Alîgirê heqîyê, divê dengê heqîyê bilind bike. Divê ji gotina heqîyê û bangkirina heqîyê nereve. Li her dem û her ciyî, bi awayekî munasib, di her fersendê de lazim e heqîyê bibêje. Hem divê heqîyê ji her kesî re bibêje. Ji ehlê mala xwe re, ji heval û cîranên xwe re, ji der û dora xwe re, bi kurtasî li her derê divê heqîyê bibêje. Îmana me, vê dide îcabkirin. Heger em bi Xwedê bawer dikin, wê demê em qebûl dikin ku Xweda îlah û Rebb e. Madem ku em Xwedê Rebb û îlah qebûl dikin, wê demê digel emr û nehyên wî, şopandina wî jî, lazim e em qebûl bikin. Hem em qebûl dikin ku lazim e em alîyê wî jî bigirin. Di vê nuqteyê de, îmana me dikeve dewrê; karên qenc bi me dide kirin. Yanî tiştên ku Xweda dibêje bike, dide kirin û ji tiştên ku dibêje nekin jî me diparêze.
Ew limêja bi weqtan li ser me ferz bûye, rojê pênc caran em ji bo Xwedê dikin. Her sal ji duwazdeh mehan mehêkê (ku meha Remazanê ye), ji bo ku emrê Xwedê ye, em rojîyê digirin. Ji bo ku Xwedê xwestîye, beşek ji malê xwe bi zekatî em înfaq dikin. Ji bo ku Xwedê xwestîye, bi mirovên der û dora xwe re em bi başî muamele dikin; guh didin dê û bavê xwe yên bawermend û qencîyan li wan dikin. Em di hemî karên xwe de, tenê razîbûna Xwedayê xwe dixwazin. Ji alîyê din ve em dest nadin tiştên ku ne heqê me be. Qezenckirina ku bi zirardayîna xelkê be, em nakin. Em xwe diparêzin ji tevgerên ku nefsa me har bike û rûhê me hêsîr bike. Em van tenê ji bo Xwedê dikin û hem ji dil bawer dikin ku rêya rast ev e.
Rewşa bawerîyê, ne rewşeke kurt e. Qencîyên ku ji bo demeke kurt têne kirin, ên ku berdewam nakin, ew ne ji şe’nê îmana heqîqî ne. Divê ‘emelên qenc, li ser îstîqametê, heta nefesa dawî berdewam bikin û nesekinin. Tiştê ku Xwedê ji me dixwaze ev e. Ger rojekê başî bên kirin û roja din neyên kirin, nabe. Îmana heqîqî vê qebûl nake. Di nefesa dawî de, manaya li ser îmanê; di tevê ‘umir de, bi manaya li ser heqîyê mumkin dibe. Bê guman, yên ku piştî tobe kirine û li ser îmanê mirine hene elbet; lê ew îstîsna ne.
Piştgirîya heqîyê mêranîyê dixwaze. Yên tirsonek nikarin bi rastî li gorî îcaba îmanê bijîn. Gotina heqîyê, parastina wê, bicihanîna wê; dibe sedema kişandina dijminantîya mirovên ku rûhê xwe firotine şeytên. Di vê nuqteyê de şerê heqq û batilê dest pê dike.
Yên ku heqîyê diparêzin, yên ku piştgirîya heqîyê dikin; ew kes in ku rehetîya xwe xera dikin. Yên ku ji bo heqîyê biparêzin, ji bo li pey heqîyê bimeşin ku nikaribin cihê rehetîya xwe terk bikin; ew nikarin îcabê îmana heqîqî bi cih bînin. Tewrê “Çi ji min re lazim e!” ne tewrê îmanî ne. Fikra "tiştê ku zirara wî ji min re tune be eleqeya min çi jê ye, çi min jê ye” nikare di serê muminan de cih bigire.
Mumin; li her derê û di her mecrayê de, divê bi eşkere û bi hêz dengê heqîyê bilind bike. Di nav ferdên mala xwe de, li cem cîranan, li taxê, li cihê ‘îş, bi kurtasî di her der û dora jiyana civakî de, divê bi alîgirîya heqîyê rengê xwe aşikar bike. Kesê ku ji bo terefê wî xuya nebe, xwe vedişêre; kesê ku ji bo kes pê re nexeyîde bê kêr dimîne, ew nikare bibe tîmsalê îmana heqîqî.
