Çîn çîn kirin zulfên siya kesk etlesa dîba qeba
Êdî nîşan nabin xwiya têkilkirin lazim seba
Eya Seyda! Ji vê beyta we ya rengîn îlhamek niqûtî ser dilan, dil herişand û talan kir. Li ber vê beytê tenê em dikarin bêjin: Reng û ahenga li vê kaînatê di xulqiyatê de bê hempa ye. Dema mirov li erd û asîmanan mêze bike mirov tu kêmasîyek tê de nabîne. Lewra kaînata ku ayîneya zatê Zulcelal e kirasê mukemmeliyetê li xwe kiriye. Ji lew Heq Te‘ala di kelamê qedîm de beyan dike ku eger mirov bi nezera îbretê li erd û asîman û mexlûqatên di mabeyna herdûkan de mêze bike mirov şaş û matmayî dimîne li hember aheng û bejn û bala wê ya li hev hatî. Elbet di vê dinyaya fanî de însan li pey mukemmelîyetê digere, dixwaze ku her tiştê wî kamil û lihevhatî be. Lewra yarê wî yê ebedî bi xwe xwedî kemal e, hem temmamê kemalatan ji wî ne. Lê ji ber ku dinya meydana îmtîhanê ye gelek kemalatên wî di bin perda de veşartî ne. Lazim e salikê riya evînê bi surra bayê tefekkurê di sihara sibehê de, digel hêstirên çava bi saya secdeyan perdê ji ser rake, kemalatan bibîne. Eger mirov tê bigihê; çawa ku di hengama fesla biharê de gulên rengîn dilê mirov geş û xweş dikin her wiha evîna meşrû di sînorê hidûdê yarê yaran de mirov dilxweş û dilgeş dike, tu kêmasîyek mehbûb li nêk mirov nahêle. Bes surra bayê evînê ku lê bê. Di vî meqamî de xewn û xeyal êdî serbest in, teyrê evînê baskê xwe li ba dike, çiya bi çiya, zozan bi zozan, ‘alem bi ‘alem difire di meqamê ‘eşqê de dikeve seyra gulîstana ku evîna wî lê meskûn e.
Min dî seba dayê seḥer madarê bedrê kir du ker
Qews û qezeḥ jê hate der dîsa bi zulfan ra teba
Eya Seyda! Şeqqul Qemer mucîzeyekî bê emsal e ku heyv yanî qemer bo tesdîqa nubuweta nebîyê axir bi emrê zatê zul-Celal bû du ker, şeq bû, netebitî. Elbet sibeh dema bereket, dûa û nûvejînek taze ye, zihnê mirov di wextê sibehê de bi bayê sibehê re zelaltir dibe. Teyr û tirûd digel badê seba di sihara sibehê de bo rizqê xwe li ser rûkê erdê belav dibin. Eger ‘aşiq sihara sibê, di bin sîbera Qur’anê de evîna xwe bi secdeyan bixemilîne, elbet dê gelek kemalat û keramet jê peyda bibin. Lewra sibeh xêr e, bereket e, rohnî ye, ronahî ye. Rohnîya sibehê a ku li gor bawerîya me rê û rêbazên Kelamê Qedîm li ber mirov vedike, rûkê yarê bêtir aşîna dike bo mirov. Çawa dema ku ronahî dertê heqîqeta gelek tiştan ji nû ve ji bin perda zulumetê derdikeve û rastîya xwe digel kemalatan nîşan dide, her wiha tîrojên rojê li ber bayê sibehê dibin keskesor û alemê dixemlînin, gelek sirr û nîşanên yarê jî digel wê keskesorê di dil de şax vedidin, diherrikin nava dil, dil diçe meqamê heyretê, ji wir hildikşe meqamê îbretê, yar li wî meqamî dibiriqe reh ber dide nava dilan.
