Elbet Dîwana Mela wek destxet gelek caran ji teref melayên Kurd ve hatîye îstînsaxkrin. Ji van nusxeyan yek istînsaxa Îsmaîl Îbnî Muhemmed Teyyar Paşayê Amîdî ye, yek ya Şêx Muhemmed Îbnul Ezîzê Şoşî ye. Xeyr ji vanan jî gelek destxetên Dîwana Mela hene. Lê Dîwana Mela bi wesîleya metbeayê cara yekem ji teref Oryantalîstê navdar Martîn Hartmen ve li Berlînê hatiye çapkirin. Paşê di sala 1919an de ji teref Mutesewifê Navdar Şefîq Erwasî ve li Stenbolê, paşê li Bêrûdê paşê jî li gelek deverên din hatîye çapkirin.
Şerhên ku li Ser Dîwana Mela Hatine Çêkirin
Bi rastî gelek şerh li ser Dîwana Mela hatine çêkirin. Çend şerhên meşhûr ên ku li ser Dîwana Mela hatine çêkirin ev in:
- Şerha Mela Ebdulqedrî Îbnî Hesen El Cezerî
- Şerha Ebdusselam Cizîrî: Ev şerh yekem şerh e ku li ser Dîwana Mela hatiye çêkirin.
- Şerha Mele Muhemmedê Zivingî: Herî şerha berfireh e ku li ser Dîwana Mela hatiye çêkirin. Navê wê; “el-‘Iqdu‟l-Cewherî fî şerhî Dîwanî Şêx el- Cezerî” ye. Eslê wê du cîld e. Emîn Narozî ev şerh ji Erebî wegerandîye Kurdîya Kurmancî û weşandîye.
- Şerha Mele Ebdurrehîm el-Westanî: Ev şerh bi sê zimanan e.
- Şerha Hêjar Mukrîyanî: Ev şerh bi Soranî ye.
- Şerha Tehsin Îbrahîm Doskî: Ev şerh pênc cild e û bi Kurmancîya Behdînî ye.
- Şerha Mela Mehmûdê Hoserî: Mela Mehmûdê Hoserî ku miftîyê Cizîrê yê kevn bû Dîwana Mela şerh kiriye, bes şerha wî wînda bûye. Ji bil vê di helbestên Mela Mehmûdê Hoserî de tesîreke Dîwana Mela ya zêde heye. Hoserî texmîs û nezîre li ber helbestên Mela nivîsîye.
- Şerha Ebdulbaqî Tûran: Ev şerh bi zimanê Tirkî ye. Bi giranî li ser felsefeya Mela disekine.
- Şerha Mela Mûsayê Celalî: Ev şerh bi Erebî û Kurdî ye.
- Şerha Celalettîn Yoyler: Ev şerh bi Kurdî ye. Xeyr ji vanan gelek şerh û şîrove li deverên muxtelîf li ser Dîwana Mela hatine çêkirin.
Rewşa Dewra Mela
Elbet her însan mehsûlê dewra xwe ye. Her wiha Mela di mabeyna du milletên cîranê ku edebîyata wan a kilasîk gîhabû qonaxeke ku ji huner û edebîyata kilasîk dagirtî bû jiyaye. Edebîyata wan her du cîranan bingeha hunera Mela dagirt û kemiland. Di vê demê de rewş wihareng bû:
- Rewşa Kurdistanê
Di dewra Mela de ji ber ku tesîra Sefewîyan li ser Kurdan şikestibû mîrektîyên Kurdan bi awayeke nîvxweser hereket dikirin. Lewra di şerê Osmanî û Şah Îsmaîlê Sefewî de bi wesîleya Îdrîsê Bedlîsî mîrektîyên Kurd piştevanîya Yavuz Sultan Selîmê Osmanî kirin. Bi vê wesîleyê di mabeyna 21 mîrektîyên Kurd û Osmanîyan de bi navê Peymana Amasya di sala 1514an de peymanek pêk hat û Kurd bûn xwedî sitatuyeke nîvxweser. Ji ber vê yekê jî li Kurdistanê li wan herêmên ku mîrê Kurd lê hakim bûn edebîyata Kurdî bi pêş ve çû. Gelek şair û helbestvan derketin holê; Elîyê Herîrî, Feqîyê Teyran û Mela jî ji wan in.
Mela wextê ku hat Cizîrê li Cizîrê Mîrektîya Ezîzan hukum dikir. Bi rastî Mîrektîya Ezîzan ji bo ehlê ilmê firseteke baş bû. Lewra vê mîrektîyê xwedîtî li alim û medreseyan dikir. Xan Şerefê Duyem li Cizîrê Medresa Sor ava kiribû û ew, wê himaye dikir. Wek mudderîs bihatina Mela re Medresa Sor di nav medreseyên herêmê de hem bû ekoleke taybet hem jî bû meydana muşa’erê ya şair û helbestavanan ku di wir de hunera xwe nîşanî hev didan. Rewşa mîrên Kurd nexasim rewşa Mîrektîya Ezîzan bû sebeb ku Mela hunera xwe berz bike. Ji ber vê yekê ye ku Mela bi van beytan pesnê Xan Şerefê duyem dide.
