî yek ji hunermendê Kurdan e. Wî jî weke gelek namdarê Kurdan navê xwe di dîrokê de qeyd kir. Bi vî hawî ji Kurdan re bû fexr û Kurd dikarin bi Hamîd jî meydan bixwînin ji sekulerê Kurd û ji nîjadperestên Tirkan re.
Xettat Hamîd kesayetekî Kurd ê wisa bû ku rê bi ber nivîsê hunera Îslamî xist û bala ‘alema Îslamî kişand ser Stenbolê.
Wî rûyê me spî kir, Xweda jî rûyê wî spî bike.
Rehma Xweda li ser rûhê wî be û gora wî bexçekî ji bexçê bihiştê be.
----------------------------
Çavkanî: Ansîklopedîya Dîyanetê, Mu’cemu E’lamil Kurd, Îtmamul E’lam, çend sîteyên înternetê