Îro ji me li bedra temam ‘enberfeşan bin sed selam
Ey hudhudê şîrînkelam ehlen we sehlen merḥeba
Aleykum es-Selam eya Seyda! Aleykum es-Selam. Bedra temam, yanî heyva çarderoj, yanî evîna dilbira dilherişandî ku li nêk ehlê Îmanê ew bedra temam nûra Quranê û rûhanîyeta Hezretî Muhemmed Aleyhîsselam e digel hemî pêxember û warisên pêxemberan. Em dê piştî hezar salan silavên xwe digel muhbet û hesreta dilê xwe li ser baskê Hudhudê Suleymanî bar kin û verê kin nik wan. Ey hudhudê Şîrînkelamê ku xebera Belqîsê gîhande Suleyman û Belqîsê digel textê wê anî nik Suleyman! Piştî borîna hezar salan bo me wekaleten “ehlen we sehlen merheba” bêje bo wan pêxember û aliman. Lewra damezrînerê sînorê evîna beşerî jî bo me her ew in. Bo me serkanîya kemalatê her ew in. Sirrê wesletê, wesleta li warê selametê her ew in. Sed car ehlen we sehen merheba.
Min dilberek wek dur heye meḥbûbê şîrînsur heye
Ḥusn û cemalek pur heye Belqîssifet mesken Seba
Belê Seydayê hêja! Hezar rehmet li rûhê we bibarin. Çi maddî çi manewî bo herkesî dilberek dilbir heye. Her kes li gor sedeqeta xwe ya bo dilbera dilbir dinyayek li ber dilê xwe ava dike. Eger dilbera ber dilê wî bi wesfên xwe kesek şêwirmend, baş, qenc û rêzanek hêjayî şopgerînê be dê her du dunyayan bo evîndarê xwe ji gul û kulîlkan bixemlîne. Ji xwe husn û cemala wê ya dunyewî jî dê wek hedîye bo wî bimîne. Eger em di vî warî de li mîsalek baş bigerin wek mîsal qisseya Belqîs û Suleyman digel mizgîna Hudhudê Şîrînkelam kafî ye. Lewra bo Suleyman li dinyayê dilbera şîrînsûr; rizaaen lîllal hakimkirina heq û edalet bû li cîhan. Ew her li pêy şopa rastîyê bû da ku dinyayê bi edalet bixemlîne. Ji lew Rebbê wî hemî cîhan xiste bin hukmê wî digel hemî rûhberan. Dema ku Hudhud hat, xebera Belqîs, tac û textê wê anî; Suleyman xwest ku wê digel tac û textê wê bîne bixe bin hukmê Hakimê adil. Xweda jî wek daxwaza wî pêk anî textê Belqîsê digel Belqîsayê ji Seba anî li rex wî danî.
Şox û şepala meyperest ew zalima hişyar û mest
Vê nameyê xef dê vî dest fî teyyiha neşrun-neba
Seydayê min! Elbet dilbera dilbir li nik herkesî cûda ye lê hişbir û dilbir e, mubtelayê xwe dîn û sewda dike, hiş û aqilê wî winda dike. Kesê ku li gor sînorek mueyyen li pêy dilberê nemeşe mimkûne ku xerqî behra evînê bibe, tê de bixeniqe biçe helakê. Ji lew lazim e salikê riya dilberê ewil dilbera xwe binase, paşê dilê xwe teslîmî wê yarê bike. Di vê rê de ewil qasidek sadiq û wefadar lazim e, dibê salikê riya dilberê bi wesîleya wî qasidî dilberê baş binase. Eger dilber ne hêja be lazim e salikê riya wê bi husn û cemala wê ya muweqqeta dunyewî nexape. Lê eger dilber hêja be lazim e salikê rê nameya xwe bi dizî teslîmî qasidê xwe yê sadiq bike da ku Bekoyên Ewanê warisê şeytan nabeyna wan xera nekin. Lê divê ev name wek sirrek di mabeyna qasid û aşiq de bimînîn heta ku dilbera namzet bê naskirin. Piştî nasînê di meydana evînê de herb û şerrê mecaz heqîqetê li hev diqelibin. Salik dikeve rêka seyr û silûkê. Paşê mecaz dimire, heqîqet rû vedide Seydayê min!
Bêj ew şirîna surperî durdaneya ez muşterî
Kan ‘ehd û peymana berî bêfayde çûn şubhê heba
Seydayê min! Eger qasid rast hatibe pejirandin; em nebêjin jî elbet dê wekaleten xwe bigehîne dilbera dilbira şîrîna surperî û peyama mirov bo wê bibêje. Bes di vê oxirê de îxlaseke qewîn lazim e. Eger aşiq di oxira meşûq de sadiq be; dê ehd û peyman jî li ser qewl û ehd û peymana mêrên berê bin. Na eger sedaqet û îxlas nebe soz û peyman jî ji bîr dibin, mislê kayê dê biçin li ber bayê. Lazim e muşterîyê durdane û durr û mercanan sermayeyek qewîn digel îxlasê hebe da ku karibe wan bikire da ku cehd û xeyreta wî badilhewa neçe.
