Gelî bira bibin guhdar,
Ev çi halê ğefletê ye?
Em bibin yek li pêş neyar,
Dewir, dewra wehdetê ye!
De ka îdî rabin bira,
Derkevin bes ji hindira,
Ser hildin em bi hevdû ra,
Dewir, dewra wehdetê ye!
Bes e êdî hev qas zeman,
Birayê hev, ji hev dûr man;
‘Eyb e ev hal ey Misliman,
Dewir, dewra wehdetê ye!
Perçe kirin ji hevdû em,
Tirk û Kurd, ‘Ereb û ‘Ecem;
Êdî em yek bin di nêv ‘alem,
Dewir, dewra wehdetê ye!
Ji boy ji hev ketye ummet,
Ketîye ser me ev zillet;
Di yekîtîyê de ye ‘îzzet,
Dewir, dewra wehdetê ye!
Bes guhdâr bin li dijmina,
Neyarin j’ boy me mu’mina;
Rabin em bi mêr û jina,
Dewir, dewra wehdetê ye