Ey şehînşahê mu‘ezzem heq nigehdarê te bî
Sûreyê înna fetehna hafiz û yarê te bî
Her kinarê pê ve wergêrî ‘înanê himmetê
Zuhre bî peykê te û Kêywan rikêbdarê te bî
Daîma menzilgeha sûra te bit Burca Şeref
Tali‘ê ferxunde û bextê û se‘îd yarê te bî
Seb‘eyê seyyare û neh çerxê sergerdan bi vê
Girdiş û dewrê ‘eceb der xizmet û karê te bî
Mahitaba dewletê yek pertewek şem‘a te bit
Afitaba ref‘etê berqek ji enwarê te bî
Lami‘ê fetha ezel berqê ji ber tacê te dit
Kewkeba se’da ebed necmek ji seyyarê te bî
Berqê subbûhî ku işraqê li sed canan didit
Ew ku keşfa dil dikit remzek ji esrarê te bî
Rayeta fethê ji neşra te ku her menşûr-i bû
Şehsiwarê ferrê subhanî ‘elemdarê te bî
Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî
Gerçi der iqlîmê rabi’ hate textê seltenet
Padişahê heftê iqlîman selamkarê te bî
Dîsa dema em li ser Dîwana Mela hûr dibin em dibînin ku Mela digel hevçaxên xwe yên şair û hunermend ketîye lecê, helbest gotiye. Yek ji wan Mîr Îmadûddînê Hekarî ye. Ev leca Mela û Mîr Îmadûddînê Hekarî wiha dest pê dike
Guftên Mela
Selama min senaxwanê sehergeh gewher efşan bit
Bi sûret emrê Subhanî serelqabê zerefşan bit
Bi xizmet erdê sultanî ‘ebîr û ‘enberefşan bit
Guftên Emîr
Selama Sani’ê Qadir Mela da pê mu‘etter bî
Muferreh bit me lê xatir peyapey lê mukerrer bî
Ji cama xatirê ‘atir me jê ayîne enwer bî
Hem dîsa Mela digel Feqîyê Teyran jî ketîye lecê û helbest gotiye. Leca Mela û Feqî bi me dide zanîn her du hem hevçax hem jî dostê hev in. Têkilîyeke xurt a her du şairan jî digel mîrê Cîzirê heye û Mîr qedrê wan digire. Leca Mela û Feqî wiha dest pê dike:
Guftên Feqî
Selama min heqîrî sedefek tivê tê kin
Îro di Cizîrê heqq e li Melê kin
Ku ji derba tîrê derman heye lê kin
Guftên Mela
Selamên milyaketan bê hed û bê hisêb in
Şubhetê avên şetan ji mela li Mîm û Hê bin
Hilak în ji zehmetan derman ji Lam û Bê bin
- Rewşa Edebîyata Îranê
Dewra ku Mela tê de pê avêt qada jiyanê êdî edebîyata Farisî gihabû qonaxa kemalê. Bi her awayî her cûre berhemên edebîyetê yên wekî “mesnewî, xezel, qesîde, rûbaî û …hwd” bi awayeke kamil li ser bingeha helbestên şa’irên Îrana qedîm ê wek Rûdekî[1], Fîrdewsî[2], Manuçehrî[3] Nizâmîyê Gencewî[4], Mevlâna Celaleddînê Rûmî[5] Se‘dîyê Şîrâzî[6], Ferîduddîn Ettârê Nîşabûrî[7] Hâfizê Şîrâzî[8], Ebdurrahmen Camî[9] û gelek şairên gîhabû asteke berz. Elbet Mela jî ji wan hayîdarbû û helbestên wan dizanibû. Ku di asta helbestê de xwe bi wan re muqayese dikir carina jî digot:
“Ger lu'luê mensûr ji nezmê dixwazî
Wer şî'rê Melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet”
Dîsa Mela hewqas ji edebîyata Farisî hayîdar e, ketiye bin tesîra wan, ji wan sûd wergirtiye ku destpêka Dîwana xwe bi texmîsek li ser helbesteke Sadîyê Şîrazî dadimezrîne ku ew helbesta Şîrazî jî texmîsa helbesta Yezîd e. Çend beyt ji vê helbestê wihareng in:
Newaya mutrib û çengê fiẋan avête xerçengê
Were saqî heta kengê neşoyîn dil ji vê jengê
Heyata dil meya baqî bînoşin da bi muştaqî
Ela ya eyyuhes-saqî edîr ke’sen we nawilha
Ku katib dêmî cedwel kit şikestexet muselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit kî yê vê muşkilê helkit
Dizanî rûd û ‘ûd ewwel çi tavêtin surûd ewwel
Kî ‘işq asan numûd ewwel we lê uftadê muşkilha
- Rewşa Edebîyata Osmanî
Qirna ku Mela tê de jiyaye ji bo Edebîyata Osmanî jî qirneke zêrrîn bû. Di vê qirnê de edebiyata Osmanî jî bi helbestvanên mîna; ‘Elî Şîr Newaî, Baqî, Fuzûlî, Xeyalî, Şeyxî, Suleyman Çelebî û …hwd. gihaştibû lûtkeya xwe û edebîyata Osmanî li ser xîma edebîyata kilasîk kemilî bû. Elbet ji ber ku Mela di mahîyêta Mîrektîya Cizîrê de dijî ev mîrektî jî di bin baskên Osmanîyan de bû û bi Tirkîya Osmanî dizanibû em dikarin bibêjin ku Mela ji van şairan hayîdar bû û sûd wergirtibû.
[1] Bavê helbesta farisî.
[2] Tomarkerê folklor û mîtolojîya Farsî û nivîskarê Şehnameyê.
[3] Şahê qesîde û xezelan.
[4] Fîlozof, di Edebîyata Farsî de damezrînerê Xemseyan, Nivîskarê Leyla û Mecnûn, Xusrev û Şîrîn
[5] Xwedîyê Dîwana Kebîr û Mesnewîyê, şopgerê Şemsê Tebrîzî
[6] Şair û Fîlozof, Nivîskarê Bostan û Gulîstanê
[7] Mutesewif, nivîskarê Şêxê Sen’an, Mantîq-ut-Tayr, şairê mistîk û evînê.
[8] Fîlozof û şairê Îranî
[9] Alim, şair û fîlozofê Îranî