Me divê periya dîlberê lê hê li uslûba berê
Lê kifş bibîte ji pencerê bê û biçit teşbîhê ba
Seyda Can! Elbet li nik her dildarî dilbera wî ya dilbir mislê perîyekî ye. Her dildar hifza dilbera xwe ji rohnîya çavên xwe jî dike. Kes naxwaze ku husn û cemala dilbera xwe bi kesên din re par ve bike, tenê dixwaze dilbera wî li ber çavên wî bit, her tim çav li li husn û cemala wê be li ser kewn û kemala berê. Di vî warî de şibak û pencere digel sihara sibehê şahidê rohnîya çavên wî ne. Aşiqê heqîqî di warê evîna xwe de hesûd e, hor û xilmanên beheştê jî daxil naxwaz e kes dilbera wî ya dilbir bibîne û lê temaşe bike. Eger çavek biyanî riya xwe şaş bike divê dilber wekî ba û birûskê birq vede û biçe.
Dilber mecala name dî nasî ku nîşana me dî
Nûnek muxalif tê nedî hel qelbuha neḥwî seba
Belê Seyda Can! Eger mirov di niyeta xwe de rast be, qasidê mirov rast be, nameya mirov a ku ji hîssîyatên muxlîsê qelbî dagirtiye, bi awayek rast bigehîne dilberê, bo wê baş şîrove bike; muxatabê aşiq ku dilbere baş tê bigehê ku evîndarê wê di oxira evîna xwe de sadiq û mûxlîs e, elbet dê heyran û mest bimîne bo evîndarê xwe. Lewra ew hîssîyat ji ber siya zatê Wedûd peyda bûne, eger di rê de bi masîyetan nelewitin dê hemî şubheyên wê berteref bibin û bi awayeke erênî li muxatebê xwe vegere û bêje: Ehlen we sehlen merheba, tu bi xêr hatî li ser ser û çavan. Me di vî warî de hîç şek û şubhe nîne. Bes divê nîşan û elametên sedeqeta evîndar bi awayekî rast bigihên muxatabê wî.
Neyşekera sipî dest û zend zanim mecala name xwend
Lêvan tebessum kir ji qend maset ke banîn fî ruba
Belê Seyda Can! Rast e, dema peyvek ji dev derkeve diçe di mêjî de bi cih dibe. Lê eger ew peyv ji qelb derkeve, dilop bi dilop dadiwerive diçe di qelban de cihek taybet bo xwe digre. Ev beytên we digel dîwana we nuha bo vê yekê şahidekî muhîm in. Lewra ji pêncsed salî berjortir e ev beytên we li ser zarê aşiqan digerin, murîd, şêx, mela û evîndar di meclîsê eşq û evînê de, di meqamê cezbeyê de bi dengê zêrrîn dixwînin û dilan cezb dikin. Ji xwe sirreke Rebbanî di peyvan de heye, vêca eger bi îxlas bên xemilandin elbet dê qelbê dilbera dilbirr bi bal xwe ve vekşînin, dilber dê bi tebessum, dilxweşî û dilgermîyeke ji rehm û şefqetê dagirtî li evîndarê xwe vegere û wî di meqamê dilxweşiyê de qebûl bike li ser textê evînê. Me di vî warî de hîç şek û şuphe nîne. Lê divê qasidê di mabeyna aşiq û meşûq de sadiq û rast be. Eger qasid peyama aşiq bi sedeqet û raste rast bigehîne maşûq elbet dê bersîva peyamê digel muhbet û suhbetek xweş hevgihînek ebedî be di baxê evînê de li ser textê dilbera neyşeker û gulendam be.
