Cudahîya zimanê însanan, dewlemendî ye ji bo însanîyetê. Ev cudahî, ne sebebê însan ji hev dûr bin yan ji hev re bibine dijmin. Her zimanek, ji ayetên Xwedê Te’ala ye. Lewra ziman, nî’metek ji ê herî mezin e ku Xweda Te’ala ew daye însan. Bi wasitaya ziman, însan xwe îfade dikin ji hev re. Fikr û hîssên xwe, xwestek û xwezîyên xwe ji hev re dibêjin.
Peyvek heye, dibêje: “Her zimanek însanek e.” Lewra wextê meriv, zimanê qewmekî zanibe, meriv kare bi wan re bijî. Meriv wê karibe, ji nêrîna wan ên dinyayê fêm bike. Ger meriv zimanê qewmekî nizanibe, meriv wê tiştekî ji wan fêm neke û ew jî, wê tiştekî ji meriv fêm nekin û ji sedem vê jî, meriv nikare bi hev re bijî.
Armanca Îslamê çi ye? Elbette emr û fermanê Xweda Te’ala bi însanan bide fêmkirin. Da ku însan, jê bawer bikin û wê di jîn û heyata xwe de bicî bikin. Rêya ‘eql û dilê însanan, di ziman de derbas dibe. Ji bona yek, xwe bighîne qelb û ‘eqlê yekî, lazim e ku bi zimanê wî kesî zanibe. Ji ber vê yekê, ‘alimên Îslamê, heqîqetê Îslamê, bi zimanê gelan ji wan re beyan kirine. Qur’an me’ne kirin e, bi zimanê wanan. Îro em karin bêjin, bi her zimanî meala Qur’anê hatîye nivîsîn.
Resûlê Xwedê, ji eshabê xwe re, ‘elimandina zimanan tewsîye kirîye. Lewra Resûlê Xwedê, dizanibû ku ji bo dewleta Îslamê, ji her alî ve pêş bikeve, lazim e Misliman di ‘ilmê de, di zanîna ziman de xwe pêş bixin. Resûlê Xwedê gotiye: “ ‘Ilm, malê mu’min ê wundaî ye; wê li ku bibîne wê bistîne.” Resûlê Xwedê hem di hedîseke xwe ye din de jî gotîye, “ ‘İlm li Çinê be jî, herin wê bistînin; lewra ‘ilm li her Mislimanî ferz e.” Ji bo ‘ilm ji qewmên xerîb bête sitendin, ‘elimandina zimanê wan jî muheqqeq lazim e. Heta meriv zimanê wan qenc fêm neke meriv ji ‘ilmê destê wan jî qenc fêm nake.
Di dewra se’adetê de, em dibînin Resûlê Xwedê, ji bo têkilîyê bi qewmê dora xwe re bike, eshabê xwe ‘elimandîye zimanê wan. Meseleya Zeydê kurê Sabît, bi emrê Resûlê Xwedê, di muddetekî kin de, ‘elimîye zimanê Suryanî û Îbranî.
Gelên medenî û gelên ku bixwazin xwe bi pêş ve bixin, muheqqeq wê bi gelên cîhanê re, nexasim bi gelê dora xwe re têkilîyê bikin. Lewra dinya ne ji bo qewmekî tenê ye. Li ser dinyayê gel, wekî ferdên malbatekî ne. Ew di mes’eleyê ‘ilmî, îctîma’î, tîcarî, sîyasî û wekî vanan di gelek mijaran de, têkilîyê bi hev re dikin; bi hev re danûstendinê dikin. Mislimanan di tevê dîrokê de, ev heqîqet qenc fêm kirine. Li gor vê heqîqetê hereket kirine, bi qewmê dora xwe re munasebetê musbet çêkirine. Bi zimanê gelan, bi gelan re xeberdane û bi wasitaya bazirgan û ticarên Misliman, dînê Îslamê birine heta Hindistan û Çin û Malezya û Endonezyayê.
Di dîroka Îslamê de, ticarî Mislimanan kes ji bo zimanê wan, ew ‘eybdar nedîne. Bil’ekîs ji zimanê wan re hurmet kirine. Melikên Mislimanan zimanê kesî meni’ ne kirine. Teba’a dewletê Mislimanan, bi zimanê dayikên xwe, bi serbestî xeber dane. Lewra ew, di vê zanîne de bûn; ku zimanê herkesî bi wan xweş e. Xwestina însanan, ku bi zimanê xwe bi axivin, xwestekekî fitrî ye. Ev heq, Xweda Te’ala daye herkesî. Kesê bi Xweda bawer be, ew dizane ku, wextê ev maf ji însanan bête sitendin, wê ev bibe zulm. Xweda Te’ala jî, zulmê qet qebûl nake. Ji ber vê, mafê Xweda ku daye însan, kes nikare wî mafî ji dest mirovan bigire.
Di nav zimanan de cihekî taybetî, ji ‘Erebî re heye. Lewra ‘Erebî, zimanê wehya Xwedê Te’ala ye; zimanê Qur’anê ye; zimanê Resûlê Xwedê ye. Ye’nî çavkanîyên Îslamê tev bi zamanê ‘Erebî ne. Ji ber vê jî, kesê bixwaze, di ‘ilmê Îslamê de kûr bibe, lazim e ew, zimanê ‘Erebî baş zanibe. Ji ber vê yekê, em karin bêjin, di nav gelên mu’min ên cîhanê de, zimanê ‘Erebî, zimanê muşterek e. Çawa ku îro gelê cîhanê, di nav xwe de, Îngilîzî zimanê muşterek qebûl kirine; gelên Misliman jî, di munasebat û têkilîya di nav xwe de, lazim e zimanê ‘Erebî, zimanê muşterek ji xwe re qebûl bikin.
Misliman, li ser kîjan ‘erdî bin, ji kîjan gelî bin û zimanê dayika wan çi be bila be, lazim e, ji bo yekîtîya ûmmetê, tev ehemmîyetê bidin zimanê ‘Erebî; û zarokên xwe, qenc bi ‘elimînin zimanê ‘Erebî. Ji alîyê dî ve jî, her gelê Misliman, zimanê dayîkê xwe jî lazim e di nav xwe de xeber bidin û ji bo zimanê dayîkê pêş keve, di her qadî de xebatê bikin.