Agir bi war û welatê me ketiye. Dûyê agir diçe ‘ezmanan. Mexdûr û mexrûr, zalim û mezlûm, hişmend û bêhiş, alim û cahil, yar û neyar… temamî em in. Sedema şewata me ecnebî nîn in. Kuştî em in, mêrkuj jî em in lê yên ku bo çareserîya van kul û derdên me behsa çareserîyan dike jî ecnebî ye! Ne dîn e, ne îman e. Navê wan; Ehmed, Mihemmed, Emer, Elî, Sêdxan, Ferzende.. nîn in. Teqez li nav hevdîtinê me de ne, levhatin û çareserîyên me de ne. Cîhê ku levhatin, hevdîtin dibe Mekke, Medîne, Tehran, Enqere, Bexda û Şam nîne; Cenevre, Lahey, Oslo, Londre, Parês; Moskof an Washîngton e!
Serok û zanayên me yên sed salî pêş de diçûn Lozanê! Derd û belayên ku îro bela serê me ne temamî projeyên Lozan û Cenevreyê ne. Lê em hêj nabînîn, serok û dewlet jî ar nakin! Dijmatî û niştecîh li me ye. Ev ecnebî ne, bi zîhnîyeta xwe koçber in lê ji war û welatên me naçin!
Gelên Musliman; kuçe û kolanên xwe de, sûk û bazarên xwe de temamên pirsgîrekên xwe re çareserî dîtine. Min bi çavê serê xwe dît, bi guhên xwe bihîstîye!.. Li Amedê, Li Mûş û Wanê… çar alîyê Kurdistanê… Bi dengê bilind bang dikin:
“Werin sêvan! Werin sêvan!.. Çi bistînî milyonek(pûlên berê). Gel xaltîkam! He abêm benim! Ava sûsê cemidî! Na Welleh babam benim! Temam dayi! Bilmîyem lo! Ma sen ne dîsen mamo! Da-Qapî! Hevsel Baxçelerî.. Av Deresî!...” Hêdî ez çi bejim!..
Şeyxê Xanî jî levhatin û aşîtî rîsteyên ÇARGOŞE de nexşandîye:
Fate 'ûmrî fî hewake ya habîbî kûlle hal
Ah û nalem hem demem şod der fîraqet mah û sal
Ger benîm kanîm dîlersîn, çokden olmîştîr helal
Dîn û ebter bûm ji îşqê, min nema 'eql û kemal
Hewar çi êş û çi heyfeke mezin e ku îro; dewlet, hikûmet û distûrên li ser ax û welatên Muslimanan ev çareserîya bajar û kolanan dîtîye, ti carî nedîtine, nebihîstine û nabînin! Ev, xefleteke qedîm e. Vê nexweşîyê; mala xwe jî yê birayên xwe jî bêtir şewitandîye. Kurd jî ji van mezlûman yek e belkî jî yê yekemîn e(!) Hey hewar! Sed hewar!...
Îro li Xezzeyê; dagirkerî, koçberîya zordestî, komkûjî û paqijîya etnîk heye; lê ev bo me ecêb û tomet nîne. Bo sîyonîstên le’neta Çar Kîtaban ev “sûc, guneh û cinayetên hovîyane jixwe wezîfe ye! Feryad û qêrîna jin û zarokan xema wî de nîne. Distûr û qanûnên netewî û navnetewî binpê kirîye. Ji wîcdan, îz’an, şefqet û merhemetê mehrûm e! Kebaîrên kû Rehman û Rehîm tabîr kirîye ev temamî bo sîyonîstan îbadet e! Bi Tirkî dibêjin; “delîdîr, ne yapasa yerîdîr!”
Xezze û Lubnan karê Yahudî ye lê em bo “Mehabad; Dêrsim, Koçgîrî, palo, Agirî, Sason, Zîlan; Helepçe..” çi bibêjin? Ev her yek fenanê Xezze komkûjî ne. Bi deh hezaran zarok û zêçên Kurdan, jin û kal… hatine kûştin. Dosyayên van de’wîyû dozan hêj di refên edlîyeyên birayên me yên Tirk, ‘Ereb û ‘Eceman de jengar û xûbarê de wenda ne! ‘Edalet ji xwe tecellî nabe! Qe nebe îtirafek bête gotin, helalîyeke fermî bête xwestin!