Di vê dema ku alîgirên batilê bi cesaret xwe derdixînin pêş û dozên xwe yên batilî di her fersendê de diparêzin; ne karekî rast e ku mumin xwe vekişîne qalika xwe. Dijminên Îslamê ewqas pêşve diçin, ku êdî bi eşkere êrîşî muqeddesatên me jî dikin. Gelek kesên ji xwe re dibêjin "Ez Misilman im!", mixabin li hember vê rewşê bi tevahî bê xem dimînin. Ev rewşa bêxemîyê, li ser zarok û ciwanên me yên ku ji şi’ûra Îslamî mehrûm in, gelek tesîrê xirab çêdike. Ji ber ku me şi’ûr û zanînek nedaye zarok û ciwanên xwe, ew ji propagandayên dijminên Îslamê tesîra xerab dibînin û ji Îslamê dûr dikevin. Hetta çi heyf e, em dibînin ku gelek ji wan, derbasî alîyê dijminên Îslamê bûne.
Dijminên Îslamê, ji bo parastina dozên xwe yên batil û êrîşkirina li doza heq, platformên medyaya civakî gelek zêde bi kar tînin. Bi zanebûn û bi pîlan êrîşî şî’arên Îslamî dikin û tehqîra terza jiyana Îslamî dikin. Çi bi awayekî rasterast çi jî veşartî, propagandaya jiyana xeyrî exlaqî û terza xeyrî jiyana Îslamî dikin. Zexteke civakî ya pir giran li ser Mislimanan, bi taybetî li ser ciwanan, çêdikin. Heta ku gelek Misliman xîreteke taybetî didin da ku xwe ji ummeta Îslamê nîşan nedin. Ev halê rûhê wan a xwekêmdîtinê, piştî demekê wan bi temamî ji ‘aîdîyeta Îslamê qut dike.
Emê mînakeke herî hêsan bidin: Di van demên nêzborî de, di medyaya civakî de parvekirinek hebû. Di vê parvekirinê de, behsa dawetekê dihat kirin ku di wê dawetê da, nav jin û mêran, bi perdeyekê hatibû veqetandin û jin û mêr cuda cuda direqisîn. Îca ev rewş, pir ecêb dihate dîtin. Çend Mislimanên hişyar; di şîroveyan de nivîsîbûn ku ev tiştêkî ne ‘ecêb e; lewra dawetê Îslamî, ji xwe wuhan e. Dawetên ku jin û mêr tevlîhev kêf dikin, dawetên cahilîyê ne û ne li gorî Îslamê ne.
Lêbelê gelek kesan jî, bi şîroveyên xwe, henekên xwe bi vê dawetê kirin û ew tehqîr kirin û bê tirs êrîşî wê kirin. Kirina dawetên bi vî rengî, wekî paşdemayînî qebûl kirin û lome li xwedîyên dawetê kirin. Bi vî awayî, ev daweta li gorî edeb û xwestekê Îslamê hatibû çêkirin, bê rûmet kirin; da ku kes bi vî awayî dawetan çêneke. Ev tevgerên bi vî rengî, bi eşkere didin nîşan ku zîhnîyeta neyarê Îslamê, bê çawa di neyartîya heqîyê de pêşve çûne û ehlê heqîyê, di karê rast û heq de bê çawa bi tenê mane.
Wekî ku li jor me dîyar kir, yên ku vê dikin, zarokên Mislimanan in. Lê mixabin em dibînin ku ew xwe nema ji Îslamê û ummeta Îslamê dibînin. Ew tiştên ku dînê Xwedê dide ber me, wan red dikin û meşa di rêya şeytan de tercîh dikin. Îca, li vir mes’ûlîyeta me teva, bi eşkere derdikeve holê. Heger em heqîyê negirin û neparêzin, em ala heqîyê hilnedin, piştî demekê ji ber bê kêrbûna me, zarokên me wê ji dest me herin.
Îro em dinêrin, ku alîgirên batilê, bi her awayî pesn û propagandaya doza xwe ya batil dikin. Îca em Mislimanên alîgirên doza heq, divê em ji wan bêtir fe’al û bikêrhatî bin. Ji bo ku heq û qencî bêhtir xuya bibe, divê em ji wan bêhtir bixebitin. Bi xebat û kirinên me, qencî ger belav bibe; hem wê hizûr were nav jîyana civakî û hem emê pê xwedî xêr bibin. Çawa ku Resûlê Xwedê (s.‘e.w.) dibêje: "Her kî bibe sedema qenciyekê, ji wî kesî re, xêra ê ku ew qencî kirî ye, heye.”
Medyaya civakî îro bûye civak bi xwe. Di vê mecrayê de jî , lazim e em heqîyê, qencîyê û xêrê parve bikin. Bi her wesîleyê em piştgirîya heqîyê bikin, wê bi‘ecibînin; û ji bo bigihîje bêhtir mirovan, wê belav bikin. Her xebata me ya ji bo bilindkirin û belavkirina heqîyê, bê guman ji alîyê Rebbê me ve, wê bê xelatkirin. Xwezî bi wan muminên ku ‘umrê xwe, di ber doza heqîye de diborînin û tu kes nikare wan ji rêya rast vegerîne.