Qasid bi meqsûda me hat ba mujde û emr û berat
Nîşan hinarin hem xelat şehzadeya gulgûn qeba
Eya Seydayê delal, nêçîrvanê peyvan, hostayê hunerê, pîrê helbesta kilasîk! Vegotina mexsedê, ragihandina peyamê di warê hevtêgihînê de xalek pirr muhîm e. Dema ku peyv ji devê însan derdikeve êdî însan dibe mehkûmê peyva xwe. Eger peyv bi awayeke rast û niyetek qenc bê ziman êdî ew peyv dikeve ser milê qasidan. Eger qasid peyamê bi îxlas û raste rast bigehîne muxateb, di peyamê de jî husnûnîyet hebe elbet dê peyam di dilê muxtabê xwe de cih bigre, şax vede, bikemile digel husnûqebûl ji maşûq li aşiq vegere. Piştî vê vegerê ji bin sîwana navê Wedûd û Settar wek xelat gelek keramet diwelidin. Wek mînak digel seadeta dinyewî hevgihîna di baxê biheşta ebedî de li rex koşk û serayên ku çem ji binê wan diherrikin dibe nesîbê aşiq û maşûqê ku evîna xwe rizaen lîllah bi guneh û îsyanan nelewitandine. Ji xwe kêf û zewqa ku ji dîtina zatê zul-Celal peyda dibe nayê hîsab û defterê. Ev hinarîyên han tev ji zatê zul-Celal in
Îro mecal lê hat û wext dîsa ciwan bû min dirext
Ew lamî‘a dayî ji text ma kane berqen xulleba
Eya Melayê min, Seydayê hêja! Li gorî hedîsên Pêxember (s.e.w.) hîç kes bi extiyarî naçe beheştê, her kesê ku layiqî beheştê ye berya ku biçe beheştê Heq Te‘ala ciwanîya wî lê vedigerîne hê wî dişîne beheştê. Kesek ji wan kesên şad û bextewar jî ew kes e ku li vê dinyaya derewîn evîna xwe bi guneh û zenbên giran nalewitîne, li gor rê û rêbazên zatê Wedûd jiyana xwe didomîne. Elbet mirin daxil di riya evînê de gelek muşkîle û zehmetîyên dijwar hene. Lê zad û zewadê salikê vê rê jî sebir, teqwa, îxlas, tehemmûl, zuhd, şukr û hwd. Kesê ku xwe bi van mezîyetan bixemlîne an li vê dinyayê an jî li dinyaya ebedî îlanîhayet digihê mexsed û miradê xwe. Di meqamê rizayê de gelek nîmetên wek şînbûn û ciwanbûna dara bext, vegerîna ciwanîyê, hevgehîna mehbûbê heqîqî, seadeta ebedî, koşk û sera, bax û baxçeyên bêhempa, tac û textê li bin dara tûba li ser hewza Kewserê li benda wî ne. Hê gelek îşaret û beşaretên din jî hene ku ji tîrojên roja wehyê şewq û lami’ vedane digel birq û birûskan. El-Heq hê gelek îşaret û beşaretên din jî hene di vî warî de bes fehm û îdraka me tê nagehê
Selwa rewan zerrînwereq çîçek Melê dîn sed neseq
Yaqûtuha yeḥkîş-şefeq yehkî ‘uqûden kewkeba
Eya Melayê min, bulbulê dîwana mîr û mîrnişînan! Em bawer in hûn di meqamê yeqînê de gelek heqîqetan dibînin ku em tê nagihên û nikarin bibînin. Bes em dikarin bêjin ku di riya seyr û silûkê de di di meqamê yeqînê de gelek tiştên xeybî bo salikê seyra silûkê aşîkar dibin. Dema çavê dilê salik vebû êdî gelek heqîqetan dibîne ku mirov ji beyana heqîqeta wan aciz dimîne. Amenna we seddqena em baş dizanin mehbûbê heqîqî evîndarê xwe di nîvê rê de nahêle. Gelek hedîye û qencîyan wek bexş dide wî. Dema ku salik dighê meqamê rizayê êdî di wî meqamî de koşk û sera, sifreyên ku ji xemr û badeyan dagirtîne li ber wî tên raxistin. Ji xwe kêf û zewqa ku ji vî meqamî peyda dibe ji zêrr û zîvan bi qîmettire li nik aşiq. Lê em nikarin rewşa vî meqamî beyan bikin ji bil kelîma Barek Ellah, Subhan Ellah, Ellahûekber, El-Hemdûlîllah….