Ji waqif û komelên însanî u Îslamî behsa îtiraf û helalîyekê bibe ev jî têra me dike lê kanê? Bi vê aql û fikrê em alîkarîya Filistîn û Filîpîn dikin lê îxlas ev nîne; xêr û berekata Rehmanî, Înayeta Îlahî bi wê laî nayê(!).. Emrê Xweda ev e; dibêjî “Rabe!.. Ewwil yên herî nêzik/eqrebe bipirse-hûşyar bike!..”
Me îman bi Xweda û roja hesabê anîye. “Qasî zerreyê misqal xêr û şer wenda nabe!” (Ayet). Başe, çima birayên me yên Musliman, van dosyayên ax û feryada birayên xwe nabihîsin? Madem Rebbê Alemê, li dunya û axretê wê hesabê zînhar dipirsî hem jî giran dipirsî; bo çi em helalî ji hev naxwazin? Bo çi ev dosya ji ‘Edla Ilahî re bimînîn? Dosyayên ku xwîn û axa mezlûman diherikî bo çi bimînî Roja Axretê? Rebbê ‘Adil; di dinyayê de jî heqê mezlûman dipirse û sûcdaran giran îmtihan dike! Madem îmtîhana giran e, li dinê jî heye; çira îro, roja helalîxwestinê nebî?
Daxwazî Çî ye?
Gelê Kurd; jî pêş mîladê heta îro li ser axa xwe ya qedîm jîyaye.. Navbera çîyayê Zagros û Toros de bi hezar salan nîştecîh e, xwedîyê axa xwe ye. Navê vî welatî, qeydên dîrokê de Kurdîstan e. Kurdan; ewwil gelê Romîyan, Fars û ‘Ereban re, pişt re jî Tirkan re cîrantî kirine. Li gorî fitrata xwe jî xwedi jîyan, ziman, dîrok, çand û edebîyateke taybet ne.
Serokkomar Receb Tayyîb, her çûyîna Ewropa de hikûmat û serokên re bo çand û zimanê Tirk û birayên me yên Tirk daxwazîyan dike û dibêje: “Asimîlasyon li ser însanan sûceke mezin e! Gerek mektebên Tirk û Tirkî re mûsade û îmkan bête dayîn!...” (Hevdîtina A.Merkel de)
Baş e û musteheq e jî lê li alîyê din jî heye; gerek ew ji bîr nebe. Em birayê hev in lo!...
Resmî neyê gotin jî hemû kes dizanî û dibînî; Şerqa Navîn de li ser gelên asimîlasyonek heye. Dema dawîya Osmanîyan de Cem’îyeta Îttîhadê ev digot: “Dewleta me, dewleta gelan nîne ya mîllî ye.” Projeya Şefên Millî jî bi tespîta Înonu wiha bû: “Wezîfeya me ev e: Di hidûdê Tirkîye de her çi millet heye behemehal gerek bibin Tirk. Ev ‘enasirên ku Tirk û Tirkî re mûxalif in, gerek em wan bibirin û bavêjin. Yên ku ji welat re xizmetkar in, bo wan şert ev e: ewana jî ewwil gerek Tirk û Tirkperest bin!” (Waqit, 27 Nîsan 1925))
Ev bawerî dewra sabiq bû lê hej di gelek holan de tetbîqbûna wî dixwûyê. Gelê Kurd gerek êdî bi çand, ziman û dîroka xwe bête naskirin. Biratîya Tirk û Kurdan; di TRT de filma Selhaddînê Fatîhê Qûdsê de heye lê li wir jî; Selaheddîn Eyyûb el-Kurdî, bûye Tirk; Kurdî jî naaxivî…
Bo her gelan sedema jîyana xwezayî va ye: Dîrok û ziman, bo her gelî zengînî û qezencên layusel in. Sedema man û neman, şîn û şahîya her gelî ev e. Kurd jî mîna her milletî nijadek e. Çitor ku her gul li ser gulîyên xwe rind e; gelê Kurd jî li ser axa xwe, bi ziman û dîroka xwe, bi çand û edebîyata xwe rind e û mû’teber e. Helbet Kurd jî dibên biratî, yekîtî, wekhevî lê li ser biratî û medenîyeta Îslamî, li ser ‘edaletê!
Ev qiymet; tiştên xerîb nînin, heqqên fitrî ne. Ha, daxwezîya Kurd û Kurdistanê jî îro ev heqq û heqîqetên fitrî ne. Xeyrî vanan em hemû hemberî tefrîqe, neyartî û terorizmê ne.
Hey hewar! Sed hewar! Daxwazîyên Yetîman ji Ummeta Muhammed (s.a.v.) hene. Pir tişt nîne. Ev gelê mezlûm, tiştên herî kêm dixweze. Ji Yahûdî û Nesranîyan naxwaze helbet. Ji birayên xwe yên Musliman dixwaze.
Wiha dibêje:
“Ez afirandeyê Xaliqê Rehman im. Ji milletê Îbrahîm lê neseba Selaheddîn û Se’îdeyn im. Min terazîya biratîyê de lê bi çavê heqîqet û ‘edaletê de bibînîn.
Li ser dîroka min, li ser çand, edebîyat û axa min operasyonên redd û înkarîyê, înfaz, îmha kirin, asimîlasyon û projeyên kûr nekin. Li ser xwîn û hêsrên çavê min sineme/cerban, bazirganî û talanan nekin. Heke hûn bikin; “ez jî derd û kedera xwe; êş û elema xwe bi xwîn û hêsrên çavan ji Rebbê Alemê re bibêjim.”
Ew; Ezîz û zûntîqam e, Serîûl Hîsab e, Mûhewwîlûl Hewlî wel-Ehwal e!..
Derengî dixînî lê derewîn naxînî. Heyfan distînî hem giran distînî!
Neçaran îmtîhan dike lê maldaran bêtir derdest dike, îmtîhan dike! Di îmtîhana îlahî de bêkes û bindest zerar dikin lê maldar û zordar jî wêran dibin!
Milkên me hemyan wêran û talan dibe birano! Ev dagirkerî û komkûjîyên emperyalîst û sîyonîstan jî yeqîn sedem ev îsyan û xefleta me Muslimanan e. Sedem jî taybetî birayên me yên mûqtedîr û îqtidar in. Hûn birayê mezin em piçûk… Hûn axa û dewlemend, em çav li rê, hêvîya we ne! Werin em bêjin; bijî biratî, azadî, aşîtî, keyf û şahî lê ne li ser proje û dek û dolabên şeytanî! Bo Xwedayê ‘Alemê, bi wîcdan, li ser dad û medenîyetê, li ser şefqet û merhemetê biratî!..”
Pir tişt nîne! Daxwazî ev e. Eslê de’wa van jî daxwazîyên temamê ummetê ne! Biratîya ‘Ereb, ‘Ecem, Tirk û Kurd jî jixwe van tiştan digerin û dixwazin! Dewlet, hikûmet û serok jî ya wê biratîya qedîm re alîkarî bikin ya jî ji rîya biratîyê derkevin, xwe bidine alî!
Wê demê em dibînin û dibêjin:
“Merheba biratîya Îslamî û însanî! Ehlen we sehlen îstiqrar! Ser çavan aşîtî û asayîş! Bi xêr hatî wekhevî! Şima pîyêr bi xêr omê!.. Bena hol!.. Hoş geldîn, safalar bûldûk kadîm kardeşlîk! Defolsûn Haçli emperyalîzmî ve Sîyonîst Terör Sermayesînîn îstîhbaratları! Îşte o zaman zaten defolmûşlardır! Her bîjî lê ji bo hemû gelan her bijî! Her hebin lê bila hamû netew her hebin!
Bijî azadî! Bimire koletî! Bimire koledar! Bîjî keyf û şahîya bêkes û bindestan! Her bijî Xezze! Her hebî Serhildana Lubnanê! Serkekftin ji Hûsîyên Yemenê! Serkeftin ji bo Muqewemeta Îslamî! Li ber xwe bidin Cebheya Serhildan û Berxwedanê!.. Bimire û l’eneta Qehhar li ser Sîyonîstên Le’în!... Ey Bîlal! De rabe! Dema Ezanê ye!... Em Hemû bibihîsin!..
Berdin bila belengaz bi zimanê xwe bibêjin; Dema koçberîya, projeyên kûr, asimîlasyon, zordestî, dagirkerî, felaket, tertele, komkûjî êdî qedîya! Wesselam!